Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Şener Ozmen

Nivîskar û hunermend. Di sala 1971an de li Hezexa Şirnexê ji dayîk bû. Di sala 1998an de Beşa Perwerdehiya Nîgarkêşiyê ya Fakulteya Perwerdehiyê ya Zankoya Çukurovayê kuta kir. Di gel ku di temenekî gelekî berwext de nasiya wî li gel karîkatur û helbestê çêbû jî, bere bere dest ji van her du waran jî kişand da ku bi hunera hevçax û wêjeya kurdî rabe. Di navbera salên 2005-2007an de beşdarî bernameya pevguherînê ya hunermendan a Transfer 07ê (Munster-Almanya) bû, ya ku bi destê Sekreteriya Rewşenbîriyê ya Ren Vestfalyaya Bakur (NRW) hate birêvebirin. Di sala 2008an de jî beşdarî Projeya Nivîskarên Bajaran a Tirkiye-Almanyayê (Munîh) bû, a ku ji aliyê Enstîtuya Goethe (Stembol) ve hate birêvebirin. Ozmen di sala 2016an de bû mêhvanê Q21 Museum Quartier Artist in Residencyê ya li Viyanayê. Di navbera salên 2017-2019an de, Zankoya Parêzgeha Montclairê Beşa Huner û Dîzaynê (Montclair, NJ), li Kargeha Navnetewî&Bernameya Kuratoriyê (ISCP, Brooklyn, NY) û li Weqfa Hunerê ya Elîzabethê (EFA, Manhattan, NY) û herî dawî, bi piştgiriya Senatoya Çand û Hunerê ya Ewrûpayê, li Berlînê kar û barên xwe yên hunerî û wêjeyî bi rê ve bir. Ozmen li Chicago, Amerîkayê dijî.

Berhemên wî:
- Eskiden Ne Güzeldi (Xwezî Bi Heyna Berê), şi'r (bi tirkî), 1999
- Şaşıracaksın (Tu Yê Matmayî Bimînî), şi'r (bi tirkî),1999
- Ağıt mı bu yaktığın? (Ma Qey Tu Dilûbînî?), şi'r (bi tirkî), 1999
- Sözüm Haritadan Dışarı (Haşa Ji Nexşeyê), şi'r (bi tirkî), 2004
- Travma ve Islahat (Trawma û Çakkirin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2007
- Rojnivîska Spinoza, roman, 2008. Spinoza'nın Günlüğü, wergera ji tirkî: Abdullah Koçal,
2014
- Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, roman, 2010. Kifayetsiz Hikâyeler Müsabakası, wergera ji
tirkî: Abdullah Koçal, 2015
- Keleh, çîrok, 2012. Kale, wergera ji tirkî: Selamî Esen, 2017
- Uykusu Bölünenler (Yên Xew Li Wan Herimî) (Xwendinên Li Ser Wêjeya Kurdî ya Nûjen),
2013
- Gramera Bêhizûr, roman, 2014
- Sevişen Kurgular (Aşopên Bi Hev Şa Dibin) (Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2016
- Xeyb, roman, 2016
- Qiseyên Xerîbiyê, roman, 2019
- Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê, çîrok, 2021
- Kurê Dêlê, novel, 2022
Werger:
- Kawa Destanı ve Azhî Dehaq, Arjen Arî, 2011
- Kalbim Bir Yastıktır Aşka, Berken Bereh, 2012
- Îhtar, C. Hakkı Zariç, 2022

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Li New Yorkê [3] (14-16ê Cotmeha 2022yan), wekî fîlmê destpêkê jî hatibû nîşandan. Fîlmê ku me di

 “Mamma li Turchi!” 

Ji bo em karibin sehneya xwe ya hunerî dewlemendtir bikin, belkî jî divê bêhtir em sûd ji pratîkên hunerî yên li Kosovayê werbigirin û ji aliyekî ve jî haziriyên xwe yên qonaxa
09/09/2024

Authors