Çîçekê Çîçekê Mem Ararat û Çend Çîçekên Din

26/09/2023

Gorey xatirayên Arif Keskiner, Meral Okayê îlhama şiîra Yine Mi Çiçekê ji gotineka wî sitandiye. Arif Keskiner ku tim vedixwariye û ji dora xwe re digotiye, yine mi güzeliz yine mi çiçek, em dîsa çiqas çeleng in, em dîsa çiqas çîçek.. Strana sala 2000î, 2004an ketiye fîlma Duvara Karşı ya Fatih Akın jî.

***

Talîya Nîsana 2023yan e ji sal û zemanan. Mem Ararat li sahneya Volkswagen Arenaya Stenbolê bi dil û aqilê mest li heyranên xwe dinêre û bi reqseka sade û samîmî ji wan dixwaze ku ew bo strana Çîçekê Çîçekê vokalîstîyê bikin.

Çito ku şair Rênas Jiyan di şiîra xwe ya meşhûr Janyayê de ji wê xwestiye ku ew ji nalînên wî re vokalîstîyê bike, Mem Ararat jî eynî werga, di eslê xwe de bo nalîna xwe vokalîstîyê dixwaze, lê atmosfera konserê ji nalînê zêdetir, kêf û kenînê çêdike.

Di konserê de bi hezaran heyran, bi hev re strana ji hêla Botanê distirên: Çîçekê çîçekê, nazdarê çîçekê, nesîbê me nebû, negihan hev çîçekê. Heyranên ji her rengî, her dengî nîşanên şeveka tarîxî didin kamerayan. Mem Ararat, ji xwe û ji heyranên xwe razî, di talîya stranê re dibêje “çav-xwarîyayo” û çepik û zilxit û fîtik û fîskanî tên.

Payîza 2023yan e. Volkswagen Arena radigihîne ku Mem Ararat dê meha 10an li Stenbolê konsereka din bide û hema bêje mehek berî konserê, meha 9an bilêt gî hatine firotan, nemane. Konserên li Volkwagen Arenayê, bilêtên çend hefteyan berî konserê qediyane, tev raber dikin ku Mem Ararat bi performansa xwe ya muzîkê, xwe kiriye çîçekek û klasîkek ji niha ve li Stenbolê.

Ew Stenbola, çîçekekê jî bi şiîra Meral Okay, bi besteya Ara Dinkijan, bi dengê Sezen Aksu û Cihan Okan zane. Strana ku nav Yine Mi Çiçek e behsa eşq û meşqê, behsa mişterî, midawîmên meyxaneyên Stenbolê dike.

Gorey xatirayên Arif Keskiner, Meral Okayê îlhama şiîra Yine Mi Çiçekê ji gotineka wî sitandiye. Arif Keskiner ku tim vedixwariye û ji dora xwe re digotiye, yine mi güzeliz yine mi çiçek, em dîsa çiqas çeleng in, em dîsa çiqas çîçek.. Strana sala 2000î, 2004an ketiye fîlma Duvara Karşı ya Fatih Akın jî.

Arif Keskinerê bi nivîskarên mîna Mehmed Uzun û Yaşar Kemal re rabûye rûniştiye, dibêje ew berê bi navê Komunîst Arif dihatiye naskirin, lê ew dûra jiber gotinên xwe yên ser çîçekan, bûye Çiçek Arif di devê milet de. Û tê gotin ku navê fîlma Sinan Çetin, Çiçek Abbas bi tenê Abbas bûye di serî de, lê çavê wî li Çiçek Arif ketiye û gotiye bira navê fîlmê bibe Çiçek Abbas

Etîmolojî dide zanîn ku çîçek peyveka Tirkîya kevn e, edebîyat dide zanîn ku ji klasîkên Kurdî Melayê Bateyî gotiye, çîçeka baxê îrem şox bejn û bala kê yî tu, hem çîçekê çîçekê nazdarê çîçekê, hem em dîsa çiqas çeleng in, em dîsa çiqas çîçek. Çîçek.

Çavkanî:

Arif Keskiner, Yine Mi Çiçek, Can Yayınları, İstanbul, 2003.

Rênas Jiyan, Janya, Weşanxaneya Belkî, Stenbol, 2018.

***


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji candarên din cuda ye. Ziman wek