Di Navbera Berpirsyarî û Azadîyê da

Nıvîskar:
10 months berê

Gelo endamên civakeke ku ziman, edebîyat, nasname û hebûna wan a çandî di bin gefa jinavçûnê da ne dikarin xwe li konfora nivîskar û helbestvanên rojavayî bigirin û xwe vekişînin bircên xwe yên bilind? Li alîyê din di vê serdemê da berhemanîna edebîyateke partîzan û arastekirî ya li dora partî û komên îdeolojîk dikare xizmeta bihêzkirina ziman û edebîyata kurdî bike?

***

Berpirsyarîya civakî û azadîya edebî ji mêj ve ye di navendên rexneya edebî da tên gengeşekirin û her carê li gor rewşa civak û mirovan yek ji wan derdikeve pêş. Bibîranîna berpirsyarîya civakî ya nivîskaran bi piranî di demên şer û alozîyan, pêvajoyên avakirina nasnameyan û belavkirina bîr û bawerîyan da derdikeve pêş. Di demên weha da berpirsên sîyasî, dezgehên civakî û xwendevanên angaje ji helbestvan û nivîskaran dixwazin ku bi qelema xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin û roleke erênî bigêrin. Eger ev daxwaz di wîjdan, xeyal û hişê dahênerên edebî da bi awayekî xwerist û azadane reng vede wê demê di navbera civak û edebîyatê da hevgirî û hevterîbîyek çê dibe û edîb bi vîna xwe ya azad dikarin bersiveke erênî bidin vê daxwazê û bi berhemên xwe bibin berdevkên daxwazên civaka xwe.

Lê dema ev daxwaz, bi rêya spartineke sîyasî û guvaşa civakî bi ser wan da bê sepandin; wîjdan, xeyal û hişê wan ê azad tê betalkirin û bicihanîna peywireke neçarî çend çêj û xweşî bide pêkhînerên wan, ev berhem jî ew çend dikarin çêj û xweşî bidin xwendevanên xwe. Jixwe berhemên weha piştî demekê vediguherin kilîşe û diruşmeyên erzan ên bazarê ku wek bilûra ku li ber guhê gayî bê lêxistin tu karîgerîyekê li ser mirovan çê nakin û dirûvê folkloreke hevçerx werdigirin. Edebîyata serdema nazîzma almanî û realîzma sosyalîst a Sovyetê mînakên herî berbiçav ên vê yekê ne ku niha wek xeberojkên îdeolojîk ên serdemekê tên dîtin û eger hin kes berê xwe bidin wan jî tenê ji bo îbretê li wan dinêrin.

Li hember vê sepandinê, li hin welatên Ewropaya Rojava piştî bidawîhatina serdema şoreş û tevlihevîyan, wek karvedanekê li hember van guvaşên sîyasî û doktirînên îdeolojîk, di bin navê modernîzmê da çendîn bizavên edebî yek li dû yekê peyda dibin ku didin dû nûgerîyeke edebî. Ev bizav, di navbera her du cengên mezin da berdewam dibe û di bin karîgerîya reşbînîya vê serdemê da arasteya edebî ber bi berhemanîna edebîyata takekesî û noqbûna di hiş û ruhê mirovî da kûrtir dibe. Herî dawî piştî encamên xirab û reştarî yên Cenga Cîhanê ya Duyem li Ewropayê wek bêhntengîya li hember vê rewşê bi navê postmodernîzmê redkirina her cure berpirsyarîyên civakî û sîyasî di navendên edebî da cihgir dibe û kar tê wê radeyê ku ji bo pêkanîna azadîyeke mutleq hewla hilweşandina zimanê heyî û afirandina zimanekî nû jî bê dayîn da ku bikarin xwe ji barên raborîyê azad bikin. Di vê modelê da li hember nêrîna zal derxistina riwangeha şexsî û li hember îdeolojîyên serdest piştgirîdana ramanên kesî û di şûna vegêranên mezin da giringîdana bi vegêranên biçûk dibin modayên serdemî yên berhemên edebî.

Ji bilî tengezarîya li hember van şer û alozîyan û kerixîna ji barê giran ê îdeolojîyan, civakên ku qonaxa xwe ya damezirandina sîyasî û nasnameyî temam dikin, edebîyatê ji hilgirtina barê sîyasî û civakî azad dikin. Li welatên weha êdî kes ne li bendê ye ku helbestvan û nivîskar di pêkanîna projeyên mezin da piştîgirî bidin civakê. Jixwe civakên weha xwedî normên cihgirtî yên sîyasî û sivîl in ku ji bo her karekî gelek dezgeh, kom û komele hene û her yek ji wan ji bo parastina berjewendîyên beşeke dîyarkirî ya civakê hatine damezirandin. Ji ber vê ji bo pêkanîna karên weha tu pêwîstî bi edebîyatvanan namîne. Di rewşeke weha da gelek asayî ye ku edebîyat berê xwe bide sewdayeke din û li dû armancên nû bigere. Bêguman ev jî bi azadîyeke temam a hunerî çê dibe ku dahênerên edebî êdî ne bi doktirînên sîyasî û îdeolojîk, bi riwangehên şexsî û azad dinyayê û mirovan wêne dikin. Jixwe sîstema lîbaral a perwerdeya welatên weha hêz dide pêgihandina kesayetîyên azad da ku bi nûgerîya xwe ya afirîner (innovation) hêz bidin pêşketina zanistî û teknolojîk ku ji bo berjewendîya wan kesan û aborîya welatî giring e. Ji ber vê, xwendevanên welatên weha ji edebîyatê jî tiştên nûgerane hêvî dikin û li dû deqên weha digerin ku hêza wan a xeyal û ramanê pîj bide û dinyaya wan a takekesî rengîn û zengîn bike.

Di nav vê neqeba edebîyata sipartî ya welatên totalîter û edebîyata azad a welatên pêşketî da kurd çi bikin baş e ku rewşa wan bi tevahî naşibe yekî ji wan jî? Gelo endamên civakeke ku ziman, edebîyat, nasname û hebûna wan a çandî di bin gefa jinavçûnê da ne dikarin xwe li konfora nivîskar û helbestvanên rojavayî bigirin û xwe vekişînin bircên xwe yên bilind? Li alîyê din di vê serdemê da berhemanîna edebîyateke partîzan û arastekirî ya li dora partî û komên îdeolojîk dikare xizmeta bihêzkirina ziman û edebîyata kurdî bike? Gelo edebîyateke weha ji bilî çend xwendevanên angaje yên li dora van rêxistinan dê bala çend xwendevanên navxweyî û hevxem û edebîyathezên derekî bikêşe da ku kêfa xwe ji vê edebîyatê ra bînin?

Nexwe em neçar in ku bi kevirekî du çûkan bikin armanc û di ber xemxurî û temsîla ziman û nasnameya xwe ya sitemdîtî da daxwaz û kêşeyên takekesî yên mirovên vê serdemê bikin armanc. Lewra kurd êdî ne bi zindanên tarî yên serdestan qayîl dibin ne jî bi qefesên teng ên partîyên kurdî razî dibin. Endamên çalak ên nifşên nû bi rêya xwendin, şopandin û têkilîyên xwe yên civakî rojane ji dinyaya derekî agahdar dibin û xwe beşeke danebirî ya vê cîhana gewrik dizanin. Li hember vê rewşê, divê edîbên kurd poetîkaya xwe di ber çavan ra derbaz bikin û ji alîyekî ve derd, kul, hesret û xwezîyên civaka xwe bi teknîkên serdemî estetîze bikin ji alîyê din ve jî ber bi arasteya edebîyata cîhana pêşketî kar bikin.

Eger rêçikeke weha bê peyrewkirin wê demê dê di navbera xwecihbûn û cîhanîbûnê da hevsengîyek bê çêkirin û edebîyata me bi nasnameya xwe ya xweser bibe beşeke zindî ya edebîyata dinyayê. Ji ber vê em neçar in ku li dor azadîya berpirsyarane di navbera civaka xwe ya bindest a astengkirî û civakên azad ên pêşketî da pirên peywendîyê çê bikin. Wê demê bi qewlê Hacî Qadirê Koyî em dê hem hîkayeta kurdan vegêrin hem jî xwe ji arasteya edebîyata dinyayê bêpar nekin. Belkî jî ev têhilkişîn macûneke nû ya hunerî çê bike û ji her kesî ra tiştekî nû bibêje.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Zülküf Ergün

Zülküf Ergün di 1980yê da li Licê ji dayik bûye. Di 2001ê da ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012ê da ji Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê bawernameya mastirê û di 2017ê da jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtîye. Di sibata 2023yê da bûye doçent.

Ji 2012ê û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî da wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans, mastir û doktorayê da dersên edebîyata nû dide. Herweha ji 2016ê û vir ve jî di nav Koma Kurmancîyê ya Weqfa Mezopotamyayê da cih digire û piştgirî dide xebatên standardkirina kurmancîyê.

Heta niha di çendîn kovarên akademîk da gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê Bajar-Edebîyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017) û Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) û Edebîyata Kurdî ya Sovyetê (2023) çar pirtûkên wî hatine weşandin.

Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji kurdîya soranî bi navên Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî (2013), Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî (2016), Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (2019) û Ber bi Zertavê (2023) çar pirtûk kirine kurmancî û ji farisîyê jî bi navê Demsala Nan pirtûkeke çîrokan kirîye kurdî.

Te ev dîtıne?

Erdal Kaya li Berlînê bû

Duh di dema bernameyê de jî ev mijar hebûn. Geh behsa bikaranîna

Mektûba Guhdar Î. berî ew bigirî

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran

Tarîxçeyek ji şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê û rola ciwanan di vê hunerê da

Bi raya rewşenbîrên kurd şanoya kurdî ji du hêlan ve ji bo