Xûyê Miletan

Gotineka pêşîyan di nav kurdên me yên rojhilatê de heye, dibêjin “Faris bi pembûyê merivan ser jê dikin!” Xuya ye ku ev xûyê wan ji hezaran salan vir de bi wan re dewam dike.

***

Reftarîyên karakterîstîk yên miletan eynî wekî xûy û exlaqê kesan bi awayekî îrsî nesil bi nesil dewam dikin. Dema ku meriv bala xwe bide ser tarîxê, ji vî alîyî ve bûyerên balkêş dikevin ber çav. Mesela, dema ku em bala xwe bidin ser tarîxa farisan, em ê bibînin ku hinek reftarîyên wan ji vir bi çend hezar sal berê jî hebûne. Eger em bûyerekê ji kitêba Ksenophonî Anabasîsê neqil bikin û paşê behsa hin bûyerên di navbera me kurdan û farisan de bikin, dê ev tesbît baştir were dîtin.

Ji malbata Axamenîşîyan Xurûş, Berîya Mîladê di sala 550yan de farisan li dora xwe dicivîne, bi hîle dewleta Medan dirijîne û ecem dibin xwedan dewlet. (Peyva “faris” esas “pars” e. Ji ber ku di Erebî de herfa “p” tune ye, gotine “faris”.) Faris piştî ku dibin dewlet welatên derûdorê digirin bin desthilatîya xwe. Di dewra Daryûşê yekem de êdî ji sînorê Hindistanê bigirin heta bi Misir, Trakya, Makedonya û Egeyê digirin. Îcar, di dewra Daryûşê duyem de, birayê wî yê piçûk Xurûş (Cyrus) dixwaze wî ji ser text bîne xwarê û li şûna wî rûne. Bi vê armancê ji yûnanan û hinek grûbên etnîkî yên din artêşeka lejyoneran amade dike û ji herêma Egeyê, ji derûdora Îzmîrê ber bi rojhilat dikevin rê. Di ser Qonya, Edene û Entaqyayê re derbasî Sûrîyê dibin. Ji wir jî di ser çemê Feratê re dibihurîn alîyê rojhelatê û berûberê çemî berjêr diçin.

Şagirdê Sokratesî Ksenophon jî di nav vê artêşê de ye, ew bi xwe leşker nîne lê dixwaze li welatan bigere û kitêbek binivîse. Di vê rêwîtîyê de berhema xwe ya navdar Anabasîsê dinivîse. Tirkan ev kitêb wergerandine ser Tirkî û bi navê Onbinlerin Dönüşü weşandine. Nusxeya ku min xwendibû wergera Tanju Gökçölî bû, di sala 1974an de hatiye weşandin.

Ksenophon heqîqeten nivîskarekî gelek biaqil e, kitêba xwe Anabasîs bi zimanekî fesîh, sade û zelal, bi teknîkeka baş nivîsîye. Ji destpêkê heta dawîyê her tiştî wisa bi teferuat û zinde teswîr kiriye ku meriv xwe di wî wextî de, bi wan re hîs dike. Anabasîs esas ji heft kitêbên piçûk pêk tê. Her kitêbek jî di nav xwe de beş bi beş hatiye cihêkirin. Di destpêka her kitêbê de meseleyên berê têne xulasekirin ku xwendevan baş fêm bike.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Rêwîtîya artêşa ku Ksenophon jî têde ye, Berîya Mîladê di salên 400-401 de panzdeh meh dewam dike. Yûnanî û artêşa Daryûşê duyem li jorê Babîlê di navbera çemê Feratê û çemê Dîcleyê de li hev dixin. Yûnanî zora artêşa farisan dibin lê şansê xirab, Xurûş di wî şerî de tê kuştin. Piştî ku namzedê şahînşahîyê Xurûş tê kuştin, hingê yûnanî dev ji şer berdidin û dixwazin vegerin welatê xwe. Lêbelê di navbera çemê Feratê û çemê Dîcleyê de asê dimînin; endîşe dikin faris li kevîya çemê Feratê ku bi hêsanî rê nade wan di bêkeysîyê de biqefêlin.

Ksenophon di kitêba sisêyan ya Anabasîsê de wê rewşê wisa qiset dike: Li ser vê, roja dinê artêş çû kîderê gund şewitandin û bi alîyê Babîlê ve vekişîya, li gundên ku nehatine şewitandin hêwirî. Ji ber vê, dişmin nekarî were nêzî me; wisa şaşmayî li me dinihêrîn, difikirîn ku dê yûnanî bi kîjan alîyî ve herin û dê çi bikin. Di wê esnayê de, qumandan ji nuh ve civîyan û êsîr dan anîn, xwestin ji wan derheqê herêmên hawirdorê de melûmat bigirin. Êsîran dan zanîn ku herêmên başûr li ser riya welatê Babîlê û Medyayê ne. Riya alîyê rojhelatê diçe Sûsayê û digihê Ekbatanê ku şah havîna xwe li wir derbas dike. Eger ji çemî [Feratê] derbas bibin û ber bi rojava herin, dê bigihên Lîdya û Îyonyayê. Û eger bi alîyê bakur ve çiyayan derbas bikin dê bigihên welatê kardûxan. Ev miletê hanê li çiyayan dijî, gelek şerkar in û girêdayî şahî nînin. Hetta ku şahî artêşek ji sed û bîst hezar leşkerî amade kiriye û bi ser wan de şandiye lê ji artêşê tu yek venegerîyaye. Dîsa jî kardûxî bi satrabê ku deştan îdare dike re aşt in; di navbera her du welatan de têkilî heye. (r. 110-111)

Tarîxnas hemfikir in ku kardûx kurdên îro ne, Kardûxya jî Kurdistan e. Û ji îfadeyên Ksenophonî xûya ye ku kurd wê demê serbixwe bûne.

Dema ku yûnanî li rêyekê digerin ku vegerin û faris jî cesaret nakin rasterast bi wan re şer bikin, lewre bi wan re peymanekê datînin. Her du alî jî sondê dixwînin ku faris dê eleqeya wan nekin, yûnanî jî dê derûdor texrîb nekin, di rêya xwe re herin. Lê faris bêbextîyê bi wan re dikin. Qumandanê artêşa farisan Tîsafêrnes (Tissaphernes) bi dostanî û devnermî xwe nêzikî wan dike, hemî qumandanên artêşa yûnanîyan vedixwîne xwarina xatirxwestinê. Qumandanên yûnanî farisan wekî xwe centilmen dibînin û diçin xwarinê. Lê faris li ser sifreyê hemî qumandanên yûnanî dikujin.

Yûnanî dema ku ferq dikin qumandanên wan tev hatine kuştin, zû bi zû ji nav xwe Ksenophon, Khirisophos û Kleanorî wek qumandan hildibijêrin û berê xwe didin bakur, berjor tên. Bi hezar zor û zehmetîyan ji çiyayên asê yên Karduxyayê derbas dibin, di rojavayê Gola Wanê re, di herêma Serhedê re derbas dibin diçin Trabzonê. Li wir, beşeka wan bi gemîyan beşek jî bi peyatî qeraxê Deryayê Reş teqîb dikin diçin ji Îstanbulê derbas dibin digihên Trakyayê. Ji wir jî di Helespontê (Çanakale Boğazı) re derbasî vî alîyî dibin û diçin mala xwe.

Di riya vegerê de dema ku bi ser welatan re derbas dibin, kardûxî ditirsin ku zirarê bidin welatê wan, lewre tim şerê wan dikin. Ji deh hezarî zêdetir kes bûne; serleşker, leşker, xizmetkar, jin, êsîr. Ji Babîlê ketine rê, heta bi welatê Pontusê û ji wir jî heta bi Egeyê bi disîplîneka muezem bi hev re çûne. Di çiyayên gelek asê re, di nav ewçend miletî re derbas bûne lê ne dev ji esaleta xwe berdane, ne jî yekrêzîya xwe xira kirine. Cinazeyên xwe li erdê nehiştine, bi merasim defin kirine. Eger di nefesa xwe ya dawîn de be jî, birîndarên xwe kirine pişta xwe, bi xwe re birine.

Di şeran de helbet hîle çêdibin. Lê piştî ku peyman hate çêkirin û her du alîyan jî sond xwarin ku dê têkilê hev nebin, li ser sifreya xwe kuştina mêvanan ji bêbextîyê jî wêdetir e. Faris wê demê bêbextîyeka wisa dikin.

Ev bûyer ji vir du hezar çar sed sal berê çêbûye. Lê xuya ye ku ev reftarîya karakterîstîk ya farisan dewam kiriye. Mesela, Şerefxan (1543-1603) di beşa pêncan ya Şerefnameyê de behs dike dibêje dema ku hukimdar û mîrên kurdan çûn Tebrîzê da ku Şah Îsmaîlî ziyaret bikin, farisan di mêvandarîyê de ew bi bêbextîyê qefaltin, li zincîran xistin û avêtin zindanê. Tenê mîr Xelîlê kurê mîr Silêman piştî ku sê sal di zindanê de ma, bi awayekî gardiyan kuştin û filitî hat Kurdistanê.

Çawa ku dixuye, ev bûyer û bûyera ku Ksenophon behs dike gelek dişibin hev. Niha em bala xwe bidin ser bûyereka din. Dewleta farisan di sala 1928an de efû derdixe û xeberê ji Simkoyê Şikakî (1887-1930) re dişîne, sozê dide ku ew dixwazin pê re li hev werin. Simkoyê Şikakî di sala 1930î de diçe Tebrîzê, dewleta farisan bi merasîma resmî wî qebûl dike. Lê di mêvandarîyê de bi bêbextî Simkoyê Şikakî û kurê wî Xusrevî dikujin. Ji bo ku tirsê têxin dilê kurdan cesedê wan dibin li Urmîyê bi dar ve dikin.

Em bala xwe bidin du bûyerên ku di demeka gelek nêzîk de qewimîn. Dewleta farisan dixwaze bi sekreterê giştî yê Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê Ebdurehman Qasimlo (1930-1989) re li hev rûne da ku meseleya kurdan bi riya mizakereyan hel bibe. Lê Ebdurehman Qasimlo û hevalê wî Abdulah Qadirî di hevdîtina li roja 13ê Temûza 1989an de li ser xwarinê bi bêbextî kuştin. Piştî Ebdurehman Qasimlo îcar Dr. Sadiq Şerefkendî (1938-1992) bû sekreterê giştî yê Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê. Lê farisan bi eynî metodê Dr. Sadiq Şerefkendî û sê hevalên wî 17ê Îlona 1992yan, dîsa li ser xwarinê bi bêbextî kuştin.

Gotineka pêşîyan di nav kurdên me yên rojhilatê de heye, dibêjin “Faris bi pembûyê merivan ser jê dikin!” Xuya ye ku ev xûyê wan ji hezaran salan vir de bi wan re dewam dike.

Nivîskar/rojnameger
Roşan Lezgîn
Roşan Lezgîn di sala 1964an da li gundekî Licê hat dinyayê. Tenê çar sal li dibistanê xwend, lê paşî tehsîla xwe ji derve heta lîsansê dewam kir û ji beşa ziman û edebîyatê mezûn bû. Ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Heta niha 19 kitêbên ku wî nivîsîne û 19 jî kitêbên ku wî wergerandine hatine weşandin. Di sala 2009an da li Diyarbekirê malpera înternetî www.zazaki.net ava kir. Di sala 2011an da kovara Şewçila ku safî bi Zazakî diweşe, derxist ku heta hejmara bîstan derketiye. Dîsa, bi alîkarîya çend hevalên xwe yekemîn rojnameya Zazakî Newepel derxist û heta 100 hejmarî dewam kir. Herwisa di sala 2012an da Weşanxaneya Roşna ava kir. Heta niha ji vê weşanxaneyê 77 kitêb hatine weşandin.