Par li Îranê Jîna Mehsa Emînî bi hêceta xuyakirina porê wê ji alîyê polîsên exlaqê ve hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina Jînayê li seranserê cîhanê çalakî û nerazîbûnên qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin û ev çalaki veguherîne serhildan û raperîna dijî rejîma îranê.
Protestoyên jinan yên dijî gelek qedexeyan, bi taybet jî qedexeya sergirtinê ya bi darê zorê didomin. Yek ji wan qedexeyan jî stranbêjiya jinan e.
Vîdeoya jinekê, ku li yek ji mizgeftên dîrokî yên Îsfehanê stranan dibêje, li ser medyaya civakî gelek caran hat parvekirin. Di dîmenan de jinek li mizgeftê bi dengekî bilind distrê ku pasdarek hewl dide wê jinikê bide sekinandin.
Piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînîyê, îran gelek caran bi zordariya xwe ya li ser jinan tê rojevê.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.