Nivîskar an xwendevan: Efendî û serdestê nivîsê kî ye?

Kî dê bibe efendîyê nivîsê, nivîskar an xwendevan? [1]

Denis Diderot

Hankava meraqek bi min ra çêbû, min teswîrên şexsîyetên Kurdan yên weke Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran û Melayê Cizirî mêze kir. Gelo bi çi şiklî hatine teswîrkirin? Gava dixwînin, difikirin, digerin, dinêrin yan jî bi awayekî din. Ez di pirsa çawaniya teswîrkirinê da li pey dîmena xwendinê bûm. Gelo hatîye bîra me ku gava em mezinên xwe dixwînin xeyal û teswîr bikin? Mesela teswîrê bira li wir bisekine, lê em berê xwe bidine meseleya xwendinê bi xwe.

Ji destpêkeka nedîyar heta roja îro xwendin tu carî ji hîs û hişê merivan derneketiye. Xwendina xwazayê, xwendina stêrk û esmîn, xwendina tevgerên meriv û heywîn dibe ku xwendinên me yên ewil bin. Lê me xwe ji xwendina derûdorê derbasî qonaxa xwendina nivîsên xwe kir. Êdî dinyaya qedîm li pişt me maye û roja îro em jî mîna hemû miletên xweyî ziman qala xwendin, nivîsîn û edebîyatê dikin. Mixabin dengê me bi qasî dengê miletên din gurr û bilind dernayê. Ev bêdengî ji tunebûna zimanekî yan jî ji tunebûna edebîyateka bingeh nayê. Her çiqas sebebên vê bêdengîyê gelek bin jî ev sebeb hemû nikarin bibin mijara vê nivîsê. Em ê taybet li ser sebeba xwendin/nexwendinê bisekinin. Bi ser qebûla zehmetîyên xwendinê ra em ê leq bi meseleya xwendina metnên kurdî biçin. Xwendin dikare çi li me zêde bike, tunebûna wê nebêjim, lê kêmasîya wê çi tîne serê me?

 Pratîka jîyana me bi xwe  li ser  xwendinên şexsî ava dibe. Di nav wan xwendinên şexsî da ez rasterast qala xwendinên edebî dikim. Li Bakurê Kurdistanê hejmara xwendevanên edebîyata kurmancî kêm zêde tê zanîn. Gorî krîterên dinê ev hejmar ji tuneyan bê hesabkirinê jî em ê hesabê xwe dîsa jî bi wan xwendevanan ra û bi xwendinên wan ra  bikin. Tengasî û qedexeyên fermî yên li ser kurdî derbeka mezin li edebîyata Kurdî û berdewamîya wê xist. Gava zimanên din edebîyata xwe ya modern ava dikirin, me kurdan şerê man û nemanê dida. Dîsa jî îro lîteratûreka me ya edebî çêbûye, xwendevanên vê lîteratûrê çêbûne. Lê mixabin, nivîskar ji kitêb û xwendevanan bêtir bûne serdestê wê qadê. Qada edebîyatê bi nivîskar, xwendevan û metnê va dikare hebûna xwe ava bike/bikudîne. Min gotina “serdestîya nivîskaran” kir, gere ev gotin were zelalkirin û nîqaşkirinê. Ji ber pasîfbûna me ya edebî, heqê me xwendevanan tune ye ku em gazincê ji “serdestîya nivîskaran” bikin. Ji ber ku pirî caran em destûra vê serdestîyê didine wan.

Her metnek nîvco dizê, heta xwe negihîne xwendevanên xwe ev dê timî nîvco jî  bimîne. Mixabin qada edebîyata kurdî  qasî metnên ne bi serê xwe zayî, bi metnên nîvco zayî va jî tije ye. Hukmê metneka temambûyî di destê  nivîskêr da nine, ji ber wê jî em xwendevan jî sûcdarên wan metnên kor û topal in. Têkîlîya bav û kur tenê di nav  helef û selefên îqtîdara rêvebiriyê da  yan jî di nav nivîskarên ewil û yên axir da nîne. Ev têkilî di navbera serdestîya nivîskêr û hewldana xwendevan da jî berbiçav e. Metna ku ji nivîskar derket, êdî ya wî nîne. Heke em xwendevan teserûfa xwe ya ser metnê neşixulînin, metn dê mehkûmî nivîskar bibe. Metnên ji sîya nivîskêr xilas nebûyî, yên rastî xwendinên xwendevanan û yên rastî xwendinên xwendinan [2] nehatî ew dê temam nebin, kamil nebin, şexsîyet negirin û nebin referansên xwendinên din.

 Xwendina ewil ya rasterast xwendina herf, peyv û risteyên metnê ye. Ev destpêkek e û tenê wek hejmar dikare tesîrê li edebîyatê bike, lê belê xwendina ez qalê dikim xwendina duyemîn/xwendina xwendinê ev e ku derîyê metnê vedike, metnê azad dike û serdestîya nivîskaran dişkêne. Ev xwendin di nav xwendevan û metnê da têkilîyeka taybet çêdike, ev têkilî gelek caran nivîskar û dinê derve dihêle û dibe rêwîtîya xwendevan. Di binhişê xwendevanan da ev metn dizê her weke ku metneka din/nû be û li hev zêde dibe. Îjar metn bi xwe derdikeve rêwîtîya xwe. Heke metneka hêja be xwe ji berdestîya nivîskarê xwe xilas dike û xwe digîhîne xwendevanên xwe yên hemû dem û zemanan. Carna bê jibîrkirinê jî xwendevanek diçe, dibîne, dixwîne û metnê ji mirinê xilas dike. Bes bila hêjayê xwendin û xwendinên xwendina bibe. Em werin ser pirsa esil; krîtera metneka baş çi ye? Ev krîter dibe ku nivîskar be û qala metna xwe bike yan ev krîter weşanxane ye û qala metnên nivîskarên xwe bike yan ev krîter nivîskarên din in, qala metna hevalên xwe yên nivîskar bikin? Na, le vê gavê çi ye ev krîter? Krîtera metneka baş xwendevan, xwendinên xwendevanan û xwendinên xwendinan e. Ev krîter di rojekê da çênabin û li me zêde nabin. Gere ji bo wan em bikevin nav hewldanekê, bi çavekî din bikaribin li metnê binêrin bêyî ku metnê bi nivîskaran ra têkildar bikin. Hebûna şexsîyeta metnê qebûl bikin û di ser metnê ra baz nedin, metnê tune hesab nekin. Gorî Sokrates [3] xwendin tenê zanîna xwendevanan zindî dike, lê dîroka metnên (wekî pîroz tên qebûlkirin) pîroz jî ji me ra dibêje piştî Xudê û pêxember kitêbên pîroz ji bo xwe bigîhinin merivên demên din hewceyî bi bawermendên xwe/xwendevanên xwe ne. Axir, piştî van gotinan êdî hûn bifikirin efendîyê nivîsê kî ye, efendîyê metnên edebîyata kurdî kî ye û gere kî bibe?

Têbînî:

[1] Denis Diderot (2014), Kaderci Jacques ve Efendisi, Ankara, İş Bankası yayınları, İstanbul.

[2] Sipas bo Dilawer Zeraq ku min ji gotina wî ya xwendinên xwendinan îstîfade kir.

[3] Alberto Manguel (2001), Okumanın Tarihi, (wer. Fusün Elioğlu), Yapı Kredi Yayınları, İstanbul.