Kulik ne humanîst bû û helwêsta xwe ya hunerî, li ser dijayetiya pergala hunerî ya li Rojavayê, bêhtir jî ya li Amerîkayê saz kiribû. Di vê performansê de Kulik, xwe xistibû dilqê kûçikekî de, qeyd û zincîr bi stûyê wî ve bûn, di nava qefesekê de dixwar, vedixwar û dirît û dimîzt. Ji kurator, galerîvan yan rexnegirên hunerê her kî bihata serdana wî, bi diranan diçû laşê wan, ewte ewta wî bû.
***
Joseph Beuys, di sala 1965an de, di performanseke xwe de (Wie man dem toten Hasen die Bilder erklärt?[*] Galerîya Schelmayê, Dusseldorf, 26 Mijdar 1965) hewl dida ku ji kîvroşkeke mirî re nexş û nemûran rave bike, kîvroşkê, bi dengê xwe yê ku hemankê dihat bihîstin, serwext bike wekî jiyan çi ye û mirin çi ye. Beuys, bi dirêjahiya performansê di jûrekê de bû, ya rast, xwe di jûrê de asê kiribû, kîvroşk bi diranên xwe pûrteve dikir, ew dirêjî erdê dikir û pê re mijûl dibû. Devîdevî sê saet ajotibû performansa navbirî, temaşevanan di pişt camekanekê re li liv û tevgerên Beuysî dihinêriyan. Solê xwe yî çepê bi kulav kiribû (giringtirîn kereseya wî bû kûlav) û zîçikek bi yê din ve girê dabû. Ji xeynî çingeçinga wê zîçikê ku serê carê piyê xwe bi erdê ve dixerxitand û hîskhîskên sivik yên henaseyê hema bibêje çu deng û dûng tune bû li hawîrdorê. Beuys, serçavê xwe hingiv û bi zêr û zîv kiribû, li dîwaran kevalin daliqandîbûn û li erdê, dareke kuhnarê ya mirî hebû. Piştî sê saetan, ango bi dû dawîhatina performansê re îda destûr dabûn ku temaşevan yeko yeko derbasî hûndir bibin. Ew li ser kursiyekê dîtibûn, kîvroşk jî di himbêzê de bû û pişta xwe dabû cemawerî.
Joseph Beuys di sala 1921an de li Krefelda li bakurê rojavaya Dusseldorfê ji dayîk bûbû, pirraniya salên xwe yên zarotiyê li Clevesê, nêzîkî sînorê Holandayê derbas kiribû û di sala 1931an de çûbû Dibistana Zimanzaniyê ya Dewletê. Di demeke berwext de serî bi şêwekarî, mûzîk, dîrok, mîtolojî, xweza û zanistê êşandibû û di henga Şerê Cîhanê Yê Yekem de, di Hêzên Asmanî yên Almanyayê de, destpêkê bûbû gerînendeyê bêtêlê, dû re di fîloyeke bombebaranê de bi topvaniyê hatibû peywirdarkirin. Di sala 1944an de firokeya wî li Qirimê hatibû daxistin, xweşbextane, bi arîkariya koçerên ji êla Teteran, ji mirinê filitîbû û ev qewimîn, bûbû vezayîna vî hunermendê qerase yê Alman. Piştî têkçûna Almanan ya di 1945an de, ingilîzan ew dîl girtibûn, lêbelê, derheqa vê bobelatê de gelek hunernûsên wekî Benjamin H. D. Buchlohî nedifikirîn, Buchloh, di nivîseke xwe de –ku di sala 1980yan de di Artforumê de çap bûbû, pirsa wênegiran(!) û rewşa wî dikir, wekî çawan piştî ketina balafirê, digel wan birînên xwe yên giran rabûye wêne dane kişandinê, gelo Teterên hûrmezin bi kamerayên xwe yên kûlavîn çirk û çirk Beuys kişandibûn? Ma ev pêkan bû? Buchloh rexneyeke din jî dikir û Beuysî, bi afirandina berhemên kirêt gunehbar dikir, yên ku xwe spartibûn îdeolojîyên nîve-faşîst, li gorî Buchlohî ev yek, ji temayula wî ya xwemezinkirinê dihat.
***
Bi dû şerî re Beuys, di Akademîya Hunerî Ya Dusseldorfê de perwerdeya Peykera Yadgarî dît û ji sala 1947an heya 1953yan, bi peykersazê Alman Ewald Mataré re, di veavakirina Almanyayê de kar kir, tevlî licneyên xêrxwaziyê yên dêr û kenîştan bû. Ji berhemên James Joyceê ayrlendî û ramanwerê Avusturyayî Rudolf Steinerî sûd wergirt, ev herdu kesayet, di berhemdariya wî de heta hetayê man. Heke em vegerin ser Wie man dem toten Hasen die Bilder erklärt?, Beuys bi nîşaneyên xurt derketibû hafa hunerhezan; hingiv jiyanê, zêr û zîv dewlemendiyê, kîvroşk mirin û fanîtiyê, kulav di ser vejena nebîn re germahiya giyanî, zîçik jî mantika sext temsîl dikir, ku niha, di sedeya me ya têkçûnan de heye ku ev kereseyana û tiştên ku li wan hatibûn barkirin, di cîhana hunerê de zêde derbirrîndar bihatana nirxandin, ‘eynî wek şamanîzma wî ya ji bîr û baweriyên Teteran mayî, bi yekê Beuys, li hemberî kelepora hunerê jî qaqibo dikir.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Di 2010an de hunermendê ermen Sarkis em çend hunermendên kurd, li Centre Pompidouyê (Parîs), xistin jûra Joseph Beuysî ya raxistî. Piştî ku deriyê biqefl ya ku bi salan girtî mabû, vekir, ji me xwest ku em her yek cotek şimikên ji hirîyê çêkirî bidin ser piyên xwe û hêja têkevin hundiro. Ji bilî pêzanînên min yên derheqa jiyan û berhemên wî de, min Beuys car bi carji devê yekem galerîst û kolektorê wî yê Alman, ji René Blockî jî dibihîst. Block, 1974an de li SoHoya (South of Houston Street) New Yorkê bi navê xwe galeriyek vekiribû, gava Beuys gihîştibû New Yorkê, arîkarên galeriyê ew li parçeyeke kulêv pêça bûn û bi ambûlansê heya bi galeriyê biribûn. Di galeriyê de çeqelek li hêviyê bû, Beuys, sax sê roj û her carê ne kêmî heyşt seatan, bi wî çeqelî re di hundirê wê galeriyê de girtî mabû. Rabûbû, rûniştibû, darê xwe yê xiloxwar di binê kulêv re derêxistibû. Sernavê performansê “Ez ji Amerîkayê Hez Dikim, Amerîka jî Ji Min Hez Dike” bû, ku bi vê helkeftê xwestibû ku dîyalogek di navbera herdu neteweyann da pêk bîne; Amerîkaya 1974an ji Xewna Amerîkayê gelekî bi dûr bû, şerê li Vîetnamê hîn nû bi dawî bûbû û civak, ji trawmayên piştî şerî re hîn ne amade bû, zordestiya ku li kêmîne, niştecihên eslî û koçberan dihate kirin, Amerîkayê kiribû du beş. Beuys, di qefesekê de bû, di nava kel û pelên li hawîrdor belavbuyî, lodên kayê, hejmarên rojnameya The Wall Street Journalê û kûmekî xirxote hebû ya ku ji baştirîn kûmçêkerê Londonê hatibû kirrîn.
Di sala 1997an de, hunermend û performerê Ukraynayî Oleg Kulik jî (1961), performansa xwe ya ‘hovdar’ ya bi sernavê Amerîka Min Gez Dike Ez Jî Amerîkayê, li ser performansa Beuysî ya navborî li dar xistibû, Kulik ne humanîst bû û helwêsta xwe ya hunerî, li ser dijayetiya pergala hunerî ya li Rojavayê, bêhtir jî ya li Amerîkayê saz kiribû. Di vê performansê de Kulik, xwe xistibû dilqê kûçikekî de, qeyd û zincîr bi stûyê wî ve bûn, di nava qefesekê de dixwar, vedixwar û dirît û dimîzt. Ji kurator, galerîvan yan rexnegirên hunerê her kî bihata serdana wî, bi diranan diçû laşê wan, ewte ewta wî bû. Avangarda li Ûrisetê bi kir û kiryarên wî re careka din bû mijara nîqaşê. Kulik, piştî salên 2000an êdî dest bi hin kar û barên nû kirin û ji peykeran heya bi enstelasyonan, bi têgihine nû û di pêwendeke ne hinde hovane de, hunera xwe domand. Bo bibîrxistinê, Kulik beşdarî li Bînela Stenbolê Ya Pêncemîn jî kiribû, ya ku bi kuratoriya Rosa Martínezê, di navbera 5ê Cotmehê – 9ê Mijdara sala 1997an de li dar ketibû.
Di Wie man dem toten Hasen die Bilder erklärt? de têgiha menewîyatê, mijareke sereke bû bêguman (wek kereste kîvroşk jî), Beuys bêdeng bû, di henga performansê de xwe ker kiribû, çi ku ramana rasyonel dawî li gelek tiştan anîbû û ew jî bi menewîyetê bersiva ramana rasyonel dida; kîvroşk, zayîn bû, nîşaneyeke zarokanînê bû, her weha a menstûrasyonê (reglê) jî. Kîvroşk li axê vedigerî, enkarne dibû, çi ku ajaleke mirî jî, ji rasyonalîzma sext a ‘hin mirovan’ baştir bû.
Hunermenda Kurd Jûjîn (ji peyva jûjî, jîn û jinê) jî di sala 1998an de di Genç Etkinlikê de, xwe di qefesekê de asê kiribû û li benda xwîna xwe bû. Jûjîn bi peyva xwe lîstibû, jûjî, jîjo, jojî, li dû mêkirina performansa xwe bû û li gorî hingê, “Mehikiya” wê performaseke qewî tûndûtûj bû ku piştî Jûjînê jî (jixwe ev performans bû, dû re dev jê berda û destê xwe ji hunerê kêşa), li ser gelek nîqaş hatibûn kirin.
Têbînî:
[*] Gelo ji kîvroşkeke mirî re nexş û nemûr çawa tê ravekirin? (n.n.)