Hefteyek li The Guardianê: Birêvebirina odeya nûçeyan çawa ye?

4 ay berê

Li kolanên Londrayê hewayekî hênik hebû, spêdeyeka zû tîrêjên rojê ew hênikîya kolanan sivik dikir, tîrêjên rojê li camekana mezin a avahîyekê diteyisî ku li ser wê avahîyê bi herfên mezin û reş “The Guardian” dinivîsî. 

Ez elimîbûm li ser ekranên computerê bi herfên biçûk nivîsa “The Guardian”ê bibînim, lê vaye bi herfên mezin li pêşberî min bû. Ez ji bo bernameya “Veguhastina Zanyarîyan” li wir bûm ku ew bername bi piştgirîya SIDAyê û bi hevkarî ya NewsLabTurkey û The Guardian Foundationê hatibû organîzekirin.

Ev bernameyeka heftane bû, ez wekî temsîlkarê dezgeha Botan International û Botan Timesê beşdar bûm. Botan International di dîroka Tirkîyeyê da tekane dezgeha perwerdeya medyaya kurdî ye. Navenda Botan Timesê li Tirkîyeyê ye û ew malpereka nûçeyên kurdî ye ku herî zêde li Tirkîyeyê ew tê xwendin.

Ew kategorîyên min hilbijartine, di hemîyan da min perwerde dîtîye. Min bi baldarî ew kategorîyên perwerdeyê hilbijartine ku nîvîyê wan alîyê min ê rojnamegerîyê nivîyê din jî alîyê min yê rêvebiriyê nîşan didin. Ez beşdarî van gotûbêj û nîqaşan bûme ku rasterast bi rojnamegerîyê ve eleqedar in: Rojnamegerîya Mafên Mirovan, Rojnamegerîya Çandî, Rojnamegerîya Hêdîka û Rê û Rêbazên Gotûbêjan. Di qada birêvebirina Medyayê da jî ez beşdarî van rûniştinan bûme: Birêvebirin û Plankirina Kargehan, Birêvebirina Odeyên Nûçeyan û Stratejîyên Dahatên Xwîneran û Modelên Karan Bo Medyaya Serbixwe.

Helbet ez dê dûrûdirêj li ser her kategorîyekê neaxivim. Di vê nivîsa xwe da, ez dê çavdêrîyên xwe pêşkêş bikim ka birêvebirina nûçeyan çawa ye li The Guardianê. Heke hûn amade bin em behsa rojeka The Guardianê bikin.

Visiting Journalists from Turkey, seen in the Guardian offices after their week long visit. The Guardian Foundation invites a group of journalists to the Guardian’s London office each year and participate in workshops with Guardian staff. 7 June 2024

Li The Guardianê birêvebirina karan çawa ye?

Bala min ewil vî tiştî kêşa, bi dehan kes li navenda nûçeyan dixebitin, qata alîkarîya teknîkê jî tê da, li hemî beşan bêdengîyeka wisa hebû ku te digot qey pirtûkxane ye. Şayet, heke li ser mijarekê axaftinek hebe jî, li her qatekê odeyên cam yên îzolekirî hene, di wextekî tayînkirî da ew derbasî wan odeyan dibin li ser mijarên plankirî diaxivin û paşî her kesek vedigere ser maseya xwe ya şolî.

Heta niha min şahidîya tiştekî wiha nekiribû, min dît ku xebatkar derbasî qebîneyên cam û biçûk dibin û ew li wir bi telefonan an jî vîdeoyan gotûbêjan dikin. Tu kes ji tu kesî ra behsa giringîya bikaranîna demî nedikir, û tu kesî jî xwe mecbûr nedîdît behsa wê çendê bike ka mirov çawa hev aciz nake û atmosfereka baş bo xebatê ava bike, ev yek wekî rewşeka rûtîn û ji rêzê her berdewam bû.

Ez wekî xwînerekî The Guardinanê heyranê wan im, min berîya niha jî li wê rojnameyê nivîsîye û fikserî bo wan kirîye ji ber wê yekê jî ez aşkera dibêjim ku ez dê di vî qismê nivîsa xwe da bê teref nebim. Ji ber vê yekê jî ew qismên ku nêzîkatîya min ya hestîyar îfade dikin, ez dê bo xwe bihêlim û ez dê çavdêrîyên xwe bo we pêşkêş bikim.

Saet 08:00an Çêkirina Lîsteyan

Aoron Sharp, edîtorê beşa nûçeyan bi sebr û dilnizmî behsa birêvebirina navenda mezin ya nûçeyan kir û ew şansê min hebû bibim şahidê hindê, ez dê hinekî din jî bibim çavê we xwîneran.

Edîtorê her beşekê (Çand, Tenduristî, Polîtîka, Rojev û hwd.) saet 08:00an lîsteya nûçeyan çêdikin. Edîtorên beşan ji bo çêkirina vê lîsteyê ligel edîtorên beşên din dicivin û yên ku li derva ne jî bi telefonê ligel wan diaxivin. Mijarên ku potansîyela wan a nûçeyan heye, dibin lîste. Pêşnîyazên nûçeyan berhev dikin, yên ku li derveyî ofîsê ji terefê rojnamegeran ve têne kirin.

Du hesasîyet hene ka kîjan mijar dikeve nav lîsteya nûçeyan. Hesasîyeta ewil, divê mijareka wisa be ku di kategorîya xwe da li dezgeheka din ya medyayê cih negirtibe an jî divê heman mijar ji alîyên cuda ve hatibin nirxandin. Bo nimûne edîtorê polîtîkayê, li beşên polîtîkayê yên weşanên din dinêre û baldar e ku ew mijar xwemalî be.

Ya duduyan jî, ji bo ku di nav beşên din ên rojnameya The Guardianê da derkevin pêş, ew berê xwe didin wan mijaran ên ku giringîyeka wan heye bo malperê û xwemal bin.

Saet 09:00an Civîna ligel Birêvebirî/ê 

Li gorî axaftina Aoronî “ her kesek vî tiştî dixwaze ku mirov bi lîsteyeka baş beşdarî civînê bibe!” Birêvebirê weşanê, weşanên hemî beşan dixwîne û wisa tê. Ji ber ku hemî beş, bi hemî hêz û qeweta xwe bi beşa xwe ve mijûl in, birêvebirê weşanê bernameya giştî ya weşanê vedibêje. “Ew, derbarê xetayên basît yên edîtorîyal, typîng û serenavan da naaxive. Hinek edîtor hene karê wan ew e. Birêvebirê weşanê tenê çarçoveya giştî vedibêje.

Edîtorê her beşekê lîsteya di destê xwe da datîne ser masê. Birêvebirê giştî bi tenê pêşnîyazan dike an jî hema bi tenê guhdar dike. Carinan edîtorê din jî pêşnîyazan dikin. Birêvebir notên xwe digire û ev civîn gelek zû diqede. Her kesek dest pê dike lîsteya di destê xwe da amade dike.

Saet 10:00an Konferansa Spêdeyê

Ev çand tenê aîdê the Guardianê ye. Ne tenê edîtorên beşan beşdar dibin di heman demê da her kesek beşdar dibe. Ew roja ku ez beşdarî civînê bûm, wekilê/a birêvebirî/ê civîn bi rê ve bir. Birêvebir, di vê konferansê da bernameya giştî ya malperê, xwendin û tiştên ku derketine pêş vedibêje. Beşdar derbarê mijarên rojevê da nîqaşan dikin ka divê mirov çawa nêzakatîyê lê bike. Nîqaş/sohbet, esasen wekî hişbazîyê ye ku di atmosfereka bêdeng da kesek diaxive yên din li benda dora xwe ne ku fikrên xwe pêşkêş bikin. Ji ber ku rica kirine, ez nikarim hûrgilîyên zêdetir bidim û ez dê behsa tu mijaran nekim yên ku li wir hatine axaftin.

Saet 12:00an Civîna Navrojê

Tenê edîtorên beşan beşdarî vê civînê dibin. Raporan didin birêvebirê weşanê, derbarê rewşa wan nûçeyan da yên ku spêdeyê biryara wan hatibû dayîn, yanî edîtor behsa nûçeyên xwe dikin ka di çi astê da ne.

Heke di navbera her du civînan da bûyereka derasayî rû dabe, hema ka çawa ji alîyê maseya weşanên zindî ve tê piştrastkirin (texmînî di navbera 20 deqîqeyan da) derbarê wê bûyerê da nûçeyek diweşe. Heke bûyera berbehs gelek giring be, ligel edîtorê wê kategorîyê biryar tê dayîn ka divê çi bê kirin. Hetta heke lazim bike ew biryarên ku spêdeyê hatine wergirtin têne bipaşxistin û hetta tên betalkirin jî.

Saet 16:45an Civîna Berêvarê

Edîtorên beşan dîsa ligel birêvebirê weşanê dicivin. Ew diaxivin ji bo hamleyên dawî yên nivîsan. Mijar têne dîyarkirin bo ew edîtorên bi şev saet 18:00an tên û mijaran teslîmî wan dikin

Baş e, ew tiştê ku li Ingiltereyê pêk tê çêdibe ku li vir jî pêk bê?

Di hemî civînên edîtoran da, wan di axaftina xwe da ev hevok digot: 

“Ez ji te ra bibêjim ka em çawa vî karî dikin, tu biryara xwe bide ka tu dê çawa pêk bînî û tetbîq bikî” Di vî qismê nivîsê da, ez jî dê hevokeka nêzikî vê gotinê bibêjim. Tiştên min dîtine û fahmek jê kirîye dibêjim, biryar ya we ye ka hûn dê çawa binirxînin.

Me ji bo Botan Timesê hewil da “ji xwîneran dahatekê bi dest bixin”. Bi rêya Google Reader Revenue Manager, di mehekê da 45 aboneyên me çêbûn.

Esasen, agahîyên nû ku ez fêr bibim kêm in lêbelê çend astengî li pêş min bûn ku ez wan derbas bikim. Di salekê da me telîfa 1300 gotaran da, ev ji bo me cihê şanazî û serbilindîyê bû ku me ji milyonekê zêdetir pere da. Lêbelê me xwe dida paş ku em ji xwîneran alîkarîyê bixwazin û naverok û gotarên Botanê jî vekirî ne. Di karê rojnamegerîyê da, qismê rojnamegerîyê di heman demê da ji bo kurdî têkoşîna hebûnê ye û jixwe halêhazir nivîsên kurdî kêm in, ne durist jî bû em nivîsên kurdî bikin bi pere. Vê yekê jî sebebên xwe yên makûl hene. Li gorî daneyên TUIKê, li Tirkîyeyê 1866 rojname û 2182 kovar çap dibin. Di nav vê hejmarê da, ne kovareka nûçeyan a kurdî heye ne jî rojnameyeka rojane ya kurdî heye. Di nav lîsteyê da tenê Xwebûn heye ku ew heftane weşana xwe dike. Li gorî RTUKê, li Tirkîyeyê 477 kanal weşana xwe dikin. Di nav van da, tekane kanala neteweyî TRT Kurdîyê tenê bernameya nûçeyan heye, ew jî kanala dewletê ye.

Me jî stratejîya The Guardianê li ser xwînerên kurd ceriband û me piştgirî ji xwîneran xwest ku hemî naverokên Guardianê vekirîne û rewşa xwe bi aşkerayî parve kirine ligel xwînerên xwe. Me aşkera ev nivîsîn: Berdewamîya bi fonan rîskeka mezin e, aniha fonderek nîne ku piştgirîya me bike û pêdivîya me bi pereyê wan heye ku em telîfan bidin. Me bi kurdî, tirkî û ingilîzî vegot ka çima giring e heqê keda emekdarên fikrî yên kurdî, nivîskar û rojnamegeran bê dayîn û ka çima em piştgirîyê dixwazin. Gelek zehmet e hema meha ewil mirov tesbîtekê bike lêbelê aşkera ye ku ev hamleya me ya erênî tiştên erênî bi xwe ra anîne.

Ev nivîs ji malpera NewsLabTurkeyê hatîye wergirtin û wergêra wê ji alîyê Engin Ölmez ve hatîye kirin.

Bi Ingilîzî bixwîne

Dema Murat Bayram li Zanîngeha Koleja Londonê (UCL) di bernameya salane ya Weqfa The Guardianê, li ser medyaya Kurdî û karên Botan Internationalê diaxive.

Wêne: Alecsandra Dragoi / Weqfa The Guardianê


Dema Murat Bayram li navenda rojnameya The Guardianê bersiva pirsên beşdar û edîtoran dide.

Wêne: Linda Nylind / The Guardian


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Te ev dîtıne?

Romana Kurdî û Rexne 1: Mehmet Uzun, Baz û Kevok, Eşqa Dilê Rezîl

Kundera di metneke xwe de dibêje, “roman berhemeke Ewropî ye û milkê

Notên Hefteyê: Mamoste ‘Hûn’ çawa ne?!

I. Çima kurt dinivîsim Di hevpeyînekê da ji nivîskarê tirk Oğuz Atay

Huner: Stargeheke Rengîn

Mirovên dîn û hunermend, li hemberî norm û qanûnên civakê, bi rastiyên