Nivîskara Ûkraynî Evgenia Lopata dê li Wêjegeh Amedê beşdarî bernameya “Wexta Şer” bibe.
Evgenia Lopata, dê di bernameyê da qala wan tiştan bike yên ku di cîhana wêjeya Ûkraynayî da diqewimin û awayên wan ên têkoşînê.
Lopata dê derbarê xebatên pirçandî û pirzimanî yên Navenda Wêjeyê ya Paul Celan da zanyarî û agahîyan bide.
Moderatorîya bernameyê dê Lal Laleş bike ku ev bername dê di çarçoveya projeya Literature Houses Beyond Bordersê da pêk bê.
Bernameya navhatî dê 10ê Tîrmehê saet 19.00an li Wêjegeh Amedê pêk bê.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.