Zarokên vî welatî bi reng û dengên xwe li ser dikê ne

Zarokên vî welatî bi reng û dengên xwe li ser dikê ne
Zarokên vî welatî bi reng û dengên xwe li ser dikê ne
Beril Caymaz
  • 8 Haziran 2023 13:02

5emîn Rojên Ma Musicê duhî ber ve êvarî destpê kirin. Roja yekem ji bo zarokan hatibû amade kirin. Li baxçeya Ma Music Centerê di nav keskayî da muzîk û gotin… Gava ketim nav baxçeyê dayik û bavê zarokan bi kelecanî li ser kursîyan runîştibûn. Ji xeynî zarokên ku dê derkevin ser dikê, zorokên mîvan jî hebûn. Her zarokekî li alîyekî ve bazdidan û bang dikirin. Wekî parqeka bi reng û deng bû.

Wêne: Beril Caymaz

Zarokên keçîk cil û bergên bi gul û kulîlkên rengîn li ser xwe berdabûn. Kurik jî bi şal û şapikên xwe bi awayekî şaş di dorê da cih girtibûn. Di destên wan da saz û kemanên piçûk dihatin ser dîkê.

Wêne: Ardil Batmaz

Yekem beşa bernameyê lêxistina pîyanoyê bû. Wan zarokan bi tilîyên xwe yê pîçûk nermik nermik tûşên li pîyanoyê dixistin. Malbatan bi awayekî serbilindî û bi çavên hêsir zarokên xwe seyr dikirin. Li alîyekî jî zarokên mêvan di der dora dîkê da diçûn û dihatin. Kêfa wan li cîh bû.

Wêne: Beril Caymaz

Yek ji berpirsên Ma musicê Evindar Dulekê digot ku “Zarok paşêroja me ne. Em wan çiqas xurttir bikin û pêş da bixin dê paşeroja me jî heman awayî bibe.”

Wenê: Beril Caymaz

Keçikeka 5-6 salî ya bi cilên xwe yên spi wekî qwîyan hat li pêş temaşevanan. Bi rûyê xwe yê bi ken milên xwe dihejand û silav li temaşevanan dikir. Keçik dikenîya, temaşevan dikenîyan. Wê ji me ra li piyanoyê xist.

Ez bi mêrikekî ku keça wî derketibû ser dikê ra axivim. Wî digot ‘Ez pir kelecan im. Keça min ji bo muzîka kurdî dixebite, ez pir serbilind im.’

Wêne: Beril Caymaz

Ji bilî baxçeyê, bala min zarokekî ku ji şibaka mala xwe seyra bernameyê dikir, kişand. Wî ji destpêka bernameyê heta dawîyê lingên xwe di nav hesinan da hêjand. Bi çoş ji bo hevalên xwe çepîkan lê dixist.

Wêne: Ardil Batmaz

Du zarokan li bin şewqa lempeyan bi saz û bendên xwe tevlî şevê dibûn.

Pêşkarê bernameyê di navberan da her tim bang li mîvanan dikir û digot: “‘Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin’” Malbatan jî bi denegekî bilind ev gotin dubare dikirin.

Di dawîya bernameyê da Ma Music Centerê ji bo ked û xebatên wan, kulîlkan dan mamosteyan.

Bername dê di 10 û 11an Hezîranê da li Baxçeyên Zarok MAyê bername dewam bike.

Akademîya Ma Muzîkê di sala 2017an da li Amedê ava bûye. Wan bi slogana “Li Her Derê Muzîk, Ji Bo Her Kesî Muzîk ” dest bi xebatên xwe kiribûn.