
Omer Faruk Baran
Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]
Hemî nivîsên hatîn weşandin
Kanalîzasyona Twitterê û Bîna Axura Trolan
Eynî nola Bajarvana Parîsê Anne Hidalgo gotî, li sosyal medyayên Kurdên Tirkîyê jî êdî manîpulasyon û malumatên şaş çerx dibin wer, zimanê sîyasetê yê li platforman ro bi ro ji berê pespayetir dibe, bîna kanalîzyonê, bîna axura trolan ketiye her derê. *** Bajarvana Parîsê Anne Hidalgo ji ”X”a bi navê Twitterê tê zanîn ragihand ku […]
Li Daxqapi û Sûra Diyarbekirê Nivîs û Stîkirên Ser Piştgirîya jibo Fîlîstînîyan
Daxqapi û Sûra Diyarbekirê ji gurbûna herba Hamas û Îsraîlê vir ve bi nivîs û stîkirên bi ser piştgirîya jibo Fîlîstînîyan ve tê dagirtin. Bi Tirkî, Özgür Filistin, bi Kurdî, Fîlîstina Azad. Stîkireka bi xwîn û bi sembola qehweyên Starbucksê. Hin kesên piştgirîya Fîlîstînîyan dikin ji Diyarbekirîyan dixwazin ku Starbucksê boykot bikin. Jiber êrişên li Starbucksan […]
Îz û Şopên Dawî yên Kemal Kılıçdaroğlu li Diyarbekirê
Heq, hiqûq edalet. Slogana serokê berê yê CHPyê Kemal Kılıçdaroğlu, ku ji bihara 2010an heta dawîya 2023yan seroktîya partîyê kir, li bînaya berê ya seroktîya partîyê ya Diyarbekirê hindik maye bikeve. Stîkireka Kılıçdaroğlu dema hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê ya 2023yan. Benîştek li rûyê Kılıçdaroğlu hatiye zeliqandin. Li nêzî buroyeka CHPyê li dîwarekî “K.K aday olmasın” hatiye […]
Li Diyarbekirê Meş û Mîtîngên bo Filîstînîyan
Bi Tirkî û Îngilîzî: Gava zarok radikevin meriv bêdeng dibe, ne gava zarok têne kuştin. Sembolên Filîstînê û saeta li Meydana Daxqapîyê. Li sûran jineka li doza Filîstînîyan. Bi Tirkî û Îngîlizî feryada dayikên Filîstînî û jinek. Standeka xwarinên jibo piştgirîya Filîstînyan têne firotan. Eger Qudus ne azad be temamê dinê girtî ye. Bi Tirkî: […]
Etîketên Cumhurîyetê, Polîsên Starbucksê û Heyhat Heyatê
Talîya sedsala 20an wer bû, serê sedsala 21ê jî dîsa werga ye bi etîketan: Tirs, trajedî û trawmayên ku rê nedane ku sempatî eşkere bibin nahêlin ku em xwe ji qalib û qaîdeyên me dibin mirinê xelas bikin û berê xwe serbest bidin ken, kêf, saxî û silametîyê. *** Cumhurîyeta Tirkîyê sala 1998an di 75 […]
Muzîka Mêrên Kor û Bêbext Yarê Aynur Doğan
Gorey xatirayên Berat Beran jinan dûra çare dîtine: Wan bi laçikekê çavên Salih Emi girêdidane û werga bi rîtma cimbişa wî xwe dihejandine, lotik diavêtine. *** Tarîx û xatira raber dikin ku bo jinên sedsala 20an îcrakirina muzîkê li dera han, guhdarkirina wê jî meseleyeka zor û zehmet bûye gorey îro ro. Mesela, li Urfaya […]
Straneka Mehmet Atlı û Zûperestên Zemanekî
Em dîsa dereng dimînin. Zû, gerek em zû strana Mehmet Atlı vekin, gerek em hema bibînin ku em nizanin em li kû ne, û em bê ziman, belkî ji wê jî xerabtir, em bê zeman mane. *** Mehmet Atlı di straneka xwe ya serê salên 2000î de dibêje “Nizanim li kû me, bê zeman û […]
Dîsa Îsraîl Dîsa Filistîn Dîsa Rojhilata Navîn
Bi salên 2020î re serxwet bûm ku herb li her dera dinê her carê bi tenê sîvîlan perîşan û pejmurde dike. Rêberên rutbebilind, sîyasetvanên ji kursîyan dikin guregur, ti carî halê miletê mexdûr fehm nakin û his nakin halên herbê. Filistînî dibe, Îsraîlî dibe, Kurd dibe, Tirk dibe, kî dibe ku kî dibe, kî dimire […]
Kurdên Nuri Bilge Ceylan, Gîyayên Hişk û Tirkîya Şikestî
Mielima Îngilîzî Nuray ku di fîlmê de li ser îdeolojîya çep e û bi teqîna bombeyekê re nigê wê yê rastê qut bûye, bi gotineka xwe, mîna behsa birîneka dermannebûyî bike, zorbûna rewşa zimanî raber dike. Nuraya ku li gundekî din mielim e ji hevalên xwe yên mielim re dibêje ew nizane ka ew zarokan […]
Çîçekê Çîçekê Mem Ararat û Çend Çîçekên Din
Gorey xatirayên Arif Keskiner, Meral Okayê îlhama şiîra Yine Mi Çiçekê ji gotineka wî sitandiye. Arif Keskiner ku tim vedixwariye û ji dora xwe re digotiye, yine mi güzeliz yine mi çiçek, em dîsa çiqas çeleng in, em dîsa çiqas çîçek.. Strana sala 2000î, 2004an ketiye fîlma Duvara Karşı ya Fatih Akın jî. *** Talîya […]
Cegerxwîn ku heyranê Ûm Kelsum û Muzîka Derbxwarî
Dibêjin lîderê derbeyê Cemal Abdunnasır ku yasaxê dibihîse, esker û emirberên xwe top dike û ji wan re dibêje “Ma hûn dîn in, hûn baqil in? Werga be, wê çaxê herin herin pîramîdan jî hilweşînin, ew jî semboleka kevn e. Ûm Kelsum pîramîdeka Misirê ye!” *** Cegerxwînê mora xwe li şiîra Kurdî ya dewrekê xistiye […]
Sewta Seîd Yûsif û Sînor û Sewda
Herkesî Seîd Yûsifekî xwe heye û meseleyeka xwe bi muzîkên wî re. Bo şairekî şûm jî ji serê salên 2000î vir ve meraqeka mezin e bê ka Seîd Yûsif, ew şiîra xwe Mala We ser kê nivîsîye û straye. Şairê şûm ku li Sirûcê, li Stenbolê, li Diyarbekirê çi gava bi wê stranê sewta Seîd […]
İstanbul: Îstembola Îslambola Stenbolê û Muzîka Wê
Navê wî bajarê dûr, berî ez herim mekteba Tirkan, di Kurmancîya zarokîya min de Îstembol bû. Piştî min dest bi mektebê kir û di kitabên Tirkî de İstanbul dît, Îstembola min, bi avêtina myê û anîna nyê hêdî hêdî qulibî ser Îstenbolê. Wan çaxan, dîndarên ku hîn temsîla xwe li îqtidara Tirkîyê tam nedîtibûn, bi […]
Bayburt, Binali Selman û Pirseka Nûredîn Zaza
Nûredîn Zaza û Binali Selman di dawîya sedsala 20an re ji dinê bar kirine û çûne. Eserên ku wan li dû xwe hiştine, sedsala 21ê jî pirsan çêdikin netîce, mîna wê pirsa wî Zazayî: Bi meqamên Şirvanî, Xerzanî û Berzanî û dûr ji wan bi meqamê Turanî, “ev Selman çi kes e?” *** Nivîskar Nûredîn Zaza di […]
Rizqê Hisên Kemal û hikayeta roportajekê
Kelekela havîna 2023yan, rokê çavê min li Termê ket dema min kitabên xwe rêz dikirin. Ez sekinîm, nola dostekî ku min xayînî lê kiribe kitabê li min dinêrî. Roportaj bûbû derew çinku. ”Qene” min got ji xwe re, ”qene ez nezaketen biçûma cem Hisên Kemal, min ew nas bikira.” *** Hisên Kemal bihara sala 2021ê çito […]
Îskender
Îskender, navekî meraqa min li ser bû di zarokîya min de. Vî navî hem bi dirêjbûna xwe hem bi nadirbûna xwe li nêv şênîyên me yên Sirûcê, bala min ne îşê îşan pir dikişand û tehmeka sir-têda diavêt hiş û aqilê min. Wan salan, behsa serê salên 2000î dikim, li derdora me nav ekserî yên […]
Zewaca Ziya Gökalp û sosyolojîyeka sînesoj
Tê zanîn ku apekî Ziya li wî zor kiriye ku ew bi qîza wî re bizewice. Heta gorey hinek tarîxçiyan, Ziyayê wan çaxan xort bûye ne jiber tiştekî din, tenê jiber vê meselê qurşîn di qafê xwe de teqandiye. *** Tarîxçî û teorîsyenên Tirk, Ziya Gökalpê Diyarbekirî hosteyê ilmê xwe yê sosyolojîyê dihesibînin. Ew tarîxçî […]
Rênas Jiyan ‘helbest’an nanivîse, ‘şiîr’an didoşe
A ku nabe û nayê qebûlkirin terz û ferza şairekî ye ku radibe peyveka bi xêr û xatir ya tarîxa edebîyatê red dike, mîna mekanîzmaya dewletan pê li xurûra wê dike û yên li pey wê erzan û nezan dihesibîne. *** Şairê şiîra modern ya Kurdî Rênas Jiyan di nivîseka xwe de, ku Temûza 2023yan […]
‘Kara Üzüm Habbesi’ya Kardeş Türkülerê û Qere Tirî Hebesîya Wê
Koma Kardeş Türkülerê dawîya sedsala 20an bi nermbûna atmosfera sîyasî û bi rabûna hinek yasaxan re aştî û biratîyeka muzîkal anîye Tirkîyê. Wê koma ku xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê ya Stenbolê çêkiriye, bi zimanên cuda raber kiriye ku li sînorên resmî yên Tirkîyê deng û rengên ji hev cihê hene û her yek ji wan ji […]
Nizamettin Ariç Türkçe Müziği Bıraktı*
Medyaya magazînî, kovara Heyê havîna 1981ê di hejmara 36an de ji qapaxê, eşqa mezin ya Nizamettin Ariç û Sibel Hotinê eşkere kiriye. Qapax bi fotografeka Nizamettin Ariç û Sibel Hotin têde hatiye dagirtin, û li jêr qapaxa kovara Heyê tê xanê ku wê kovarê bi wê hejmarê re posterên starên sînema û muzîkê, Müjde Ar, Emel Sayın, […]
Herba Kobanîyê, hêsirên Yaşar Xanimê, desmal û dûrbînek
Kobanî, serê sedsala 21an bi herbeka mezin ket tarîxê. Di wê herbê de, hêlekê bi tekbîrên dîn û dewleta Îslamê hicûm kir, hêlekê jî bi sekn û sîyaseta Kurdbûnê xwe da ser xweqorîkirinê. Hem bi wê hicûmkirinê hem jî bi wê xweqorîkirinê Herba Kobanîyê wer çetin û giran derbaz bû ku navê wir bi tirs […]
Dergûşa Koma Amedê, Dengê Serapê û Rîtma Niki-niki-nanna
Şairê Tirkî Şükrü Erbaş, di şiîreka xwe de şor û metaforan dibe ser Dergûşa Koma Amedê û solîsta wê komê Serap Sönmezê. Şiîra ku nav di orîjînalê de Serap’ın Sesinde Ne Var? e, bi meraqeka edebî, bi tercûmeyê li dû dikeve ka Çi Heye di Dengê Serapê de? Gorey wê şiîra Şükrü Erbaş, êvar heye di dengê Serapê […]
Kilameka Bedirxanîyan, Hafız Burhan, “Makber” û Mezîyet
Rewşen Bedirxan, xanima Mîr Celadet Alî Bedirxan, di xatirayên xwe de dibêje mêrê wê ji muzîka Tirkan pir hez dikiriye. Gorey gotina Rewşen Xanimê, Mîr Celadet bi saz û stranên Tirkan diketiye xem û xeyalan û bi efkareka kûr li dora xwe dinêrîye. Ew saz û stranên Tirkan gî li hêlekê, plakek hebûye ku Mîr […]
Henûnîya “Xerîb Im Ez Xerîb Im” û Mîzaha Mustafa Gazi
Bestekar û nivîskar Mustafa Gazi, ku bi navê Seyda jî tê naskirin, çi bi Kurdî çi bi Tirkî, di kitabên xwe de dema behsa heyata xwe dike, dibêje wî heta niha zêdetirî 150 stran çêkirine û gênc jî wî ekserî ji wan stranan, bi Xerîb Imê nas dikin. Ji kitabeka xwe ya sala 2005an xwe wanî […]
Seyîdxanê Boyaxçî û Ew Kurikî Çûçik î Xweşik Diyar Binici
Metnên tarîx û edebîyatê raber dikin ku di sedsala 20an de ji Deyşta Sirûcê sewtên şewq li ser derketine. Ji metnan bêlî dibe ku ji Mişo Bekebûr Berazî heta Baqî Xido dengbêjên vê deyştê bi dev û dilên xwe, bi sewtên xwe esas, ji ewên ji hêla xerbî re meraqên muzîkî çêkirine. Roger Lescot mesela […]
Yeklo Diklo Dimbazê Şemso Quto Repazê
Benedict Anderson yê ku serê xwe ser miletbûna miletan êşandiye, di kitaba xwe ya ser Fîlîpînan de hûrûkûr behsa meseleyên zimên dike. Andersonê sedsala 20an dibêje, ne wer dûr e, hîn çend salên berê Fîlîpînan zêde-zêde Latînî didan ser zimanê xwe û ji ewên ji derva re bi Almanî û Îngîlîzî û ji hev re […]
Li Diyarbekirê În, Perwîn, Kemal û Recep Tayyîp
Mizgefta Mezin, bi navê xwe yê bêtir tê zanîn Ulu Cami heta devê qapi-dêrîyan tije bûye. Pistepistên bi Tirkî yên peyayên tîşortreş û gomlegkesk, lezûbeza kameramanan raber dikin ku yekî li meqamên mezin, yekî rutbebilind li camîyê ye. Dîsa pistepist, bes vê carê yên bi Kurdî yên peyayên bi şekl û şemalên şelwer û dolbendan, […]
Zimanê Aşk-ı Memnu û Edebîyatên Cîran
Sîyaset, sosyolojî û terbîyeya Tirkîyê jiber şertên cîranî û hikûmranîyê li Kurdan têra xwe tesîr kirine. Loma bi şertên bi sedan salan edebîyata Tirkî tesîr li ya Kurdî bike rewşeka normal e. Hem tê zanîn edebîyata Tirkî çi bi qelemên Kurdan çi bi ya Tirkan heta xelata Nobelê jî çûye ku lazim e edebîyata Kurdî […]
Yeşil Sol Parti bi mîtînga fînalê li Diyarbekirê bû
Ajansên mezin yên mîna Reuters û AFPê ser Halkarın Demokratik Partisi (HDP) û dewama wê Yeşil Sol Partiyê dibêjin partîyên pro-Kurd û Diyarbekirê mîna merkeza wê Kurdbûnê dibînin. Çinku bi dehan salan e hem di hilbijartinên beledîyeyan de hem jî di ya meclîsa Enqerê de Diyarbekir bi piranîya rayên xwe li hêla partîyên pro-Kurd disekine. […]
1ê Gulanê ya Diyarbekirê: Stran û sloganên dijî îqtidara Erdogan
Diyarbekirê Cejna Karker û Kedkaran ya 1ê Gulanê ya 2023yan li Meydana Daxqapîyê pîroz kir. Meydan bi flamayên partî û sendîkayên tandans-çep hat dagirtin. Xêncî sloganên bi Tirkî û Kurdî yên ser bijîkirina 1ê Gulanê, hinek stran û slogan dijî îqtidara Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hatin gotin. Kedkar û karkeran bi stran û sloganan […]
Adiyaman: CHP dibêje li bajêr quweta AK Partîyê şikestiye
Adiyaman, ku hin Kurd bo wê dibêjin Semsûr, bi nifûsa xwe ya Kurmanc, Zaza, Tirk, Elawî û Sunîyan tê naskirin. Li vî bajarî tradîsyona partîyên muhafazakar-dîndar xurt e. Ev bajar ji destpêka avabûna AK Partîyê vir ve, ji serê salên 2000î vir ve yanî, giranîya xwe dide ser wê partîyê. Lê li gor Cumhuriyet Halk […]
Riha: Kurdên rayên xwe didin îqtidara AK Partîyê
Riha, bi navê xwe yê resmî Şanlıurfa, bi mîlyonan deng bo partîyên sîyasî depoya dengan e. Ev bajarê têde Ereb, Kurd û Tirk dijîn ji berê de ekserî nêzîkî partîyên li îqtidara Tirkîyê disekine. Li vî bajarî tesîra tradîsyona partîyên pro-Kurd têra xwe heye. Lê hinek Kurdên vî bajarî ji serê salên 2000î vir ve […]
“Lê Amedê Amedê”, Erdogan û Ezmanê Diyarbekirê
Dolmişek li nêzî Anitparkê bi lê Amedê Amedê çerx dibe. Ji salên 1990î vir ve, li Diyarbekirê kî vê stranê dibihîse tavilê tê derdixe ku ew stran temsîla sîyasetekê ye. Partîyên wê sîyasetê li ser hev hatine girtin, lê hakim jî zanin hikûmet jî zanin ku wê her tim li ber xwe daye û bi navekî din, […]
Demokrasî, Futbol û Moralê CHPê
Sal kîjan sal bû, hilbijartin ya çi bû, nê bîra min, lê ez zanim Cumhuriyet Halk Partisi, CHP, der dabû, bi ser neketibû. Mixtarê mehela me, terzîyekî ji xwe razî, du sê memurên ji mesaîyê derketî, çend peyayên din li pêş buroyeka derûdora wê bi afîşên sor û sipî yên CHP’ê dagirtî bi rûyên wer […]
Etnîk Ereb, Kurd, Tirk û botoksên devûlêvan
Riha bajarekî plural û pir-etnîkî ye. Di halê hazir de Ereb, Kurd û Tirk têde hene. Tê bîra min di zarlixîya min de bi tenê ji cilan, ji şekl û şemalan me tê derdixist ku kî Ereb e, kî Kurd û kî Tirk e. Bes kapîtala ku tek-tîp cil li proleteryayê kir, anî li Riha […]
Komunîstên Diyarbekirê dibêjin bi şiyarbûna milet re sempatîya bo wan zêde bûye
Posterên Yılmaz Güney, Erebê Şemo û çend namdarên din li dîwêr dardarkirî ne, li maseyan yekî xortek rûniştiye romaneka Mehmed Uzun dixwîne, li yekî din du gênc di sohbetekê de ne, li yekî din xwendekarek li pirsên testan dinêre. Aura û atmosfer, ji ya partîyeka sîyasî pirtir, mîna ya kulturxaneyeka sade û samîmî ye. Li semtevî ya li […]
Foto-Nûçe: Berfa bihara Diyarbekirê
Pêşîyên me ser Adarê û berfa wê gotinên mehnedar kirine. Geh gotine berfa Adarê da ser gulîyên darê û nema heta danê êvarê. Geh gotine bi berf e Adar e ne germ e ne sar e, geh jî gotine Adar e heya nîvro sar e nîvro şûnde êvar e. Diyarbekir berfa Adarê îsal di roja […]
Hamit Bozarslan, dîndarên kîndar û faşîzma fehş
Wêne: Murat Bayram Bi teknolojîya rê dide, rû û rengê wî xuya ji Parîsê bi Diyarbekir re dipeyîve. Silavdayîna wî bi Kurdîya Kurmancî ye, sosyolojî û sîyaseta wî bi Tirkî. Wer xuya ye, kitabên di kadraja kameraya wî de, ji pişt wî ji forseka erzan zêdetir, entelektualîteyeka kûr avêtine dev û lêvên wî. Tesîra akademîyê, […]
Newroza Diyarbekir: Rîtuel û Realîte
Sosyologê Fransî Jean Baudrillard, ku bo meseleyên sîstem û sîmulasyonê serê xwe êpêce êşandiye, ser Amerîka û çermsorên wî welatî, bi Tirkî, Kizilderili, meseleyeke pir mehnedar nivîsîye. Baudrillard dibêje Amerîkî pesnê xwe didin ku wan bi plan û program hejmara çermsoran rakiriye radeya berî keşfa Amerîka. Li gor Baudrillard, ew jî ne bes e, Amerîkî […]
Newroza Dêrsimê: Barana tîna agiran dişkîne..
Sahne bi straneka dixwaze Diyarbekir li ber xwe bide û bawerîya xwe bi çiya bîne govenda gêncan hîn dicoşîne ku ji nişka ve teq programê diqedîne. Berê dibêm em bi derengî hatin Dêrsimê, lê paşê bi qinyateka din gumanê dibim ser barana pir zêde dibare: Jiber şilî û şepelîya ne îşê îşan zûzûka dawî li […]
Riha: Lêmiştên siyasetê û çend tiştên din
Wêne: Ruha, Omer Faruk Baran / Botan Times Bi sê hevalên din yên rojnameger re bi lezûbezê li texsîyê siwar berê me li Riha ye ji Diyarbekir. Barana berê hinekî hûrik hûrik hinekî girik girik dibare her ku em nêzîkî Riha dibin mîna bi kîn û kerb be neh qat-deh qat dişidîne û sert û […]
In Pictures: Nobody comes to rescue us!
Sanliurfa came across flooding in the morning on the 15th of March after the earthquake on the 6th of February. At first, Tiktok videos and sharing on social media showed the world how it is big. Official sources piled up one by one the number of deaths and towards evening this number passed ten. Photo: […]
Foto-nûçe: Kes nayê hawara me!
Riha piştî erdhejên 6ê Sibatê bi berbanga 15ê Adarê re bi lehîyê hisîya. Di serî de Tiktok, vîdyoyên milet ji platformên sosyal medyayê belavkirin di saetên pêşî de mezinîya trajedîyê dan dinya alemê. Jêderên resmî li Riha hejmara mirîyên lehîyê yek li yek zêde kirin û ber bi êvarê re deh teqle kirin. Foto: Omer […]