Kurdî li malên Airbnbyê zêde bû

Min dixwest Airbnb şirove û peyamên ingilîzî an jî zimanekî din wergerîne kurdî lê tiştek nedihat wergêran.

Nûda

Nûda dîyar dike ku herî dawî jê ra mêvanek hatîye ku ew şiroveya xwe derbarê mêvanê xwe da bi kurdî dike û dibîne ku 20ê Îlonê êdî şiroveya wê tê wergêran bo zimanên din jî.

Airbnb bernameyeka mêvankirina kesan e. Bi rêya vê bernameyê, kesên dixwazin li bajarên cuda cuda dikarin ji xwe ra temamîya xanî an jî odeyekê kirê bikin û li wir bimînin. Xwedîyên xanî li gorî şert û merc, xweşî û rehetîya malê bihayekî datînin ji bo mayîna kesan. Piştî ku mêvan li malê ma û derket li gorî xwestina xwe şiroveyekê derbarê mazûvanî û şert û mercên malê da dinivîse ku ev nirxandin pûanan dide xwedîyê/a xanî ji bo ku mala wê zêdetir li ser malpera Airbnbyê were dîtin. Herwiha xwedîyê/a malê jî dikare derbarê mêvanê/a xwe da fikrên xwe bîne ziman ku bi heman şiklî ev jî ji bo wî/ê kesî/ê dibine pûan.

Yek ji bikarhênerên Airbnbyê Nûda bo Botan Timesê fikrên xwe yên derbarê Airbnbyê da anîne ziman.

Nûda çar meh in Airbnbyê bi kar tîne. Nûda mamosteya zimanê ingilîzî ye ku ew dixwaze danûstandinek ligel kesên biyanî çêbe ji bo pêşvebirina ziman, nasîna çand û zimanên cîhanê.

Airbnb peyam û şiroveyan li gorî welat û zimanê sepanê werdigêre ser zimanê bikarhênerî.

Ew, dîyar dike ku ew meha ewil ligel mêvanên xwe bi ingilîzî axivîye. Piştre mêvanekî wê yê ingilîz di şiroveya xwe da çend peyvên kurdî bi kar anîne. Nûda beyan dike ku dema wî bi kurdî nivîsîye sepanê hişyarî daye wê.

Ev ji te ra dibêje çi, te tehdît dike, tu alîkarî bixwazî em alîkarî bidin te.

Nûda

Piştî hişyarîya sepanê, Nûdayê lêkolînek kirîye ji bo bizanibe gelo kê bi çi zimanî û çawa nivîsîye. Ew dibîne ku her kesek bi zimanê xwe li ser sepanê dinivîse ku ev yek dibe sebeb ku êdî ew jî bi zimanê kurdî binivîse.

Nûda bi zimanê xwe dinivîse lê problemek derdikeve. Wergêra zimanê kurdî nayê kirin ji bo zimanên din ku ev jî dibe sebeb mêvanên wê tiştekî ji peyam û şiroveyên wê fêhm nekin.

Ji şiroveyên Nûdayê yên li ser Airbnbyê. Ya ku wergera wê nehatiye kirin.

Lê, digel ku peyam û şiroveyên wê bo zimanekî din nayêne wergêran, ew dîyar dike ku wê sê mehan bi israr li ber xwe daye ji bo ku bi zimanê xwe binivîse.

Mehekê min bi zimanên biyanî dinivîsî, sê meh in jî min bê navber bi kurdî nivisî. Yanî min got wê çi bike, neyê fehmkirin jî herî dawî bila sepana min bigire.

Nûda

Nûda dîyar dike ku li Amedê 70-80 bikarhênerên Airbnbyê hene ku ji wan bi tenê wê bi kurdî şirove nivîsîne ji bilî bikarhênerekî din ku wî/ê kesî/ê şiroveya xwe bi zimanekî bîyanî nivîsîye û çend peyvên kurdî tê da cih girtine.

Ew dîyar dike ku herî dawî jê ra mêvanek hatîye ku ew şiroveya xwe derbarê mêvanê xwe da bi kurdî dike û dibîne ku 20ê Îlonê êdî şiroveya wê tê wergêran bo zimanên din jî.

Ji şiroveyên Nûdayê yên li ser Airbnbyê. Ya ku wergera wê hatiye kirin.

Mêvanek min ya fransî hat. Min jê ra peyam şand gelo şiroveya min a bi zimanê kurdî li cem te çawa xuya dike. Sepana wê bi zimanê fransî ye û şiroveya min ya bi kurdî bi fransî xwendîye.

Nûda

Nûda destnîşan dike ku berî sê mehan hetanî 19yê Îlonê bo kurdî werger nehatîye kirin ku wergêr hatibe kirin jî wê nedîtîye.

Bikarhênerekî/a din yê/a kurd bi zimanê ingilîzî-tirkî şiroveyan dike ku di wan şiroveyan da bi tenê cih daye çend peyvên kurdî. Herwiha ew bikarhêner dîyar dike ku heta niha çi hişyarî ji alîyê sepanê ve nehatine ji bo nivîsîna wî/ê ya bi kurdî.

Ji şiroveyên bikarhênerekî/ê yên li ser Airbnbyê. Ya ku wergera wê nehatîye kirin.

Bikarhêner destnîşan dike ku heta Hezîrana 2023yan wergera şiroveyên kurdî ji bo zimanên din nehatine kirin ku piştî meha hezîranê mêvan bo wî nehatine û wî/ê bi kurdî şirove nekirine.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir