
Zülküf Ergün
Zülküf Ergün di 1980yê da li Licê ji dayik bûye. Di 2001ê da ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012ê da ji Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê bawernameya mastirê û di 2017ê da jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtîye. Di sibata 2023yê da bûye doçent.Ji 2012ê û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî da wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans, mastir û doktorayê da dersên edebîyata nû dide. Herweha ji 2016ê û vir ve jî di nav Koma Kurmancîyê ya Weqfa Mezopotamyayê da cih digire û piştgirî dide xebatên standardkirina kurmancîyê.Heta niha di çendîn kovarên akademîk da gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê Bajar-Edebîyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017) û Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) û Edebîyata Kurdî ya Sovyetê (2023) çar pirtûkên wî hatine weşandin.Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji kurdîya soranî bi navên Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî (2013), Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî (2016), Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (2019) û Ber bi Zertavê (2023) çar pirtûk kirine kurmancî û ji farisîyê jî bi navê Demsala Nan pirtûkeke çîrokan kirîye kurdî.
Hemî nivîsên hatîn weşandin
Di Navbera Berpirsyarî û Azadîyê da
Gelo endamên civakeke ku ziman, edebîyat, nasname û hebûna wan a çandî di bin gefa jinavçûnê da ne dikarin xwe li konfora nivîskar û helbestvanên rojavayî bigirin û xwe vekişînin bircên xwe yên bilind? Li alîyê din di vê serdemê da berhemanîna edebîyateke partîzan û arastekirî ya li dora partî û komên îdeolojîk dikare xizmeta […]
Pêwîstîya Nerîtê
Eger ji deqên edebîyata me ya hevçerx mirov nikaribe hest bi kûrahîya gotineke Melayê Cizîrî, hîkmeteke Xanî, nukteyeke Nalî, şîreteke Hacî Qadirî, êşeke Hawarê û tîrêjeke Gelawêjê bike ev nîşan dide ku aromaya nerîtê di edebîyata me da kêm e. Eger em bixwazin bi rastî jî bibin şagird û nivîskarên ziman û edebîyata xwe êdî […]
Hêz û Sûda Kanonê
Bi îlham û hêza van pêşengan tevî hemû asteng û xirabkarîyên derekî û navxweyî wek alîgirên çakî û çêkerîyê, em dikarin bi hêza kanonê bîreke hevbeş a çandî û neteweyî çê bikin. Ji bo vê, çi bi rêya tîpguhêzî û wergêrana navzimanî çi jî bi rêya xwe hînkirina zarên din be divê em hewl bidin […]
Gîw Mukrîyanî: Şopgêr û Xemxurê Peyva Kurdî
Gîw Mukrîyanî ronakbîrekî îdealîst e. Herçend ji alîyê madî ve xwe destkurt bizane jî ji alîyê samana ferhengî, wêjeyî û dîrokî ve xwe ji hemû mirovan dewlemendtir dizane. Lewra bi gotina wî mirovên dewlemend bi pereyên xwe tenê ji bo zarokên xwe dikarin koşk û serayên xweşik çê bikin lê ew û kekê wî bi […]
Husên Huznî Mukrîyanî: Stûnekî Çanda Kurdî
Husên Huznî heta mir jî ji ber van xebatên xwe nebû xwedî nasnameya welatekî lê heta dawîya jîyana xwe jî bê rawestan ji bo dozeke mezin xebitî û li dû xwe mîrateke mezin û giranbuha hişt. Baş e, di meydana ronakbîrîya me ya îro da çend Husên Huznî hene ku xema îro û siberoja ziman […]
Qedrê Qelemê
Li welatê me qelembidestên xîretkêş ji mîr û mela û şêx û serok û rêberan mezintir in û berevajî berjewendîperestîya wan, ruhê hevgirtinê ji gotinên wan dinizile. Kî dikare bibêje Melayê Cizîrî ji Mîr Şerefê Sêyem, Xanî ji mîrên serdema xwe, Hacî ji mîrzadeyên dema xwe û Peşêw jî ji serokên partîyên niha ne mezintir […]