Rizgar Elegez

Şa’ir û nivîskar, di Tebaxa sala 1984an da li gundê Bazirganê yê bi ser navçeya Giyadînê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya fermî li ser perwerde û sosyolojiyê heta masterê temam kir. Çend salan mamostetî kir û paşê îstifa kir.

Wekî pêşnivîskarî di sala 2011an di kovara W û Çirûskê da bi navê Hêvî Ronî, kurteçîrok, û derbarê kesên wekî Saint Simon û A. Gramsci da û der barê Dibistana Frankfurtê da nivîsî.

Heta niha di gellek kovarên Kurdî da şi’irên wî û çend kurteçîrokên wî hatine weşandin. Berhema wî ya bi navê Havîna Li Serfêza Behrê di sala 2018an da di beşa şi’irê da Xelata Edebiyatê ya Ehmedê Xanî wergirt. Edîtoriya çend kitêbên Kurdî kir. Di kovarên edebî de wergerên wî ji Amy Lowell, Sara Teasdale, Robert Frost çap û belav bûn.

Berhemên wî yên çapbûyî:

Hibra Sor, helbest, Lîs, 2015.

Havîna Li Serfêza Behrê, helbest, Dara, 2018.

Xunçeyên Heyamê, helbest, Avesta, 2020.

Werger:

Hawar, Ehlam Mensûr, vegotin, Avesta, 2022.

Bêhna zeman

Bêhn, wî zemanî ne tenê para tîne, wî mekanî wekî ku pifî balonekî bikî dîsa tijî dike. Wexta em behsa zemanekî dikin heman wextê da em behsa mekan jî dikin. Bêhn wî
30/08/2023

Self-Ruportaj

Nivîs bi min tiştekî ecêb e, helbet ji kaxiz û hibr û xetan zêdetir tişt e, lê dema tênxwendin, helbet yên nayênxwendin jî, wateya xwe mîna meyeke sivik berdide nava herikîna di
20/12/2023

Authors