Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Partîyên kurdan û hilbijartinên herêmî

07/07/2023

Hîn ku yên serkeftî jî û têkçûyî jî munaqeşayên hilbijartina parlamento û serokkomarîyê neqedandine, meriv dikare bibêje ku prosesa hilbijartineke din jî dest pê kiriye. Ji îro pê de ji bo hilbijartinên şaredarîyan heyşt meh mane. Dîsa jî serkeftîyên hilbijartina borî ji ber ku bi ser ketine û bi xwe û hev neketine, meriv dikare bibêje hazirtir in. Li alîyê din, beşên muxalîf bi xwe û bi hev ketine, kes nizane rewşa wan û ya sîyasetê dê bigere an na, dê bi kîjan hêle de biguhere?

Di vê nivîsê de ez ê li ser senaryoyên li ber partîyên kurdan bisekinim. Li gor min ew sê beş in: HDP û alîgirên wê, Hudapar û Partîyen Kurdistanî yên ku bi HDPê re tifaqê nakin. Gelo ev her sê partî yan jî kom dê çi bikin û kirina wan dê çi encaman derkeve?

HDP

Di nivîsa ‘ewil de min behsa rêya li ber HDPê kiribû û gotibû ku îhtimal heye HDP û Erdogan li hev bikin û Erdogan şaredarîyên ku CHPê bi saya HDPê bi dest xistine ji wan bigire û li hember vê jî temînatekê bide ku qeyûman li ser şaredarîyên HDPê tayîn neke. Hefteya borî Pervîn Buldanê di axaftina pîrozbahîya cejna qurbanê de gotibû ew dê li her derê berbijêran nîşan bidin. Çima rêvebirên HDP fikra xwe ewqas zû eşkere dikin û madem dibêjin em ê siyaseta xwe nû bikin, biçin kongreyê û hevserok dê nebin namzetên rêveberîyê, çima ji niha ve biryarê didin û rê li pêş rêveberîya nû digirin, nizanim. Tê zanîn ku di hilbijartina 2019an de Ocalan peyamek şandibû û xwestibû ku HDP pişt nede her du alîyan jî. Ji xwe esasa vê xwestekê tê wê maneyê ku Ocalan raya xwe ji bo Erdogan eşkere kiribû. Lê HDPê bi ya rast û dirust guh neda Ocalan û AK Partîyê çend bajarên mezin ji dest dan. Îhtîmal e ku hin rêvebirên HDPê ji îro pê de vegerin ser xeta Ocalan û dîsa ev îhtimal heye ku ev vegera “zû” pêşî li hin munaqeşayan bigire. Rast e, Ocalan “heqlî” derket lê ev heqlîbûna wî zêdetir bi lawazîya performans û sîyaseta HDPê ve girêdayî ye. Eger HDPê dengên xwe kêm nekirina îro di vî warî de tiştekî din dê bihata axaftin.

Di hilbijartina 2014an de HDPê 99 şaredarî girtibûn. Di 2019an de di nav bajaran de Qers ji tifaqa AK Partî û MHPê girt lê bajarên Agirî, Bedlîs, Şirnex û Dersîm ji destên HDPê derketin. Tevî bajar û navçeyan şaredarîyên HDPê ji 99an daketin 65an.

Îro pêşiya HDPê ne yek tenê, du bend hene: Yek ji wan parastina şaredariyan ji qeyûman e û ya din jî di hilbijartinan de biserketin bi xwe ye. Îro performansa HDPê hêvîyekê nade û em nikarin bêjin HDP dê wek efsaneyekê vegere û wê şaredariyên xwe dîsa bi dest bixe. Ji ber vê yekê guherînek ji HDPê re lazim e. Di vê guherînê de li Enqere, Stenbol û bajarên din ên Tirkîyeyê derxistina namzedan ne xala yekem e, xala yekem ew e ku li herêma xwe xurt be û şaredarîyên xwe dîsa bi dest bixe. Benda duyem jî ew e ku dê HDP çawa şaredarîyên xwe ji qeyûman biparêze. Ji ber ku li Tirkîyeyê şert û mercên hiqûqî diyar in. Nîqaşên li ser tayînkirina qeyûman ne hewce ye. Li vir problemeke nehiqûqî, lê belê sîyasî heye û divê çareserî jî sîyasî be.

Di vî warî de çend pirs û pirsgirêk hene;

– Gelo HDP dikare bi Erdogan re hevdîtinê pêk bîne? Ev çend sal in HDP û Erdogan di navbera xwe de dijminîyeke mezin ava kirine. Ji ber vê yekê eger HDP veguherînek li gor prosesa nû ava neke, zehmet e. Dîsa jî bi qasidîya Ocalan mimkun e.

Erdogan qebûl bike an na? Di nivîsa berê de jî min behs kiribû: CHP li alîyekî bi xwe ketîye. Di navbera CHP û ÎYÎ Partîyê de problem kêm nabin, lê zêde dibin. Ger ev her du partî tifaqekê çênekin piştgirîya HDPê tera CHPê nake. Yanê îhtimal heye ku Erdogan vê lihevhatinê qebûl jî neke. An jî Erdogan dikare bêje ez ne Kurdan, lê ÎYÎ Partîyê nêzî xwe bikim da ku zor û zexta li ser HDPê bidomînim.

Ger HDP û Erdogan li hev bikin û HDP li bajarên Tirkîyeyê namzedan nîşan bide, dikare dengdêrên xwe li dor xwe berhev bike û nehêle ku biçin deng bidin muxalefetê? Di hilbijartina 2023yan de rewşa HDPê li rojavayê Tirkîyê kete zorê. Li piranîyê navçeyan dengên HDPê ji %30yî zêdetir daket. Ji ber ku HDP li van derûdoran nikare wekîlan derxe dengdêrên HDPê guh nedane HDPê û rayn xwe ne bi awayekî partîzan û kurdbûnê, bi awayekî stratejik dane. Ji ber ku di navbera HDP û Erdogan de dijminîyek jî ava bûye, îhtimal heye ku sibe kurdên li van bajaran guh nedin HDPê û deng bidin muxalefetê. Eger Erdogan bibîne ku jixwe HDP nikare dengdêrên xwe konsolîde bike, dibe ku rêya xwe bigerîne ber bi ÎYÎPê ve.

Hudapar

Hudapar di 2012an de ava bû û hilbijartina wê ya yekem a herêmî bû. Di 2014an de ketin hilbijartinê lê tu şaredarî bi dest nexistin. Hudapar di 2019an de tevlî hilbijartina nebû, wê demê rexne li Hudaparê hatin kirin ku tevlînebûna wan dê feydeyê bide AK Partîyê. Rast e, lê dema ku tevlî hilbijartinan bibû feyda wê ji bo kê bû? Ev yek nehat axaftin. Helbet matematîk sedî sed ne rast e, lê dema em rayên AK Partî û Hudaparê komî ser hev dikin, di 2014an de yekûna rayên her du partîyan li bajarê Bedlîs û navçeyên Wêranşar, Erxenî û Çinarê ji rayên HDPê zêdetir e. Yanê meriv dikare bêje ku wê salê HDPê bi saya Hudaparê herî kêm bajarek û sê navçe bi dest xistine.

Îro Hudapar muttefîqê AK Partîyê ye û îhtiîmaleke mezin e ku bi hevre tevlî hilbijartinan bibin. Lê çawa? Wek hilbijartina 2023yan, dibe ku Hudapar li her derê piştgiriyê bide AK Partîyê û li çend cihan di bin banê AK Partiyê de (an jî bi navê xwe û piştgirîya AK Partîyê bike) daxilî hilbijartinê bibe. Li gor matematîkê heqê Hudaparê heye ku 4-5 navçeyan ji AK Partîyê bixwaze, lê bawer nakim ku AK Partî ewqas şaredarîyan bide wan. Dîsa jî Ji navçeyên Diyarbekirê herî kêm yekê dê bixwazin. Eger serbikevin dê bixwazin bi wê rêyê, perspektîf û xebatên xwe rê xelkê bidin. Her çawa be jî tê xuya ye ku AK Partî bi piştgirîya Hudaparê hewce ye û Hudapar bêyî AK Partîyê nikare şaredarîyan bi dest bixe.

Partiyên Kurdistanî

Ji bilî HDPê û Hudaparê, partîyên din ên kurdan hinek bi HDPê re tifaqê dikin û hinek jî ji vê tifaqê dûr disekinin. Yên ku bi HDPê re ketine tifaqê di 2019an de her partîyekê şaredarîyek navçeyan girt. Li Erxenî, Çinar, Hênê, Pîran, Xelfetî û Şaxê muttefîqên HDPê di bin banê HDPê de ketin hilbijartinan. Li Erxenî, Çinar, Pîranê bi serketin lê li navçeyên din AK Partîyê ev şaredarî ji destê HDPê girtin. Ji van sê şaredarîyan ya Erxenîyê (Ahmet Kaya, şaredarê Partîya Însan û Azadîyê, PÎA) mor ji dest hat girtin û qeyûm tayîn kirin. Şaredarê Pîranê (Felat Aygorenê PDK-Bakurê) îstîfa kir û tevlî AK Partîyê bû. Partîya wî ew rexne kir û rêyên xwe ji hev veqetandin. Şaredarê Çinarê (Bedrî Kaya, T-KDP) li cihê xwe ye. Ji ber ku hinek bi ser neketin, yek mor ji dest hat girtin û yek jî tevlî AK Partîyê bû. Perspektîf û projeyên van partiyan jî me neditîn. Lê dîsa jî ji ber ku heta niha nehatiye ber çava, meriv ji bo piraniya van partiyan nikarê bibêje ku ji bo şaredariyan xwedî perspektîf û projeyan in. PSK û PAKê li Bakur li çar bajaran bi namzetên serbixwe tevlî hilbijartina bûn û HAK-PARê jî ji derve pişgtirî da wan. Sait Aydogmuş li Diyarbekrê 1173 deng wergirtin. Tê xuya ku proses bi van partîyan zêdetir “sembolîk” e. Çawa ku Hudapar nikare bêyî AK Partîyê şaredariyan bigire, Partiyên Kurdistanî jî nikarin bêyî HDPê tu şaredarîyan bi dest bixin.

Lê CHP?

Ji ber ku ne partiyeke kurdan e, ez dirêj nakim lê dîsa jî muhîm e. CHP di hilbijartina borî de dengê xwe li Bakur ji 2-3yan gihanda 8-9an. Ew jî êdî aktorek e ji bo hilbijartinên herêmî. CHP dê li kîjan bajaran tevlî hilbijartinan bibe, wê çiqas dengan bigire û dê ji kê bigire? Bersivên van pirsan dê tesîrê li destguherîna çend cihan bike. Yanî li pêş me çend xal hene:

  • HDP û AK Partî dê li hev bikin an na?
  • HDP dê vê performans û sîyaseta lawaz bidomîne an dê vê herîyê ji ser xwe biavêje?
  • Ger CHP xwedî li rayên xwe yên li herêmê derkeve dê bandoreke çawa bike? 
  • Hudapar di bin banê AK Partiyê de be jî dikare çend şaredarîyan bi dest bixe?
  • Partiyên Kurdistanî dikarin ji xetek “sembolîk” vegerin ser rêyeke dûrûdirêj?

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Lêkolîner e. Di qedemeyên cûda de rêveberîya sazîyên muxtelîf yên wekî fikrî, lêkolîn û mafên mirovan kirîye. Di deh salên dawî de di nava lêkolînan de cih girtîye yên ku di bin banên sazîyên cûda da hatine kirin. Yek ji avakarê Rawest Araştırmayê ye. Niha jî dîrektorê Kurdish Studies Centerê (Navenda Lêkolînên kurdî) ye ku di serî de Kurdên li Tirkiyeyê, derbarê kurdan de lêkolînên siyasî û civakî dike.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê