Di berxwedana man û nemana medyaya kurdî de piştgirîya me bikin!

06/10/2023
foto: Pixabay

Di vê dama rojnamegerîya kurdî di rewşeka xerab de, 24 nivîskarên Botan Timesê, her meh herî kêm 50 nivîsên bi standardên bilind dinivîsin. Çar edîtor bênavber nûçe, podcast û nivîsan diweşînin.

Mehane 25 hezar kes zêdetirî 80 hezar caran vê malperê dixwînin. Li gor malperên reytîngpîv “ji malperên Tirkiyeyê malpera herî zêde tê xwendin a kurdî Botan Times e.”

Em dixwazin ev kalîte û ev berhemdarî berdewam be. Bi piştgirîya te em dikarin karên baştir bikin. Heger beşeka biçûk ya xwendevanên me bi 1 Dolarê jî piştgirîya me bikin pişta me dê saxlemtir bibe.

Te hesabê Patreonê nebe dikarî bi vê lînkê pêşiyê hesabî vekî paşê piştgirîya me bikî

Bitikîne û piştgirîya Botan Timesê bike

(Ji Tirkiyeyê bi tenê qertên kredîyê qebûl dike)

Rojnamegerîya Kurdî li hin deran nemaye, li hin deran şerê manê dike

Li gor daneyên fermî yên Tirkiyeyê 544 televizyon li seteleytê an bi qebloyê weşanê dike. Tekane televizyona weşana nûçeyên kurdî dike TRT Kurdî ya dewletê ye. Li vî welatî televizyoneka kurdan a nûçeyên kurdî çêdike nemaye.

Li gor daneyên fermî 2.071 rojname rojane weşanê dike, rojnameyeka kurdî nemaye. Bi tenê heftenameyeka kurdî, Xwebûn heye.

Ji zêdetirî 2 hezaran kovar têne weşandin kovareka nûçe û analîzên kurdî nîne.

Tekane radyoya kurdî ya li hemî bajarên Bakur weşanê dike TRT Kurdî radyo ye, radyoyeka kurdan a bi wî awayî nîne.

Li 76 zanîngehan û zêdetirî 200 bernameyan perwerdeya rojnamegerîya Tirkî heye lê bi tenê desgeheka perwerdeya rojnamegerîya kurdî heye ew jî Botan Internatîonal e.

Rojnamegerîya kurdî di berxwedana man û nemanê de li gelek cihan têk çûye lê “berxwedan jiyan e!” Pişta me bigire di vê berxwedanê de tu jî bi me re be!

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û