Rokê serê sibeyê em giş di dersa ewil de bûn me hew dît bi cemseyan esker kişyan ber mektebê. Yuzbaşiyekî bi qamçî li ser serê wan bû. Bû reperepa wan û ketin hundir. Odeya mudûr û ya mamosteyan jî tev ketin temama pol û odeyan. Nasnameyên me berhev kirin, li çenteyên me nerîn û ser me sax kirin. Dûre em heştsed xwendekar dan ber xwe û derxistin derve. Li himberî mektebê li nav erdekî vala em tevde wek mîhan mexel kirin. Esker li dora me di ber hev de wek kevirên dîwara rêz bûbûn.
***
Serê salên 70yî bû. Em xort bûn xwîna me germ bû û di çermê xwe de hilnedihatin. Me dixwend em digeriyan û her dipeyivîn. Em wer li ser rêyan bûn, tiştên em hîn dibûn me dixwest ji xelkê re bibêjin. Zanebûn û tecrûbeya me kêm bû lê em pir hestiyar û bi heyecan bûn. Wê çaxê ji bo zimanê kurdî talûkeyeke weha mezin tunebû, zarokan lîstikên xwe bi kurdî dilîstin û jixwe dê û bav jî bi kurdî dipeyivîn. Hîn zêde hişmendiya neteweyî kêm bû, em jî bi giranî li ser merseleya neteweyî dipeyivîn. Hin hevalên me yên biemir, ji me mezintir carna digotin, ‘‘heta deh salan em ê azad bibin!’’ Weha bawer dikirin û me jî ji wan bawer dikir. Em bi ber bayê vê gotinê ketibûn û diçûn, ecêb kêfa me dihat, em bûbûn wek çûkên li ber firê, emrê me gişan li dora bîstan bû û di sî saliya xwe de me yê Kurdîstaneke azad bidîta.
Dawiya salên 70yî bû. Ji bo welatekî azad du salên me mabûn. Ji Dêrikê ez û hin heval em li Mêrdîn li Enstîtuya Perwerdeyê xwendekar bûn. Hejmara xwendekarên li enstîtuyê wek heştsed kesî hebû, bi tevayî em ji derdora Mêrdînê bûn. Herçikas perwerdeya bi zimanê tirkî bû jî me çûyina zanîngehan li hevalên xwe qedexe nekiribû. Bo eskeriyê jî em eynî tiştî difikirîn, me hevalên xwe serbest kiribûn. Lê min wek qerareke şexsî digot bi tu awayî ez ê ji dewletê re eskeriyê nekim. Bi kîjan aqilî û bi çiyê xwe bawer bûm min weha digot ez jî nizanim.
Li nava xelkê çiqas rêxistin, gurûp, komele û fikrên siyasî hebûn tevde li enstîtuyê jî hebûn. Me ji her kesî re propagandaya grûba xwe dikir. Li ser hinek meseleyan em nêzî hev difikirîn lê fikrên me yên dûrî hev jî hebûn. Hîn zêde li ser fikrên derveyîn me li hevdu nedikir. Nêrîna li Rûsya û Çînê ji bo me tevan ferqiyeke girîng bû. Li enstîtuyê bi navê ‘Kurtuluş’ gurûbeke çepa tirka jî hebû, di nava erebên Mêrdîn û Qoserê de bi hêz bûn. Çepên tirkan li bajarên bi tevayî kurd bûn, nikarîbûn xwe bi rêxistin bikirana, ew li bajarên bi kêmar hebûn. Wek Mêrdîn, Qoser, Erxenî, Riha, Entab, Meletî, Mereş, Elezîz, Dêrsim, Erzerom, Qers, Ixdir… Vê meseleyê bala min dikişand, mijareke hêjayî lêkolînê ye, gelo ji bo çi kêmarên li Kurdîstanê ji kurdan zêdetir meyla wan li ser çepên tirkan bû?
Avahiya enstîtuyê li nabêna Mêrdîn û Qoserê li perrê rê bû. Xelkê ji wê deverê re Îstasyon digotin, mintiqeyeke eskerî bû. Tûxayek ku ji pênc hezar esker pêk dihat, tevî sîlehên xwe yên xefîf û giran, sed gavan ji me wêdetir bû. Lê em ciwan bûn û me hê nizanîbû tirs çi ye! Sekin li me tunebû. Li enstîtuyê me belavok belav dikirin, ji bo rojên taybet bîranîn çêdikirin û çalakî li dar dixistin. Bi şev jî li dîwarên mehela Îstasyonê me slogan dinivîsandin. Ji me hebekî wêde li himberî tuxaya eskeran mekteba YBOyê hebû. Xwendekarên YBOyê ji ber ku bi şev jî li dibistanê diman, ji malbatên xwe dûr diketin û di bin bandora perwerdeya tirkî de zimanê xwe ji bîr dikirin. Me hevalan gelek wextê xwe dida xwendekarên YBOyê, em diçûn bi wan re dipeyivîn û bi dizî me pirtûk dida wan.
Rokê serê sibeyê em giş di dersa ewil de bûn me hew dît bi cemseyan esker kişyan ber mektebê. Yuzbaşiyekî bi qamçî li ser serê wan bû. Bû reperepa wan û ketin hundir. Odeya mudûr û ya mamosteyan jî tev ketin temama pol û odeyan. Nasnameyên me berhev kirin, li çenteyên me nerîn û ser me sax kirin. Dûre em heştsed xwendekar dan ber xwe û derxistin derve. Li himberî mektebê li nav erdekî vala em tevde wek mîhan mexel kirin. Esker li dora me di ber hev de wek kevirên dîwara rêz bûbûn. Me pişt wan nedidît. Yuzbaşî li ser serê me diçû û dihat, fortê xwe û eskerê xwe dida, fortê dewletê dida û carê bi şîrqîn qemçî li potîna xwe dixist.
Û êdî esker ji mektebê derneketin. Li devê derî li kîmlikên me dinerîn, ser me sax dikirin, li çenteyên me dinerîn dûre em bera hundir didan. Me çalakiyên xwe yên li enstîtuyê sekinandin lê li mehela Îstasyonê bi xelkê re û bi xwendekarên YBOyê re me xebatên xwe dewam kirin. Carna jî em derdiketin li ser dîwarên şepa wan xweş, me slogan dinivîsandin: Kurda re Azadî û Kurda re Azadî…