Axir min jî nedizanî wekî gelê Tirk, li hemberî aferîdeyên derî dinyayê hinde xweşbîn, bi ser de jî hinde dilmezin û mêhvanhebîn in, ew yên ku dixwazin qira me bînin, dixwazin me bi diranan bixeniqînin!
***
Yek jî armancên sereke yên Enterpriseê keşifkirina dinyayên xerîb, lêgerîna jiyan û şaristaniyên nû, bi wêrekane çûna bo deverên mayîn bû, yên ku heya hingê ti kes bi ser ve nebûbû û neçûbûyê. Keştiya fezayî ya fermandar ya bi navê U.S.S. Enterpirse, xasma jî li jêr fermandariya Kapîtan Kirkî bi dirêjahiya mîsyona xwe, li gelek deverên fezayê geriya û pêrgî gelek şaristaniyan hat, hin ji wan şaristaniyan wilo zûbizû pêwendî (ji ber gelek sedeman) bi dinyayîyan re danenîn, ne angorî hevûdin bûn, yan (wek asta şaristaniyê) ji wan pêşketîtir yan jî paşketîtir bûn, di herdû barûdoxan de jî bi armanca ku dinyayîyan têxin bin nîrê xwe yan ji kokê de tune bikin, tevdigeriyan. Kapîtan James T. Kirk (ye’nî William Shatner, di rêzefîlmê Star Trekê de, ku di sala 1966an de dest bi weşanê kiribû, wek kapîtanê Enterpriseê nav dabû), di wan pênc salên fermandariya fîloyê de (Fîloya Stêrkan), ji bo nêrînên derheqa erk û wacibên kapîtanekî fezayê veguherîne, gelekî cehidand, beşên wek “Balance of Terror” û “The Doomsday Machine”yê, berra jî serkeftî bûn, piştî malnişîniyê, yekî di hinkûfê wî de derneketibû. Bêgûman, di wan lêrasthatinîyan de Kapîtan Kirk, li ser navê mirovayetiyê tevî dipeyivî, lêbelê, ew yekî Amerîkayî bû û di pêşbirka fezayê de jî nûnerê dewleta xwe bû. Ne bêçûne bû, bi dû dawiya salên 50yî, di navbera Amerîkayê û Yekîtiya Sovîyetê de şereke din dest pê kiribû, sînorên qada şerî firehtir bûbûn û feza (di ser venasîna wê re dewlemendkirina senayiya çek-rehalan) bûbû qadeke dramatîk a vî şerî. Ye’nî şerê li fezayê, pêşbaziya ku armanc jê avakirin û berfirehkirina çanda popûler bû, leztir û xedartir kiribû.
Baş e, sînorên zanist û nijadperestiya di zanistê de ji ku dest pê dike û li ku diqede? Mirov, di mijara fenomenên nolî derî dinyayê de jî (em bibêjin li ser xebatên nîv-zanistî) dikare wek nijadperestekî/ê tevbigere? Aya pêwendiyeke çawan di navbera aşopiya zanistî û nijadê de heye, yan aşopî (di wateya fictionê de) bixwe wê wêrekiyê dide meriv? Mînak, yek jî dahênerên pardar ya transîstorê zanyar William Shockleyê Amerîkayî, sîlîkon anîbû Newala Sîlîkonê, Shockley di heman katê de nîjadperestekî rûqayim bû, di sala 1956an de Xelata Nobelê a Fîzîkê wergirtibû. Heke xebata wî nebûya, dê zanînkarîya nûjen û ragihandin jî tunebûya. Shockley berevanê ojeniyê bû ji wî tirê, reşik ji hêla nijadê ve li jêrê bûn. Zanyarê Amerîkayî James Watson jî –ku di warê DNAyê de rêyeke nû vekiribû, seba şiroveyên xwe yên berhevdanbar yên derheqa nijadê de ji nasnavên xwe yên fexrî bûbû. Ezîz Sancarê xûdtirk jî, pêşî çûbû serdana Ülkü Ocaklariyê, dû re xelata xwe radestî Serkana Giştî ya Leşkerî kiribû. Mîthat Sancar jî li ser navê mirovayetiyê, li ser navê welatê xwe (Tirkîyeyê), li ser navê malbatê, bextewar dibû.
***
Di kitêba Haluk Egemen Sarıkayayî ya bi navê Ufo Gerçeği, Niğde-Aksaray Olayıyê[1] de –ku di sala 1982yan de li Stenbolê çap bûye (heman sal li Tirkîyeyê kovara Nokta û Show TVyê dest bi weşanê kir, Nelson Mandela Xelata Ataturkî ya Navnetewî bi şûn de vegerand, serokê berê a CHPyê Bülent Ecevit, ji aliyê Dadgeha Rêveberiya Awarte a Leşkerî hate derdestkirin, kitêba Bertolt Brechtî ya bi navê Halkın Ekmeği (Qûtê Gel) hate berhevkirin, Tirkîye ji Fransayê dawdoza lêvegerandina derhênerê Kurd Yilmaz Gûneyî kir, bi fermana Kenan Evrenî di televizyonê de reklamên bankayan hatin qedexekirin, li Fransayê xelata navnetewî a Cino del Ducayê dan Yaşar Kemalî, Yilmaz Gûney ji hemwelatiyê Tirkîyeyê hate derêxistin, Makezagona 1982yan ji sedî 91,3 bi dengê erê hate pejirandin, PKKyê kongreya xwe ya duwemîn pêk anî, li Başûrê Kurdistanê Komkujiya Qaladizê hat yadkirin), pêşgotineke ku ji temamê agahiyên ku di kitêbê de cî girtine seyrtir û ecêbtir heye, nivîskar, piştî pêşkêşiyeke spekûlatîf a derheqa UFOyan û mebesta wan a “rastîn” de, wekî çawan di salên dawîn de li çarnikarê rûyê erdê ketine liv û tevgereke balkêş, gotina xwe a dawî tîne bi rûdava Niğde-Aksarayê ve dike ya ku di çapemeniya herêmî de jî cih girtiye; “Ji xeynî rûdanên Sêlikên Fironek yên ku di çapemeniyê de cî girtine, bi hezaran rûdanên ku hatine bincilkirin (û ji gel hatine veşartin) jî hene, ev tiştana xasma jî li welatê me rû didin û hejmara wan jî her diçe zêdetir dibe. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê li hemberî feraset û zanîna dostên me yên fezayî her tim vekirîye, dê bi awayekî hogirane pêşwaziyê li wan bikin.”[2] Bi tirs û şayîşa ku min hevok şaş xwendibe, ew ne Tirk, lê Swêdî bin, ne ji Aksarayê, lê ji Kopenhagê bin, careka din lê vegeriyam, nexêr, nivîskar qala “Tirkan” dikir û ji bo piştrastkirina gotinên xwe, Walîyê Niğdeyê, Qeymeqamê Aksarayê, Serefserê Garnîzonê û Amirê Emnîyetê jî dixist navê. Axir min jî nedizanî wekî gelê Tirk, li hemberî aferîdeyên derî dinyayê hinde xweşbîn, bi ser de jî hinde dilmezin û mêhvanhebîn in, ew yên ku dixwazin qira me bînin, dixwazin me bi diranan bixeniqînin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
“Bi awayekî hogirane…”, çima na!? Lewre heya roja îro, ti afîredeyeke fezayî çi rewa çi nerewa, dawdoza tiştekî nekiriye ji gundiyekî Tirk, herî dawî (li gor nûçeyên hingê) li gundê Narlıyê (ya bi ser Eşmeya bajarê Uşakê ve), gundiyên bi navê Fevzi Can, Selma Can û Ayşe Topaloğlu, kûç û kevir li aferîdeyê barandine ku bi qasî pênc mîtroyan ranezîkî wan bûye, li gor îfadeyên şahid û şihûdan, aferîde bixwe jî biqasî pênc mîtroyan bûye, piştî êrişê lezelez li keştiya xwe siwar bûye, heya bi depoya avê bilind bûye û dû re, berê keştiya xwe daye Navçeya Ahmetleran, virt û winda bûye! Wêneyekî robot jî hatiye çêkirin; kincekî jelatînî û şerîdekî zer bi singî ve, lingên sor û serîyek mezin. Heke kesk jî hebûya, di wê baweriyê de me ku gundiyan dê muameleyê terorîstan li gel bikirina, axirsongî afîredeyê me kirasê mirinê çirandiye, xwe ji pasvanên Roma Reş yên heta hetayê xelas kiriye.
Ne bi tene ev jî, dîsan li gor nivîskêr, di sala 1959an de li esmanê Diyarbekirê, li raserî Hêzên Hewayî ya Sêyemîn, berêvarî, cismekî rewneqdar peyda bûye, çend saet wilo li cihê xwe asê maye, dû re Mîrlîwa Suat Eraybar bi jetekê siwar hatiye û berê jetê daye cismî, xwestiye ranêzîkî cismî bibe, lêbelê cism jê bileztir derketiye. Dê û bavê peyayekî bi navê Haluk Egemen jî, di wê hengê de bi dûrbînê li bûyêr temaşe kirine. Cism nolî hermîyekê bûye filan û bêhvan. Tiştek ji vê meselê dernektiye.
***
Havîneke Kurdistanê, li Licê, li hewşa bereqeyekê, ji hêlekê ve bi guhdîkî guhdariya çîroka sêla asmanî ya li banê Licê xuyakirî dikim û ji hêlekê ve jî dicehdînim ku gilîgotinên dayîkekê bi kameraya xwe bikişînim (dû re ez dê wê tomarê, bi tevê ya li Birqleynê winda bikim). Sibeheke hênik a xweş e, bayekî nermik digobile ji aliyê çiyê ve. Wîtewîta teyr û tûran, vizzîna kêz û mêşan, mirremira gulî û pelên darûberên li hewşê ye. Dayîkqala wê sêla asmanî dike ya ku berdestê sibehê, ji nîşka ve li ser girî nûma bûye. Bûka nû bûye hingê, xwesû jî li nik bûye. “Berdestê sibehê bû, me hevîr li tenûre dixist ku bigihînin taştê, bi carekê re ewt ewt bi kûçikan ket, dîk û mirîşkên me her yek bi cî kî de reviyan, pisîkên li dor teştê hêvîr xwe gijomijo kirin. Bayekî xerîb rabû û kir ku spîndarên li rasta zeviyê xwe bi rexekê de daqûl bikin. Min bi van çavan dît, fena sêlê bû, gelek mezin xuya dikir, lambeyên piçûk di binê wê de bûn û tev jî vêxistî bûn. Çi deng û beng jê nedihat, jixwe me nezanî bê ji ku derket, me hew dît li perê esmên e û li dora xwe çerx dibe. Ez tirsiyam, xwesûya min got, Leyl û Mecnûn e, salê çend caran nêzî hev dibin, digihijîn mirazê xwe, wisa ez arxayîn kirim heya ku winda bû, bû pariyek nan, wisa bi carekê re û nema hat.”
Divêt li xwe mikur bêm ku ez meraqdarê çîrok û metelokên wehakî bûm (erê lê, dayîka min jî qala tiştekî dikir, hîn çaxa li Cizîrê bûye, daketiye qatê jêr ku cerê avê bigire û bibe serbên ji kekên xwe re, bi carekê re jûra zilûmat bi ronahiyeke kipîkesk vebiriqiye, şêx û meşayîx bûn, digot, hîn jî wisa dibêje) lê ew a li Licê her çi be û ji kîjan galaksiyê hatibe, piştî ewqas qonaxan, navçeyeke Kurdistanê jî (Licê bi her awayî mexdûr bû) ji xwe re kiribû ziyaretgeh. Çîrokek çawa bi barûdoxeke derasayî ve tête girêdan? Di hinek barûdoxan de, çîroka di nav çîrokê de, tevlî çalakiya tevna qewimînên çîroka der dibû, mînak, çîroka Edgar Allan Poe ya bi navê The Fall of the House of Usherê bi vê tevnê ye, vebêj di nava çîrokê de çîrokan dixwîne, ev bandorek li rasteqîniya çîrokê jî dike, kirasekî havîbûnê lê dike. Her weha, di çîrokên Kazuo Ishigoruyî de jî “havîbûn” wek tevneke bingehîn derdikeve pêş, qerekterên di çîrokên wî de gelek caran ji ‘bêgavî’ û ‘jixweber’ vedigerin rabirdûyê, wekî serwext bibin bê di kîjan demê de dijîn û amrazên wê yê yên têgihanê çi ne. Windayiyên ku di rabirdûyê de jiyane, pirê caran wek bîranînên ku ji nîşka ve derketine holê, li wan vedigerin. Çimkî, “havîbûn”, bi mêtingeriyê re tê û em dizanin Ishigoru li dijî siyaseta Amerîkayîkirinê ye.
Belê, ji mêj ve bû ku di bîra min de bû wekî herim Licê, ji yekrûtiya şev û rojên Diyarbekrê bi dûr kevim, dost û hevalan bibînim, bi tevî kelûmelên xwe yên dîjîtal derkevim ger û geştekê li binetara çiyê, xwe berdim gelî û gêdûkan, têkevim avê, neqş û nimûrên li têketa şikeftê bi çavên seriyan bibînim, xwe bi bîhna mîstîk ya xwezaya Licê perû bikim, gêjomêjo bibim, li ser pişta zinarekî pal bidim, li banê ezmên zûr bibim û hêdî hêdî aram bigirim. Ji mêj ve bû ku di bîra min de bû wekî çîrokê ji devê kesa yekemîn tomar bikim, bê çi dîtibû, bi tena serê xwe bû yan bi hinekan re bû? Ma sêlên asmanî heya bi Kurdistanê jî dihatin? Sedem? Çi li Kurdistanê hebû wekî dêhn û bala wan cuniyên ku ji derveyî dinyayê dihatin, bikişîne? Çima Licê? Ma ne bi tenê li Amerîkayê peyda dibûn? Li derdora navenda mezrekên nûkleer û leşkeriyê? Li gor agahiyên ku di rapora Navenda Lêkolînê Ya Pewê de cî girtiye, devîdevî ji %65ê Amerîkayî, bawerî bi jiyaneke xweyhiş ya li gersitêrkên dinê dianîn.
Axir em bi rê ketibûn, heya bi derekê bi tirimbêlê, dû re hilkişiyabûn girê ku şikeft lê bû, min berê kamerayê dabû zinaran, deverên asê, mirovin geştyar hebûn, yekî zerik î çap î çeleng bi ingilîzî gilîgotinan dikir ji rêberê xwe re, min silavek dayê, ew jî kê destê xwe bilind kir, dû re bi kurmanciyeke fesîh pê de çû, got; “Ez ji Awistralyayê têm, navê min Mihemed e, yanî piştî ku ez bûm misilman min navê xwe jî guherand. Mixabin kurd li dîroka xwe xwedî dernakevin…”, wilo qet qetî, bi niçeniç, piştî van gotinan, bûbû pariyek nan, na, ne ku bi carekê re ji ber çavan winda bûbû, xwe bi lezelez berda bû dalaneke teng.
Wek min got, ne di xema min de bû ne hejmara wan û ne jî hejmara ramawerên komployê yên têkildarî mijara Area 51ê, bêhtir li ser mijara bawerîpêanînê û vê çandê hûr dibûm, li ser wext veqetandinê, rojevê, ango tiştên ji vir heya Licê dûrî civaka me. Ne bi tenê li vir jî, hîn gava li Berlînê bûm, şevekê li bareke derdora Prenzlauer Bergê, min ji xwediya barê pirsî bû wekî ciwan û ciwanikên Elman di cihên wehakî de li ser çi giliyan dikin û çi enenedikin. Gotibû “Siyaseta Amerîkayê ya di derbarê UFOyan û Area 51ê de.”
“Û hûn? Hûn li ser çi dipeyivin?”
“Em hîn negihîştine wê qonaxê Martha, dijminên me zalim in, dixwazin me ji holê rakin. Em di nav xelekên Keywanê (Satûrn) de jî dawdoza mafên xwe bikin, dê rabin ji dinyayê saroxan bavêjin me, hindî ku îmana wan ji me diçe. Henekan nakim.”
Serqisê, keştiyeke fezayî hatiye Licê. Bila bên, xwene dê ji me bipirsin!? Ji kîjan galaksiyê, ji bo çi tên ne di xema min de ye, ez mexdûrekî mêtingeriyê me, dîrokeke min a ciyawaz nîne ji ti Kurdî, tenê bila pend û şîretan li min nekin û nebêjin; “Bijî biratiya celeban!”
Têbînî:
[1] Ufo Gerçeği, Niğde-Aksaray Olayı, Haluk Egemen Sarıkaya, Uğur Matbaası, Çapa Yekan: 1982, Stenbol.
[2] PêşgotinaHaluk Egemen Sarıkayayî, heman berhem, r. 4.
*****
-
Nivîskar û hunermend. Di sala 1971an de li Hezexa Şirnexê ji dayîk bû. Di sala 1998an de Beşa Perwerdehiya Nîgarkêşiyê ya Fakulteya Perwerdehiyê ya Zankoya Çukurovayê kuta kir. Di gel ku di temenekî gelekî berwext de nasiya wî li gel karîkatur û helbestê çêbû jî, bere bere dest ji van her du waran jî kişand da ku bi hunera hevçax û wêjeya kurdî rabe. Di navbera salên 2005-2007an de beşdarî bernameya pevguherînê ya hunermendan a Transfer 07ê (Munster-Almanya) bû, ya ku bi destê Sekreteriya Rewşenbîriyê ya Ren Vestfalyaya Bakur (NRW) hate birêvebirin. Di sala 2008an de jî beşdarî Projeya Nivîskarên Bajaran a Tirkiye-Almanyayê (Munîh) bû, a ku ji aliyê Enstîtuya Goethe (Stembol) ve hate birêvebirin. Ozmen di sala 2016an de bû mêhvanê Q21 Museum Quartier Artist in Residencyê ya li Viyanayê. Di navbera salên 2017-2019an de, Zankoya Parêzgeha Montclairê Beşa Huner û Dîzaynê (Montclair, NJ), li Kargeha Navnetewî&Bernameya Kuratoriyê (ISCP, Brooklyn, NY) û li Weqfa Hunerê ya Elîzabethê (EFA, Manhattan, NY) û herî dawî, bi piştgiriya Senatoya Çand û Hunerê ya Ewrûpayê, li Berlînê kar û barên xwe yên hunerî û wêjeyî bi rê ve bir. Ozmen li Chicago, Amerîkayê dijî.
Berhemên wî:
- Eskiden Ne Güzeldi (Xwezî Bi Heyna Berê), şi'r (bi tirkî), 1999
- Şaşıracaksın (Tu Yê Matmayî Bimînî), şi'r (bi tirkî),1999
- Ağıt mı bu yaktığın? (Ma Qey Tu Dilûbînî?), şi'r (bi tirkî), 1999
- Sözüm Haritadan Dışarı (Haşa Ji Nexşeyê), şi'r (bi tirkî), 2004
- Travma ve Islahat (Trawma û Çakkirin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2007
- Rojnivîska Spinoza, roman, 2008. Spinoza'nın Günlüğü, wergera ji tirkî: Abdullah Koçal,
2014
- Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, roman, 2010. Kifayetsiz Hikâyeler Müsabakası, wergera ji
tirkî: Abdullah Koçal, 2015
- Keleh, çîrok, 2012. Kale, wergera ji tirkî: Selamî Esen, 2017
- Uykusu Bölünenler (Yên Xew Li Wan Herimî) (Xwendinên Li Ser Wêjeya Kurdî ya Nûjen),
2013
- Gramera Bêhizûr, roman, 2014
- Sevişen Kurgular (Aşopên Bi Hev Şa Dibin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2016
- Xeyb, roman, 2016
- Qiseyên Xerîbiyê, roman, 2019
- Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê, çîrok, 2021
- Kurê Dêlê, novel, 2022
Werger:
- Kawa Destanı ve Azhî Dehaq, Arjen Arî, 2011
- Kalbim Bir Yastıktır Aşka, Berken Bereh, 2012
- Îhtar, C. Hakkı Zariç, 2022