Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Rexne: Ber bi Diyaloga Avaker

11/06/2023

Rexne bi gelemperî wekî beşek girîng a ragihandina mirovî derdikeve pêş. Ew dikare bi awayên cihêreng diyar bibe – carinan wekî bertekên nerm û çêker, carinan jî wekî bertekên tund û wêranker. Rexne di bingeha xwe de bi xwezaya me ya civakî ve girêdayî ye û ji bo mezinbûna me ya rewşenbîrî, hestyarî û civakî cihek girîng digire. Ji diyalogên Sokratîk ên kevnar bigire heya mijarên nûjen ên Twitterê, tê ditin ku rexne fenomenek nûvekirî ye. Di vê gotarê de ez ê ji perspektîfên felsefî û derûnî ve li ser vê mijarê bisekinim. 

Feylesof Immanuel Kant dibêje ku rexne kevirê bingehîn yê xwezaya me ya rasyonel e û alîkariya dadbarkirin û bîryardayina me dike. Ew ji me re dibe alîkar ku em xwezaya tiştan fehm bikin. Yanî em bikarin başiyê ji xirabiyê, rastiyê ji xeletiyê ve cûda bikin. Di heman demê de Kant, bala me dikşîne li ser zehmetiya rexnekirina objektîf û adil. Li gorî Kantî, nerînên me yên subjektîf dikarin tesîrê li ser rexneyên me bikin. Yanî dema ku em tabloyeke hevalê xwe dinirxînin, dibe ku em ne li gorî nirxa estetîkî ya resmê, zêdetir li gorî hestên xwe yên kesane yên li hember hevalê xwe nirxên xwe bikin. 

Friedrich Nietzsche, ku li dijî çarçoveyên kevneşopî yên exlaqî û heqîqetê di rawestiya, derheqê rexneyê de xwedî fikrên wêrektir bû. Li gorî wî rexne şeklekî îfadekirina îradeya kesan ya desthilatdariyê ye. Yanî rexne amûrek e ku hin kes hebûna xwe, li ser hin kesên din ava bikin. Bifikirin ku li ofîsekî patronek bi berdewamî karkerekî rexne dike. Li gor Nietzsche, ev tevgera patronî, ne tenê ji bo baştirkirina performansa ne, di heman demê de ji bo damezrandina serdestiya patroniye ye jî. 

Feylesofên Stoayê ku Marcus Aurelius û Epictetus jî di nav de, rexne bipratîkî û bêalîbûna hestyarî didîtin. Ew dibejin, divê mirov li ser bersiva xwe ya ji bo rexneyê bisekinin, ne li ser rexneyê bixwe. Li gor wan divê em li hemberî rexneyan hevsengiyê biparêzin. Ez e fikrên van feylezofan bi mînakekê zelaltir bikim:

Em bêjin ku hûn romannivîs în û we pirtûka xwe ya yekem çap kir. Hûn bi serkeftina xwe dilgeş û serbilind in û dû re hûn dest bi xwendina nirxandinan dikin. Pirr ji wan erênî ne, lê hûn rastî yeka ku bi taybetî hişk tên. Şîrove ne tenê şêwaza nivîsandina we rexne dike, di heman demê de êrîşî karakter û motîvasyonên we jî dike.

Li gorî hînkirinên fîlozofên Stoayê, li vir divê hûn çawa bertek nîşan bidin:

Pêşîn, bersivê ji kesê ku dide veqetînin. Ev tê wateya ku hûn rexneya li ser pirtûka we ji êrîşa kesane vediqetînin. Ji bîr nekin ku hûn nikarin gotin û kirinên kesên din kontrol bikin, lê hûn xwedî kontrolin ku hûn ê wan çawa şîrove bikin û bibersivînin. 

Ya duyemîn, rexneyê bi awayekî objektîf analîz bikin. Li şûna ku hûn bikevin parastinê an hêrs bibin, ji xwe bipirsin ‘gelo di rexneyê de çi rastî hene?’ Pirsgirêkên wê yên bastûrî an vebejî hene? Gelo karakterên we pêşve ne çûyî ye? Ger bersiva we erê be, hûn dikarin vê bertekê ji bo karekî din bikar bînin da ku hûn xebatên xwe baştir bikin.

Ya sêyemîn, veqetandina hestyarî pratîk bikin. Nehêlin ev rexneya yekane rewşa we an nêrîna we ya li ser we bixwe(kendînîze) destnîşan bike. Ew tenê nêrîna kesekî ye.

Di dawiyê de, heke rexne ne rast be an heke ew êrîşek kesane be, hînkirina Stoaparêzan bibîr bînin ku ew dibêjin, êrişên weha pirr caran li ser kesê ku van rexneyan dike bêtir tiştan dibêjin. Bi gotinek din, heke nirxandêr serî li êrişên kesane bidin, ew karaktera wan nîşan dide. Ne ya we.

Ji ber vê yekê, bi baldarbûna li ser bersiva xwe ya rexneyê, ne li ser rexneyê bixwe, hûn berxwedana Stoaparêziyê nîşan didin. Bi hînbuna vê helwestê, bêyî ku hûn xwe bi aliyên neyinî yên rexneyê xemgîn bikin, hûn dikarin fêr bibin, mezin bibin û pêşde biçin.

Dema em ji bo rexnê berê xwe didin derûnnasiyê em dibînin ku rexne ji bo gelek teoriyan navendî ye. Sigmund Freud, rexne wekî îfadeya superegoyê didît. Li gor wî, ev pêkhateya exlaqî ya derûnî ye. Em bibêjin ku hûn karmend in û patronê we bi berdewamî karê we rexne dike lê ne ji ber ku hûn ne jêhatî ne, ji ber ku karê we bi awayê karsaziya wan re li hev nayê. Li gorî Freud, ev rexne îfadeya superegoya patronê we ye ku normên civakî û pîşeyî yên hundurîn ên derbarê ‘rêya rast’ a xebatên wî ye.

Mînakek din; kesên ji ber ku hin qonaxên jiyanê pêk neanîne, mîna ku di temenek diyar de bizewicîn an li karê xwe de bigihîjin statûyek baş, xwe rexne dikin. Li gor Freud ev xwe-rexnekirin weke îfadeya superegoya takekesî tê şîrove kirin ku ev kese standart û normên  navxweyî yên civakê li ser xwe ferz dikin.

Di vê çarçoveyê de em dikarin rexneyê çawa şîrove bikin?

Divê em rexneya adîl û objektîf bikin armanç û pêşbazî û dînamîkên hêza xwe bizanin. Pediviye ku em bala xwe bidin bandorên rexneyê yên kognîtîf û hestyarî û helwestekî bêtir hestiyar û piştevanî bigirin. Şûna ku em bibêjîn “Pêşkêşvana we xerab bû.” em dikarin bibêjin “Pêşkêşvana we dikare bi şêwazek zelaltir û slaytên kurttir çêtir bibe”. Gotina yekem tûnd û nezelal e. Lê ya paşîn, her çend rexnedar be jî, ji bo baştirkirinê, nêrînekî pêşkêşî dike.

Dema ku rexne li me hate kirin jî divê em hewl bidin ku bibin wekî moxîlekî(elek- sieve). Ev tê vê wateyê ku em bihêlin ku nerînên kêrhatî bimînin û yên ne-çêker an xerab derbas bibin. Ev yek bi guhdarîkirin, fikirîn û têgihîştinê pêk tê. Lêbelê, divê mirov rexneyê heya asta ku xwe-kêmdîtinê ne hundurînê. Ji aliyek din, wergirtina rexneyan gelek caran mekanîzmayên me yên parastinê dide destpêkirin. Ew dikarin bibin sedema reaksiyonên mîna înkar, projekirin, an paşveçûn ê. Lê em dikarin bi ramanên hevseng û maqûltir bandorên neyînî yên rexneyê kêm bikin.

Rexne li ser hevsengiyê ye. Wekî ku Arîstoteles di doktrîna xwe ya navgîniyê de pêşniyar dike, fezîlet di navbera tundiyan de ye. Zêde rexne dikare xwebaweriyê xera bike û mezinbûnê asteng bike. Rexneya hindik jî dikare pêşveçûna kesane û profesyonelî asteng bike. Hevsengiya dirûst ya rexneyê wê rê bide ku em rexneyê ji bo mezinbûn û têgihiştinê bikar bînin û bi xwe û yên din re têkiliyên saxlemtir çêbikin. Mesele ne ew e ku meriv xwe ji rexneyê dûr bixe. Ya muhîm ew e ku meriv wê bi aqilmendî bikar bîne û bi dilovanî qebûl bike. Ji bo vê jî xwenasîn û hişmendiya hestyarîya domdar hewce dike. 

Di encamê de rexnekirin û standina rexneyê karekî kûr e. Bi sepandina şehrezayiya felsefî û têgihîştinên derûnî, em dikarin fêr bibin ku rexneyê bi kerem, empatî û berxwedêriyê ragirin. Em dikarin rexneyê ji çavkaniya tirs û pevçûnê veguherînin katalîzatorek mezinbûn û têgihîştinê. Em dikarin wê, şûna bibe hêzek wêrenkar, veguherînin  diyalogek çêker. Ev hunera rexnekirinê ye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê