Konçertoya Demsalan

Bihar, dotmameke devliken e, 

Bêhna endeko tê ji porê wê û li hêvîya pismamekî doxînsist dibihure emrê wê. Bihar ji nişkê ve tê û gulên xwînî dibişkıvin di paxila vî bajarî da. Min çend xatûnên gulfiroş dîtin li taxên vî bajarê ku ji hezar gulan ra bûye goristan. Darbestên evîndaran avjenî dikirin di zeryaya çavên wan da. Her guleke di destên wan da bûbû warê kulekê. Hêsirên mîna avo bi ser gulan da dibarîya. 

Havîn, şaneşîneke avreşandî ye, 

Bi rîhana dorxemilî yan jî cêrekî derizîye ji ava qerisî. Min çend qozaxên sîng sedef dîtin li sûkên vî bajarê ku bêhna şewata pirêzeyan jê difûrîya û ezmanê şevên wê, bi senfonîya çirçirkan diqelêşî. Fanosên şevê yek bi yek ditefîyan li ber ronahîya rûyê wan ên nermîn. Çavên min li cendekên sitêrkan dilikumîn. 

Payîz, kofîya kevanîyeke koçer e,

Li ser tevneke heftreng di binê kesekesoreke lerzok da bi bayekî sivik zîz dibe. Min çend gulîsor dîtin di payîza vî bajarê ji xwe razî da mîna pepûkan diponijîn li ber dîvarên xêrnedîyan. Xêran oxira xeyalên xwe dikirin di şeveqeke çav dîndoqî da. Ciwantîya wan mîna bablîsokekê derbas bûbû, wan jî demekê bênderên dilan talan kiribûn û di şevtarîyekê da çûbun bêyî ku li dû xwe binêrin. Evîndarên wan wek xwelîyeke ji agirê xwe sêwîmayî li dewsa nêrînên wan ên şerabî mabûn. 

Zivistan, hûtekî heftserî ye, 

Li ser çiyayên çilsipî, çîrokeke bi berf û bager e, keftarekî li ber derî… Min çend perîzadeyên çîrokan dîtin di şevên dirêj ên zivistanên vî bajarî da. Ev bajarê ku dar, bendewarên kulîlkên adarê bûn. Stranên Eyşe Şan û Beytocan rêhevaltîya bîranînên rengîn dikirin. Perîzade, dizan û çîrokeke nûwaze bexşî min dikirin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir