Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?
-Min ê jê bixwesta: Gelê min bi hev bide hezkirin û bila xêra hevûdu bixwaze.
Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?
-Naxwazim hezkirina xwe tenê bidim kesekî, ji gelekan hez dikim.
Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?
-Di cîhana ku min ava bikira de wê zilm û bêdedaletî nebana. Zikê her kesî jî têr bibana.
Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?
-Qu’ran.
Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)
-Kî dixwaze, kê ji min hez kiribe dixwazim tev werin.
Herî zêde çi te xemgîn dike?
-Herî zêde rewşa millete min, min xemgîn dike. Ewqas me bedel daye, têra xwe tiştekî bi ser nexistîye.
Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?
-Min ê navê hikûmdarê Merwanî Nasrûddewle Ahmed û navê Selaheddîn Eyûbî bikola.
Te dixwest li kîjan serdemê bijî?
-Serdem ferq nake; hema bila ev serdem be.
Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?
-Gelek zehmet be jî, min dixwest dîsa vî karê xwe bikim.
Berîya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?
-Du tişt hene:
1-Dixwazim 50 salîya Nûbiharê bibînim.
2-Di eqlê min de çend pirtûk hene; dixwazim wan binvîsim.
Tu herî zêde çi xeyal dikî?
-Careke din vegerim rojên xwe yên Mêrdînê.
Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?
-Dema di wexta xwe de tiştekî nekî, paşê nikarî bikî. Tiştên weha hene.
Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?
-Min ê di navbera 4 parçeyên Kurdistanê de sînor rakira.
Serkeftina te ya herî mezin çi ye?
-Serkeftina min ya herî mezin Nûbihar e.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.