Têbînîyên Amerîkayê – XIV: Heqîqeta li Pişt Girî jî Berevajî ye

Çi bûn gelo ev aloziyên herêmî? Namûs? Teror? Bêexlaqî? Dizî û pizî? Fîodalî? Tunebûna hunerê, yan lawaziya edebiyatê –edebiyata ku xwe di ser lavakirinê re pênase dikir–? Zordestî? Lê zordestiyeke çito? Heke em bibêjin nexweşiyek bû, nexweşiyeke bi çi rengî bû û ji kengî ve hebû?

***

NSK û avakirina dewleteke navdemî

NSK, ango Neue Slowenische Kunst, ji aliyê sê komên ku di warê huner, mûzîk û şanoyê de qewî çalak bûn, di sala 1984an de li Yûgoslavyayê hate damezrandin, ku yek ji wan Irwin, yên din Laibach û Şanoya Scipion Nasice Sistersê bûn. Bi demê re, Noordung, Kolektîvîzma Nû û Beşa Felsefeya Xwerû û Sepanî jî tevlî kolektîfê bûn. Rêbaza bingehîn a NSKyê li ser sê hêmanên giring ava bûbû; hevkarî, şêwr û mişêwra azad ya di navbera endamên ferdî û koman de û di warê çalakiyên hunerî de jî plansaziyeke hevpar.

Postera pasvanên NSKyê, Zagreb, 2000

NSK, di sala 1992yan de, ji ber geşedan û guherînên radîkal yên siyasî, yên di destpêka sala 90an de li Yûgoslavya û Rojhilata Ewrûpayê rû dabûn (bi dû serxwebûna Slovenyayê re), wek helwêsteke kolektîf bi demê re veguherî û bû Dewleta Berdemî ya NSKyê; jê û bi şûn de, dest pê kirin balyozxaneyên xwe yên berdemî danîn (li Moskovayê, Gentê, Berlînê, Saraybosnayê û gelek serbajarên din) û di sala 1993yan de jî pasaportên xwe yên taybet derêxistin.

Pasaporta Dewleta NSKyê

Dewleta xwe jî wek sazîyeke ûtopîk a bêyî ax bi lêv kirin ku bi tu dewleteke netewî ya heyî re nedihate pênasekirin,. Dewleta NSKyê di ser neteweyan re bû (her weha cûreyeke dewletê ya arişî bû jî) û her çi kesê ku prensîbên sazîyê dipejirandin (bêyî ku li nasnava wan, li ol û ayîn, statû yan tercîhên wan yên zayendî binerin) dibûn xwediyê xwe û pasaporteka dewletê. Çi bû bandora wan? Bi dû bi milyonan hevwelatî, kom û komikan, NSK li Ewrûpa, Amerîkaya Bakur û li Japonyayê deng da, ravekaran her li ser xalekê sekinîn; êdî bê qal û qîl dihate qebûlkirin ku çalakiyên NSKyê, bandoreke mezin li mêjûya siyasî û çandî ya Yûgoslavyayê (li ser bingeha çendîtiyê) kiriye. ‘Eynî fena me û hunera me!

Balyozxaneya NSKyê ya li New Yorkê

Naskirina NSKyê

Min NSK û Irwin gelekî dereng nas kir (helbet wek agahî na), di sala 2003yan de li Kunsthalle Fridericianumê (Kassel, Almanya) li jêr kûratoriya René Blockî û di pêşangeha In den Schluchten des Balkan (Di gêdûkên Balkanan de)de ku wek sernav, vedigerî navê kitêba nivîskarê ûtopîk Karl Mayî. Nexşerêya pêşangehê jî li ser rê, dever û sînorên ku di kitêbê de hatibûn sêwirandin, derketibû. Hunermendên Kurd yên bêdewlet û hunermendên Balkan belkî jî yekem car di çalakiyeke hinde mezin de hatibûn nik hev.

Koma Irwinê

Performansa Bregovîçî ezamet bû, her weha kar û barên NSKyê jî. NSK di asta dewleteke serbixwe de hatibû pêşwazîkirin, hêwana ku ji NSKyê re hatibû veqetandin, nûwaze bû, mirov di cî de diket bin bandora ruhê dewletxwaziyê; ala, pasaport, nexşe, ewraqên ji bo serîlêdanên hevwelatiyê û enstelasyonên din yên qewî balkêş. Lêbelê meseleya min ne çîrokandina pêşangehê ye ne jî pêrgîhatina hunermendên Kurd û Balkanan. Çimkî wer xuya dibû ku NSK û “dewletxwazî” tu bandorek li ser hunermendên me yên “hevçerx” nekiribû (ne li hûndir û ne jî li derveyî welêt, xasma jî li ser Bakuriyan), hûn dê bibêjin şert û merc û konjonktûr û filan û bêhvan ne wekî hev bûn, belkî jî, lê tiştekî din jî hebû ku heya roja îro jî bi awayekî berfireh li ser nehatiye enenekirin; çima nexwestin û çima naxwazin!? Belkî jî divê em vê mijarê ne di pêwenda hunera hevçerx de, li ser platformeke din û bi têgehine nû nîqaş bikin, mînaka herî baş û hişveker jî nîqaşên li ser platforma Kovara Zaremayê ye ya ku ev demek e ji aliyê dîtanevana (tîorîsyena) kurd Fexriya Adsayê ve tête birêvebirin.  

Kataloga pêşangehê, Rene Block

Ji nû ve ber bi daristanên Sîngapûrê ve

Mesele careka din dadigere tê ser helwêsta li hemberî mêtingeriyê û hiş û bîra ku li mêtingehan çandiye û vediçîne. Min yekem car di Rojnameya Xwebûnê de ji Pilingê Sîngapûrê qalkiribû, ku hîn jî wek metaforeke diltezîn e ji bo min. Lîtografa Heinrich Leutemannî ya bi navê “Li Sîngapûrê Astengkirina Etûda Rê[*]–ku di sedeya 19an de binpêkirinên mafên mirovan yên kolonyal teswîr dike, xwe dispêre rûdaveke rastîn, ya ku di sala 1835an de li lêkolerê kolonyalîzmê G. D. Colemanî û birrek mehkûmên karker yên Hindî qewimiye. Tê gotin ku di henga lêkirina rêyeke nû de tûşî êrişa pilingekî bûne. Ev tûşbûyîna ku di çapa kevirîn ya Leutemannî de hatiye sêwirîn, di heman katê de destpêka xetereya gelemşeyeke jîngehzanîyî (ekolojîk) jî destnîşan dike. Çawan? Bi projeya qirkirina Pilingên Malayayî re, çimkî qirkirina wan, nîşaneyeke hêza kolonyal bû jî. Civaknas-kurator Ali Akay (Akay, wek kuratorê Bîenala Mêrdînê ya nû hat helbijartin), di nivîseke xwe de [**], ezmûngeriya hunermendên kurd ya li Edeneyê (pêşangeha ku li Yapı Kredi Sanat Galerisiyê vebûyî), di pêwenda hovîtîyê de nirxandibû, anegorî vê nêzîktêdayînê, berhemdariya derveyî navendê (navend Stenbol bû), “hov”, “xav” û “virnî” bû.

Bêguman ev nêzîktêdayîn, ne bi tenê bi hunera hevçerx re sînordar bû (di wan çaxan de li Bakurê Kurdistanê pratîkeke hunerî ya hevçerx nîn bû, tew li Tirkîyeyê jî wek têgeh hîn nû û di ser wergerê re dihate bilêvkirin), dihat wê wateyê ku berhemdariya çandî, çi edebiyat, çi sînema, çi jî huner, tev xwe bi mohra perawêzê re (ango perîferîyê re) digihanda navendê. Li ser vê babetê, Proje4L (Istanbul Museum of Contemporary Art), bi serkêşiya pêşangehdanerê navdar Vasıf Kortunî, di 2001an de ji bo axaftinekê ez vexwendibûm Stenbolê, bi vî awayî yekem çalakiya Projeya Semînerên Hunermendan dest pê kiribû (7ê Berfanbara 2001ê), ya ku bi piştgiriya NIFCAyê (Nordic Institute for Contemporary Arts) dihate lidarxistin. Sernavê pêşkêşiya min; “Hunera ku ji perawêzê ber bi navendê ve diherike” bû.

Daxuyaniya çapemeniyê jî “seyr” bû; di daxuyaniyê de armanca semînerên NIFCAyê bi van peyvan hatibû dariştin; “… di herêmên ciyawaz de çespandina xalên ku vegotina cîgeyî lê civiyaye” û dam û dezgehên ku destekariya projeyê kiribûn, yeko yeko hatibûn rêzkirin; ji Belfastê “Catalyst Arts”, ji Osloyê “Oslo Kunsthalle”, ji Reykjavikê “Living Art Museum”, ji Helsînkîyê “muu”, ji Kopenhagê “Overgaden”, ji Malmöyê “Signal”, ji Glasgowê “Transmission” û herî dawî ji Stenbolê “Proje4L”. Di vir de tişta bala min dikişand “vegotina cîgeyî” bû, ku ev mijar di henga axaftinê de jî hat enenekirin, çimkî em yên li perawêzê (li bajarekî Kurdistanê) bûn û bi tiştine ne huner lê “mîna hunerê”, ne edebiyat lê “mîna edebiyatê”, ne ş’ir lê “mîna ş’irê” mijûl dibûn, bi hêvî û daxwaza ku (wek xewn û xeyalekê) xwe bigihînin çeperên navendê têdikoşiyan. Dev ji pûtepêdayîn yan pûtepênedayîna cimaeta pênûsgir ya Tirkan berdin, Kurd bixwe jî paxavê bi yên xwe nedikirin, ku hîn jî nakin, lêbelê êdî em nikarin wilo bi hêsanî qala Ronesansa xwe, geşedanên çandî û hunerî bikin. Dînîtiya festîvalîzmê (yan jî mihrîcanperestiyê) bi carekê re rawestiya, têkçûn, deriyên êrişkariyeke xwebixweyî li me vekir û ev bû sinc û ket hiş û hoşeyê me yê birîndar. Serqisê, em nikarin hevkariyê li gel biraderên xwe bikin, em nikarin şêwr û mişêwrên azad daynin û di navbera endamên ferdî û koman de, her weha û di warê çalakiyên hunerî de plansaziyeke hevpar saz bikin.

Aloziyên herêmî…

Axir di kitêba navborî de (bnr. Sanatın Sosyolojik Gözü, Ali Akay), nivîseke din jî hebû ya ku amaje bi vê “ezmûngeriya hovîtîyê” ya li Kurdistanê dikir; “Digel vê jî bizaveke ku pêrar derketibû, ev sale jî xwe dida nîşandan; wek ku di Pilingên Anadolîyê de berceste bûbû, Tirkîye, di warê hunerê de jî dibû dildarê geşedaneke ku ji Başûrê Rojhilatê dihat. Hunermendên ku xasma ji Başûrê Rojhilatê dihatin, aloziyên xwe yên herêmî jî vediguhestin hêwanên pêşengehan. Pêşengeha li TÜYAPê ji hêla civaknasiyê ve bi diyardeyeke seyr re rû bi rû dibe. [***] Çi bûn gelo ev aloziyên herêmî? Namûs? Teror? Bêexlaqî? Dizî û pizî? Fîodalî? Tunebûna hunerê, yan lawaziya edebiyatê –edebiyata ku xwe di ser lavakirinê re pênase dikir–? Zordestî? Lê zordestiyeke çito? Heke em bibêjin nexweşiyek bû, nexweşiyeke bi çi rengî bû û ji kengî ve hebû?

Împaratorî bi rêya zordestiyê (yan zorbetî, zorbendî, bnr. Qanatê Kurdo) tê avakirin û tê birêvebirin. Awayê vê zordestiyê jî, wek ku mînaka împaratoriyên Ewropî yên nûjen darî me dike, ji şerên ji bo fetihkirinê bigire, heya bi destdanîna li ser ax û derametan, tunekirine pergalên siyasî, aborî, çandî û civakî yên xwecihan diçe. Gelo li beramberî nêzîktêdayînên wisa, bertekên hunermendên Kurd yên ku di asta “hovîtiyê” de hatine –û tên– helsengandin, dê çi be? Ma ne divê em beriya ku li ser zordestiyê û awayên wê yên kolonyal bipeyivin, feraseta xwe ya di derbarê zordestiyê de jî vesaz bikin? Heke em bi kêşûvekêşên Žižekî bibêjin, ji bo em xwezaya zordestiyê û bandorên wê yên li ser mirovan (li vir li ser gelê Kurd, n.n.) başebaş têbigihin wekî çi ye ne çi ye, divê em (biborin, min peyva divê gelek bi kar anî) dêhn û bala xwe bidin awayên zordestiyê yên sembolîk, civakî û binyatî, yên ji aliyê pergalên îdarî û polîtîkayên aborî ve têne birêvebirin; bi gotina Žižekî, da ku karibin ji zordestiya şênber serwext bibin.

Têbînî:

[*] Bnr. Pilingê Sîngaporî, Şener Ozmen, Rojnameya Xwebûnê, 10 Sibat 2020.

Lînka nivîsê: https://xwebun1.org/pilinge-singapori/

[**] Adana’da Vahşi Bir Tecrübe,Sanatın Sosyolojik Gözü, Ali Akay, Weşanên Bağlamê, Cotmeh 1999.

[***] Heman berhem, r. 64.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir