Ez wek akademîsyenekî ku heta ji destê min tê ji çavkanîyên resen ên kurdîyê sûd werdigirim û xwe mîratgirekî kurdîya petî dizanim, bi dilrehetî pêşnîyaz dikim ku divê em êdî dev ji vê efsaneya “kurdîya akademîk” a ku naşibe tu zimanekî ji hişê xwe biavêjin. Lewra bikaranîna bêjeyên bîyanî di kurdîyê da tu car bi qasî terkkirina axiftina kurdîyê zîyanê nagihîjîne zindîwerîya zimanê me. Bikaranîna bêjeyên bîyanî li ber çavên hinekan wek deqên biçûk ên reş xuya bike jî em dikarin bi rehetî reng û çêja xwe bidine van bêjeyan û wan di nav hebûna xwe da bihelînin. Lê alternatîfa neaxiftina kurdîyê nîne û ev têgihîştin rê li ber guhertin û kuştina zimanî vedike.
***
Dema ku mirov zimanê xwe yê zikmakî bi kar naînin yan jî kêm bi kar tînin hêdî hêdî hesta xwe ya zimanî ji dest didin û ji bêhn û çêja zimanê xwe dûr dikevin. Ev mirov bi demê ra rehên jîndar ên zimanê xwe di hiş û dilên xwe da hişk dikin û piştî demekê wî zimanî wek zêdehîyekê ji jiyana xwe diavêjin. Ji vê dîyardeyê ra guherîna zimanî tê gotin ku bikarhênerên zimanî bi terkkirinê, zimanê xwe yê zikmakî dikujin û di şûna wî da zimanekî nû binecih dikin.
Bêguman gelek sedem û hokarên vê yekê hene û yek ji van jî xwekêmzanîn û nebûna bawerîya xweyî ye. Qedexe û tepisandina kurdîyê ya heftê salî (1922-1992) li qadên giştî û pêşîgirtina nûjenkirina wê di nav kurdên bakurî da, di nav hejmareke berbiçav a endamên civaka kurdî da bi demê ra hesteke weha çê dike ku ev kes qaşo ji ber nezanîna “kurdîya heqîqî” yan jî “kurdîya akademîk” hêdî hêdî dest ji “kurdîya xwe ya malê” berdidin û derbeya dawî ew bi xwe li zimanê xwe dixin.
Kesên ku weha difikirin di rastîyê da eger xwedî hesta xwekêmzanînê nebin yan jî bawerîya wan ji wan neşikîyabe, dikarin di jîyana rojane da heta radeyeke baş bi kurdîya bav û kalan bijîn û kêmasîyên xwe yên zimanî bi xwendin, pirsîn û hin vekolînên biçûk çareser bikin. Lê piranîya kurdên bakurî vê nakin û li bendê ne rojek ji rojan ev “kurdîya akademîk” ji alîyê “hêzeke îlahî” ve di hiş û mejîyê wan da bê raçandin û berevajî Baba Tahirê Uryanî bi şev bi tirkî rakevin û serê sibehê bi “kurdîya akademîk a heqîqî” hişyar bibin. Herçend serdema mucîze û menqîbeyan temam bûbe jî weha dîyar e ku gelek kurdên bakurî ji bo vegera li zimanê xwe li benda çêbûna rûdaneke derasayî ya wesa ne. Lê ev kes divê bizanin ku eger li ser vê helwesta xwe berdewam bin, bê ku rojekê dest bi axiftina “kurdîyeke sipî” bikin dê ji “kurdîya xwe ya reş” jî bibin û roj bê, dê ev jî bi destê wan nekeve.
Zimanekî zindî mîna çemekî ye, carinan ava wê şêlû bibe û li ber bend û astengan asê bimîne jî eger herikîna xwe bidomîne dê roj bê dîsa mîna serçavîya xwe zelal bibe û dilê her kesî bibijîne xwe. Berevajî, dema ku mirov bi zimanê xwe naaxivin zindîwerîya wî zimanî radiweste û ew ziman mîna goleke genî hêdî hêdî zindîwerên nav xwe dikuje û paşê ew bi xwe jî dimiçiqe û ji nav diçe.
Dîyar e di çêkirina efsaneya “kurdîya akademîk” da berpirsyarî û webala mezin, di stûyê “zana û pisporên me yên derdemî” da ye ku nikarin xwe ji ezberên xwe rizgar bikin. Rast e, demekê romantîkên alman “teorîya zimanê xwerû yan jî petî” danî û li ser vê bingehê wan xwest zimanê xwe ji bin karîgerîya zimanên serdest rizgar bikin. Ev têgihîştin di nîvê yekem ê sedsala 20ê da li herêma me jî bi têra xwe karîger bû. Lê divê em ji bîr nekin ku dema xelkî ev dikir herikîna wan a zimanî nedisekinî û bê çêbûna zîyaneke mezin, qirşûqalên nav zimanê xwe hildiçinîn. Tevî vê jî hema bibêje hemû petîgeran dev ji vê têgihîştinê berda û gelekan dît ku ya giring ne çêkirina zimanekî ji sedî sed xwerû û xwemalî ye, belkî herikbarî, melodî, dewlemendî û pêşxistina zimanî ji xwerûbûnê giringtir in û hebûna bêjeyên bîyanî li ser hebûna zimanekî ne metirsîyeke mezin e.
Ji bilî vê têgihîştina demode, em dikarin bibêjin ku guvaşa serdestan û sîyaseta wan a biçûkxistina zimanê kurdî jî hêz da vê têgihîştinê û bû sedem ku çalakger û alîgirên kurdîyê di bin vê guvaşê da hewl bidin bi kurdîyekê biaxivin ku ji alîyê bêje û gotinan ve tu hevbeşîya wê bi zimanên cîran ên serdest ra nebe. Bi vî awayî ev têgihîştina demborî ya pakkirina zimanî û guvaş û quretîya serdestan bûn sedem ku axiftina bi kurdî ji bo kurdên ku bi salan ji perwerde û xwendina zimanê xwe hatibûn bêparkirin, bibe barekî ku nikaribin ji bin giranîya wê rabin. Loma jî gelekan hesta xwe ya zimanî ji dest da û kurdîya xwe ya reş û zindî di nav çend diruşmeyên kurdîya petî ya naylonî da fetisand û danî alîyekî. Lê divê em ji xwe bipirsin, gelo îro kurd bi “kurdîyeke nexwerû” biaxivin baş e yan bi axiftina tirkîya Stenbolê çavnêrî hînbûna “kurdîya akademîk a sipî” bin baş e?
Ez wek akademîsyenekî ku heta ji destê min tê ji çavkanîyên resen ên kurdîyê sûd werdigirim û xwe mîratgirekî kurdîya petî dizanim, bi dilrehetî pêşnîyaz dikim ku divê em êdî dev ji vê efsaneya “kurdîya akademîk” a ku naşibe tu zimanekî ji hişê xwe biavêjin. Lewra bikaranîna bêjeyên bîyanî di kurdîyê da tu car bi qasî terkkirina axiftina kurdîyê zîyanê nagihîjîne zindîwerîya zimanê me. Bikaranîna bêjeyên bîyanî li ber çavên hinekan wek deqên biçûk ên reş xuya bike jî em dikarin bi rehetî reng û çêja xwe bidine van bêjeyan û wan di nav hebûna xwe da bihelînin. Lê alternatîfa neaxiftina kurdîyê nîne û ev têgihîştin rê li ber guhertin û kuştina zimanî vedike.
Eger em dev ji vê têgihîştina çewt berdin û tevî hemû kêmasîyên wê bi zimanê xwe bijîn ev dê bibe sedem ku herikîna me ya zimanî careke din dest pê bike û xwîna kurdîyê di laşê me yê ziwabûyî da bigere. Dema ku ev hestên zimanî li me vegerin em dê bikarin di nav herikîn û birêveçûneke asayî da bi rêya xwendinê hêdî hêdî kêmasîyên xwe yên zimanî çareser bikin û zimanê xwe ber bi standardbûnekê ve jî bibin. Lewra nexweşê giran nikare beşdarî maratonê bibe û divê pêşî rabe ser lingan û baş bibe. Em jî divê pêşî zimanê xwe yê zenûn ji nav cihan rakin û bi hestên xwe yên germ careke din xwînê bixin laşê wê. Piştî vê yekê, bi herikîna zimanî hest û rewanîya zimanî dê li cem me xwe bi xwe çê bibe û “zimanê me yê reş” rûyê me sipî bike.
Bi dîtina min pêngava pêşî ya zindîkirina zimanê kurdî germkirin û geşkirina hesta zimanî ye ku ev demek e di navbera kurdî û kurdan da sar bûye û vemirîye. Ji bo vê jî divê em berbestên xwe yên derûnî bişikînin û bi hêza hişmendîyê û xîreta nasnameyî dest bi tevgereke germûgur bikin. Lê divê her kes bizane ku hesta zimanî di roj û şevekê da çê nabe û wek îlhameke îşraqî mirov di carekê da nikare bigihîje lutkeyên serkeftinê. Mîna hemû karên dinyayê ji bo vê jî hişmendîyeke zelal, hestên germ, vîneke neguher û xebateke berdewam pêwîst in û bi hevgirtina van her çaran dê astengên dijwar tarûmar bibin û asoya ronak xuya bibe.