Kobanî, serê sedsala 21an bi herbeka mezin ket tarîxê. Di wê herbê de, hêlekê bi tekbîrên dîn û dewleta Îslamê hicûm kir, hêlekê jî bi sekn û sîyaseta Kurdbûnê xwe da ser xweqorîkirinê.
Hem bi wê hicûmkirinê hem jî bi wê xweqorîkirinê Herba Kobanîyê wer çetin û giran derbaz bû ku navê wir bi tirs û trajedîyên tijexwîn deng da û li dinê gî hat bihîstin.
Bi vê herba mezin re, çi bigir ji sînorên Sûrîyê derket Kobanî, dûr ket ji Deyşta Sirûcê û bû cihekî cihê.
Kobanîya Kobanîyê îro ro her çiqas bi herbê tê naskirin jî ew der serê sedsala 20an bi navê xwe yê ku hîn tam nedihat zanîn merkezeka wan rêber û rewşenbîrên Kurd bû ku ji herbê, ji zilm û zordarîyê revîyabûn.
Not, anekdot, kilam û kitab raber dikin ku ji Osman Sebrî heta Cegerxwîn û Celadet Alî Bedirxan gelek munewerên sedsala 20an li Kobanîyê, li dîwanên mîrên Berazîyan qesidîne. Ji not û nivîsên wan muneweran, sîyaset û sosyolojîya Kobanîya wê dewrê kêm zêde tê xanê, lê bi tenê ji perspektîfên mêr û mîran.
Sedat Ulugana û Kumru Toktamışê sala 2023yan bi îz û şopên bi dehan salan, bi xebateka têra xwe titiz xatirayên Yaşar Xanimê, wê yara Îhsan Nûrî, derxistine ku têda bi çavnêrînên jinekê, Kobanîya serê sedsala 20an heye.
Eşqa Yaşar Xanimê û dildarê wê Îhsan Nûrîyê li Agirîyê serî li dewleta nû ya Tirkan rakiriye, bi veqetîna bi darê zorê, bi halên Kurdbûn û Tirkbûnê li cumhurîyeta piştî Osmanliyê, bi salên perîşan û pergende û bi rêkên dûr meseleyeka êpêce dirêj e.
Di vê meseleya dirêj de qonaxa Kobanîyê jî heye ku ew, dema Yaşar Xanim tevî dîya xwe ji Îzmîrê ji guzergeha Mêrsîn, Antakya, Heleb, Mûsil û Tebrîzê berê xwe daye Agirîyê dixewine.
Rewşa wê demê dike ku Yaşar Xanim û dîya wê, li wê guzergehê midetekê li Kobanîyê li mala Mistefa Şehîn Begê Mîrê Berazîyan bimînin.
Gorey gotina Yaşar Xanimê, li vê malê Mistefa Şehîn Beg xwestiye mazûvanîyeka tam bike bo mîvanên xwe yên qedirgiran, lê ji du jinên wî begî, jina biçûk bi vê mazûvânîyê ketiye şik û şubheyan.
Di xatirayên xwe de Yaşar Xanim dibêje jina biçûk tahm nedidaye wê, tehde lê dikiriye ya wê tirsa wê gumana zewacê bûye: Her ku mîvandarî dirêj dibûye, jina biçûk dişewitiye û digotiye, ”Wele di vî îşî de îşek heye, Mistefa Şehîn Beg wê vê jinê jî li xwe mehr bike.”
Ser van gotinan Mala Mistefa Şehîn Beg, jina biçûk, belkî ya mezin, çi dibêjin, hîn ti belgeya wê neketiye destê tarîxê, lê fotograf û xatirayên Yaşar Xanimê ji man û nemanê heta gumanê pir tiştan dibêjin. Fotograf raber dikin ku Yaşar Xanim çê û xerab çelengeka çaxa xwe bûye û ji xatirayan tê xanê ku wê bi dilekî dil ji Îhsan Nûrî hez kiriye: Wê ku hêsirên xwe li ser desmeleka herîrî barandine û ew desmal ji Îhsan Nûrî re şandiye.. Li wê desmalê cewab e, Îhsan Nûrî jî mîna nîşan û îşareteka saxbûnê, dûrbîna ber çavên xwe şandiye destê Yaşar Xanimê ku wê li ser dûrbînê jî hêsir barandine.
Çavkanî:
Sedat Ulugana & Kumru Toktamış, Ağrı İsyanı’nda İstanbullu Bir Kadın: Yaşar Hanım’ın Anıları, Dipnot Yayınları, İstanbul, 2022.
Osman Sebrî, Bîranînên Osman Sebrî, Weşanên Aram, İstanbul, 2004.