Ingilîztan: Serokê Partiya Karkeran bûye serokwezîr

Li Ingilîztanê serokê Partiya Karkeran Keir Starmer bûye serokwezîr. Qiral Charlesê 3. îro bi awayekê fermî karê avakirina hikûmetê daye Starmerî.

Li gor nûçeya BBCyê Partiya Karkeran 412 kursî bi dest xistine. Partiya hikûmet bi rêve dibir ya bi navê Partiya Mihafazakar bi standina 121 kursîyan têk çûye.

Serokwezîrê berê Rishi Sunakî pêşiyê nameya destjikarberdanê daye Qiralî paşê daxuyanîyek daye ku gotiye ew ê dest ji serokatiya partiya xwe jî berde.

Li gor hilbijartina 2019ê Partiya Karkeran 211 kursîyên xwe zêde kirine, Partiya Mihafazakaran jî 250 kursî ji destê xwe dane.

Wêne: Hesabê Xyê yê Keir Starmerî