Mûrad Demîr piştî sê salên din li Taksim Beyogluyê tevî 3 muzîkjenan wê konserekê bide. Demîr di vê konsera xwe de wê hem stranên xwe hem jî stranên klasîk û gelêrî yên herêma Behdînanê û Botanê bistrîne.

Li gel Demir kemanjen Erdem Altinses, gîtarîst Cenk Şanlioglu û baterîjen Omer Avci dê li amûrên xwe bidin.

Muzîkjen Sîdar Ferîd wê wekî mêvan pêşiyê derkeve ser dikê û stranên xwe bistrîne. Paşê Murad Demir wê konsera xwe bide.Konser wê 2yê Adarê êvara Çarşemê saet 20:00ê li Arsen Lupen Taksimê pêk were.

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!