Bavê Nazê: Ez newêrim bibêjim romana kurdî

Bavê Nazê: Ez newêrim bibêjim romana kurdî
Bavê Nazê: Ez newêrim bibêjim romana kurdî
Engin Ölmez

Bavê Nazê di bernameya Wêjegeh Amedê de diyar kir ku berhemeka mezin ew e ku xwîner xwe tê de dibîne lê nivîskar xwe tê de nabîne.

Bername êvara 9ê Îlonê li Ro Cafeyê, li bajarê Amedê hat pêkanîn. Di bernameya Wêjegeh Amedê da Îbrahîm Xortî moderatorî kir.

Di destpêka payîzeka dereng a li amedê ji bo beşdarîya bernameyê em li Ro Cafeyê bûn. Eleqeyeka mezin hebû ji bo bernameyê. Di bernameyê da gelek nivîskar û dilxwazên edebîyat û zimanê kurdî hebûn. Lê cihê xemgînîyê bû ku beşdarîya ciwanan kêm bû tê da. Wisa dixuya ku Bavê Nazê êdî temenekî dûrûdirêj yê têrtecrube li pey xwe hêlabû. Guhên wî hinekî giran bûn ku Îbrahîm Xort di destpêka bernameyê da hişyarî da beşdaran ku bi dengekî bilind pirsên xwe bikin ji ber ku ew hinek nexweş e.

“Heger bûyerek tesîrê li nivîskaran neke divê neyê nivîsîn”

Bavê Nazê li ser sê mijarên cuda yên kurdî (romana kurdî, serpêhatîyên xwe, zimanê kurdî) axivî. Pirsên beşdaran bersivandin û pirtûkên xwe îmze kirin.

Wî bal kişande ser serpêhatî û tecrubeyên xwe yên nivîsandina roman û çîrokan. Li gorî wî divê her kesek xwe di berhemê da bibîne. Mezinahîya edebîyata wisa dibîne ku dema xwîner xwe di berhemê da bibîne lê nivîskar xwe tê da nebîne. Wate, ji xwînerê ra tê berdan.

‘Ew mezinahîya edeb jixwe di vir de ye ew tiştê ku ew(xwîner) tegihiştîye min bixwe tênegihiştîye’

Bavê Nazê

Her weha balê dikişîne ser wê yekê ku bûyer û meseleyên ku tesîrekê li ser nivîskarî nekin ne hêjayî nivîsînê ne. Nivîskar nikare ji serpêhatî û rabirduya civakî dûr be. Wekî problema herî mezin a romana kurdî vê dibîne ku dîyar dike divê nivîsandina kurdî li ser zemînekî xwemalî derbasî nivîsê bibe.

‘ ê min, ji bo min, çi romana ku min nivîsî, berî ku ez binivîsînim ji rista dawî ku ji min nexuyabe ez dest pê nakim’

Bavê Nazê

Hesûdîya rewşenbîrên kurd

Di serpêhatîyeke xwe ya li başûrê Kurdistanê da dîyar dike li wir hesudîyek di navbera rewşenbîr û zanayên kurdî da heye. Şûna bikaranîna pirtûkên wî yên teorîya edebîyatê pirtûkên biyanîyan yên teorîyê hatine tercîhkirin û bikaranîn.

Wî behsa nivîsandina xwe ya ewil a bi zimanê kurdî kir. Dema pirtûka xwe bi erebî dinivîsîne, wê dubendîya zimanan (kurdî-erebî) di karakterên xwe da dibîne û digihije wê encamê ku divê karakterên wî bi zimanê wî mezin bibin. Ji ber vê yekê jî bo cara ewil ew di sala 1983yan da dest bi fêrbûna zimanê kurdî dike.

Elîfba, ziman û ferhengokê wekî elementên standartbûna zimanê kurdî dibîne. Romanê wekî amûrekî standartbûna zimanê kurdî dibîne û di wê bawerîyê da ye ku dê cureyê romanê xizmeta standartbûna zimanê kurdî bike bi belavbûna li her çar parçeyê Kurdistanê. Her weha hêz, desthilat û statuyê wekî baştirîn rêya standartikirina zimanê kurdî dibîne. Rûs, di destpêka avakirina zimanê xwe da berhemên mezin ên cîhanê werdigerin ser zimanê xwe. Ji bo ku kurdî jî wergêrana berhêmên cîhanê ên mezin wekî xilaskirina zimanê kurdî û standartbûneke di asta cîhanî da dibîne.

“Ez newêrim bêjim romana kurdî”

Wekî rexneyeke li ser standartkirina zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê, Îbrahîm Xort jî bal kişanda ser wê yekê ku di warê nivîsandinê da weşanxane sazî û dezgehên me yên bakur her yek ji wan li gorî xwe tevdigerin. Li gorî xwe rastnivîsek çêkirine ku ev jî wekî kêmasîyekê tê dîtin.

Bavê Nazê, berbelavbûn û nasîna kurdî a li cîhanê jî bi nivîskaran ve girê dide ku nivîskaran wekî hilgirê çand û nasnameya kurdî dibîne.

“Ez newêrim bibêjim romana kurdî, ez dibêjim edeba kurdî” li gorî dîtina Bavê Nazê heke hemî rewiştên cureyê romanê di romana kurdî da çênebe em nikarin bibêjin romana kurdî heye lê em dikarin bibêjin edeba ‘kurdî’ heye.

Nivîskar û organîzatorê bernamayê Lal Laleş li ser giringiya bernameyê wiha got:

Wêjegeh Amed, di bin sernavê Kevirê Takêşê de gelek rewşenbîr û nivîskarên gewre, yên mezin hosteyên ziman û çanda kurdî ne dike mêvan û hewil dide ku wan hinekî rûmetê bide wan û bike ku ew û xwînerên xwe bên ba hev du û wan axaftin û gotinên wan bibin malê dîrokê da ku nevîyên wan lê vegerin û ji wan gotinên wan hin derfet û delîveyan bi dest bixin da ku çand û zimanê me pêşdetir here

Lal Laleş

Yek ji beşdarên bernameyê, nivîskar û rêveberê Pall Weşanê Înan Eroglu li ser Bavê Nazê û giringîya wî ya di warê edebîyatê da wiha got:

Kesên ku hemû temenê xwe didin bo karekî û ji bo armancekê terxan dikin, bo min kesên pir efsûnî xuya dibin û heyran û hejmekar dimînim li hember evê rijd û pêdagiriya wan. Bavê Nazê jî yek ji wan kesan e ku jiyana wî di nav edebiyat û nivîsînê de bihuriye. Bextewar û şanaz im ku min karî wî bibînim û lê guhdarî bikim.’

Înan Eroglu

Bavê Nazê kî ye?

Bavê Nazê di sala 1946an da, li bajarê Amûda rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Nivîskar, mamoste û lêkolerê kurd e. Doktoroya xwe li Zaningeha Moskovayê, di qada wêjeyê da kiriye. Li başûrê Kurdistanê, di zaningeha Zaxo û Duhokê da mamostetîya edebîyatê kiriye. Gelek pirtûkên wî ji zimanê rûsî hatine wergêran bo zimanê erebî. Bavê Nazê di sala 1971an da, bi çîroka xwe ya ‘Navê Min Xoşnav e’ dest bi niviskarîya xwe dike ku aniha gelek çîrok û romanên wî hene. Her weha çend pirtûkên teorîya edebîyatê ji bo zaningehê, bi zimanê kurdî (kurmancî-bi herfên erebî) amade kirine ku di dersan da hatine xwendin.