Li bajarê Amedê jinan starta çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanî dan.
Jinên li ber Postaxaneya Derîyê Çîyê li hev kombûn ji bo jinên girtî nameyan şandin girtîgehan.
Bi sedan zerfên ji aliyê jinan ve hatibû komkirin ye bi yek peyamek li ser hate nivisîn.
Karta wêneyên 8ê Adarê sembolîze dike jî di zerfan de hate bicîhkirin.
Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya dibêje,
Me dîsa dît ku rêxistinbûyina jinan çiqasî girîng e. Em îsal jî hîn bi xurtir 8ê Adarê pêşwazî dikin.
Jinan piştevaniya xwe ya ji bo jinên mexdurê erhêjê jî bi yek dengî anîn ziman.
Her wiha hat gotin ku, ew ê di 8ê Adarê de li herêmên erdhejê bi jinan re di nava piştevaniyê de bin.
Pîrozkirina 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan jî di sala 1972an de bi rêxistineke mezin ya bi navê “Tevgera Adarê” ya li Sidneyê hatibû kirin û destpêkir.
Piştî ku Neteweyên Yekbûyî di 16 kanûna 1977’an de jî 8 adarê weke “Roja Cîhanî ya Jinan” îlan kir.
Ji wê rojê ve di 8 Adarê de li seranserê cîhanê jin derdikevin qadan û daxwaza mafên xwe dikin.
Piştî Hilbijartinên Herêmî: Yên Serkeftî û têkçûyî26/04/202416:12 Botan International dê 5 kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bîne26/04/202413:29 Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan26/04/202413:00 Dudilîya Dijminê Sêyem û Likumîna Bîyokemalîzmê26/04/202412:26 Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04