Îtiraza Jehrawî û Bêdeng ya Mencola Yaz Begê

Xişo du caran îxanetê dike lê di her duwan de jî hêza gotina wî, wî ji devê şûr xelas dike. Ev neheqî ye helbet û neheqiyên wisa modayeka berbelav bûn li cîhana mêran ya ku nav û dengê jinan lê tunebû. Edaleta mêran heta demek nêzîk wiha hatiye, heta ku yên wek Mencolê û Şehrazadê bi şêweyên nû û cudatir li ber xwe dane, dengê xwe bilindtir kirine.

***

Hikayetên gelêrî bi realîstbûna xwe ve û berawird bi cureyên din, bi nimandin û destnîşankirina hest, tevger û risûmatên civakî re cuda dibin. Têkiliyên navbera mirovan, têkiliyên eşîrî, teswîrên jiyana sosyal yên van berheman dike ku em baldartir bin. Hikayeta Mencola Yaz Begê yek ji hikayetên herî balkêş e ku heta niha kêm hatiye naskirin û belavkirin. Ez dê di vê nivîsarê de hewl bidim hinekî behsa wê bikim.

Berhem dramayeka ecêb e, mirov zû bi zû di vegêranên gelêrî de rastî wê nayê. Ev taybetmendî wê nêzîkî  roman û heyatên serdema me dike. Hikayet di derbarê reqabet û dijayetiya di navbera jinan de ye, nedilsoziya jin û mêran bo hev, nedilsoziya xulaman bo desthilatdar an jî hamiyê wan û helbet gelekî têkildar e bi zordestiya mêran ya li ser jinan, bêçaretiya jinan ya li miqabil mêran. Ev hemû jî motîfên berbelav in di nav vegêranên hemû gelan de. Loma di edebiyata me ya gelêrî de nimûneyên bi vî rengî zehf in. Ya giring ew e ku mirov li ser wan bisekine, wan analîz bike. Xebatên wisa  helbet bi sosyolojiyê re, bi psîkolojî û xebatên jinan û gelek tiştên din re eleqedar e û ancax bi hevkarî û alîkariya wan dikare encamek baş bide.

Ûsibê Hesen Paşayê milûkê Keleha Wanê, navûdengê bedewiya Mencola qîza Yaz Begê bihîstiye û tevî ku mêrê sê jinan e, dixwaze wê jî têxe herema xwe û ji loma gazî xulam û xizmetkarên xwe dike da ku yek ji wan rabe here Mencolê bibîne û gustîla wê bîne ya ku dê nîşana qebûlkirina evîn û dilsoziyê be. Her wekî ku di gelek hikayetan de diqewime, kes newêre bi vê gaziyê rabe. Lê di vir de bereksê Derwêşê Evdî û Kerr û Kulik qehwe nayê gerandin. Mîr daxwaza xwe ji xulam û xizmetkarên xwe re eşkere dike û wekî xelat jî gelek tiştan rêz dike. Li gor vê, kesê ku gustîlê bîne, dê heft aşên ber behra Wanê, heft keriyên miyan li beriya Wêranşarê û hef cotên kotanan li çola Binanixê werbigire, ger bi van qayil nebe dê li şûna Ûsibê Hesen Paşa bi qasî sê salan bibe paşayê keleha Wanê. Kes di xwe de nabîne ku here Sîpanê Xelatê û daxwaza paşê bi cih bîne lew çareseriya vê daxwazê pêdivî bi zîrekiyê, konetiyê û xweşbêjiyê dibîne lê ne bi mêraniyê. Heger mesele mêranî be Ûsibê Hesen Paşa mêrekî di ser xwe re ye û dikare bi destê zorê Mencole birevîne û têxe herema xwe, lê belê ew qenc nizane ka gelo bi rastî jî Mencolê bedew e û bedewiya wê lê hêja ye an na. Lewma dixwaze ku yek here wê bibîne û heger bedew be gustîla wê, wate soza wê û salixê bedewiya wê bîne.

Xişoyê mirtib heye, aşiqê/dengbêjê Ûsibê Hesen Paşa, dişînin pey wî ew tê û daxwaza mîrê xwe li ser her du çavên xwe qebûl dike bes bi şertê ku Hese Paşa, taximekî baş ji şal û şepikan, ji şûr û riman digel hespekî bide wî. Ûsibê Hesen Paşa daxwazên wî dabîn dike û Xişo dide rê.  Piştî ku xatir dixwaze û dike ku ji qesrê derkeve, her sê jinên Hesen Paşa bi dorê dertên pêşiya wî û jê dixwazin ku ew di vegera xwe de bi xerabî behsa Mencolê bike da ku Ûsibê Hesen Paşa wê li ser serê wan neke xanim. Xişo her du xanimên ewil red dike bes ya biçûk bi bereksê jinên din, bi soza ku Xişo bike “şirîkê livînê” qanih dike. Xişo pê dixape û bextê xwe reş dike. Di encamê de xişo wekî aşiq/dengbêjekî gerok ewil diçe sê rojan li dîwana Yaz Begê li kemançeyê dixe û distirê, paşê bo du rojan li herêma jinan ji bo diya Mencolê û jinên din îcraya xwe dike. Herî dawî Mencolê wî dixwaze oda xwe ku bi îcraya wî, dengê wî û kemançeya wî kêf û şahiyê bikin. Tevî ku Xişo heyran hijmekarê wê bedewiyê dibe jî soza ku daye xanimên Ûsibê Hesen Paşa bi cih tîne û dibêje ew ne xweşik e, ne hêjayî kîsekî ka ye. Paşa gelekî diqehere bi vê salixdanê,  bawer nake lê wekî din tiştek ji destê wî nayê.

Piştî demekê Yaz Begê soza qîza xwe bi pismamê wê re çê dike. Dawet ne bi dilê Mencolê ye lewma nameyekê ji Hesen Paşa re dinivîse. Ûsibê Hesen Paşa bi hawara Mencolê diçe bes  beriya wê Xişo li odeyekê hepsî dike. Ûsibê Hesen Paşa diçe digihêje ser dawetê, piştî dawetê Hesen Axayê pismamê Mencolê vedixwîne şer. Kî pişta kê dayne erdê ew dê serê yê din jê ke û Mencolê bibe. Her wekî ku di gelek hikayetan de wisa ye, di vê de jî lehengê ku em/xwîner/guhdar wî nas dikin bi ser dikeve. Ûsibê Hesen Paşa tevî Mencolê tê keleha Wanê warê xwe, wê li odeyekê datîne û gazî Xişo dike. Dema mehkemê ye, rastî û xwarî dê ji hev cûda bibin lew hikayet ber bi dawî ve diçe. Dipirse Ûsibê Hesen Paşa: Te çawa wijdanê xwe xirab kir û navê Mencolê û bedewiya wê pîs kir?

Wijdan her dem nikare serî bi xerabiyê û arezûyên bêsînor derxe ku encamên wan ne diyar in, belê di serî de kirina wan bi mirov xweş tê. Cazibeya xerabî û nedilsoziyê bo demekê be jî mirovan dîl digire. Jixwe ew kurtedem e ku çîrokê li çîrokê zêde dike, dibe bayîsê kiryar û tevgerên nû yên qenc an jî neqenc. Xişo û jinên Ûsibê Hesen Paşa carekê wijdana xwe xirab kirin û wekî her car, wisa fikirîn ku dê ev yek wisa bidome. Di heyata rasteqîn de caran wisa bibe jî di vegêranên gelêrî de qencî û xerabî ilhes digihêjin heqiya xwe, edalet xwe nîşan dide. Mirovên ku di heyata rasteqîn de rûbirûyê gelek bêedaletî, xerabî û gendeliyan dibe helbet dê daxwaz û fikra xwe ya edaletê bi şiklekî biteyisîne nav berhemên xwe. Vegêranên me ji vê hêlê ve di ber barê giran yê heyatê re rabûne û kirine ku em li sibehên adil bifikirin, dilê xwe wisa xweş bikin. Di vê hikayetê de jî dê wisa bibe lê vê neqlê bi îtirazeka din ku di vegêranên gelêrî de zû bi zû em rastî wê nayên.

Xişo rastiya xwe û jinên paşa eşkere dike, li xwe mikur tê. Li gor vegêrê hikayetê, Ûsibê Hesen Paşa berê pêşî ji ber rastgoyiya xwe û paşê jî ji ber ku heger wî bikuje dê navê xwe, navê Ûsibê Hesen Paşayê milûkê keleha Wanê, li dinyayê gelekî nizm bike, Xişo efû dike û gotineka berbelav ya ku gava kurd ji hev vediqetin, dostanî û hevgiriyekê diqedînin ji hev re dibêjin, dibêje: “Ez û te hew ji hev ra dibin.”

Dor tê ser jinan. Helbet wekî ya Xişo, lêpirsînek, îfadeyek û tiştek nayê xwestin. Di fikriyata gelêrî de gelek caran cezayê jinan ji zû ve  diyar e ku di berheman de bi awayên cuda derdikevin pêşberî me. Ûsibê Hesen Paşa emir dide ku sê xulam li sê mihînên kihêl siwar bibin û her sê jinan bi dilê wan girê bidin ku her piçkê laşê wan belav bibe, wan biajon. Ji bilî keziyê wan tiştek namîne li ortê, keziyê wan jî vedikin û davêjin. Piştî vê bila dengbêj bibêje bê Mencolê çi dike:

“Wê gavê Mencola Yaz-begê ku dîtibû vî tiştê hanê,

Ku temam bû ji yek gotinekê,

Wêna jî fîncanek je’rî dagirtibû û xwar, go:

Bira miradê wî bi mi jî nebe li rû hewata dinê.

Ûsibê Hesen-paşê gavê se kir mirina Mencola Yaz-begê,

Li ber xu ket û piştî vê zehmetê ha û hewçend bedew bû,

Çawa miradê wan nebû bi hevûdin li dinê”

Îtiraza Mencolê di vê derê de ye, ew li dij kuştina jinan derdikeve û wekî protesto û berxwedanekê întihar dike ku li gor dema çîrokê û li gor civakê gelekî seyr e. Bi vî şiklî ew Ûsibê Hesen Paşa ceza jî dike. Tişta ku îtiraz û protestoya Mencolê biqedirtir dike ew e ku ew li dijî neheqiya ku li wan jinan hatiye kirin derdikeve ku jinên navborî wê wekî reqîbeka xwe dibînin û hê ji serî de bo ku ew neyê qesrê û belkî nebe berdilka xanim ya Ûsibê Hesen Paşa, dikevin nav hewldanê. Ev yek bo wan ewçend giring e ku ji bo vê dikarin xulamê xwe jî bikin “şirîkê livînê”.

Di vê derê de dixwazim kiryara Mencolê bi ya Şehrazadê re berawird bikim. Niyeta min ew e ku bibêjim ji ber çend sedeman protesto û îtiraza Mencolê gelekî bilindtir e ji ya Şehrazadê. Lê na, bextê xwe xirab nakim, her du îtîraz jî gelekî hêja ne û bi refleksên femînen/jinane hatine kirin. Bêşensiya Mencolê ew e ku nebûye parçeyeke hikayeteka dirêjtir û Gallandekî ew wernegerandiye li ziman û zemanan.  

Şehrazad jî û Mencolê jî li miqabil du mêrên wiha ne ku piştî krîzên bêhntengî û nedilsoziya jinên xwe vediguherin cenawiran û dest bi kuştina jinan dikin. Di çîroka Şehrazadê de mêr anku Şehriyar dibe dijminê hemû jinan û her roj mehra xwe bi yekê re dibire û ber destê sibê wê qetil dike. Di ya Mencolê de, Ûsibê Hesen Paşa tenê her sê jinên xwe bi awayekî hovane qetil dike, di vê meselê de Şehriyar bi kuştina bi carekê re ji Ûsibê Hesen Paşa dilovantir dixuyê. Li aliyê din ji ber ku dilê Şehriyar bi kuştina jinekê tenê rehet nebûye û veguheriye dijminahiya hemû jinan, ew di rik û xerabiya xwe de gelekî li pêş Ûsibê Hesen Paşa ye.

Şehrazad bo wan jinan xwe dike qurbanî ku ku wan qet nas nake bes tevî vê jî ew jin ne dijberê wê ne û çu problemên wan bi hev re nîne. Qurbanîbûna Şehrazadê ne di awayê xwekuştinê lê bi israra mayîna li heyatê xwe dide der. Heger Şehrazad wekî jina Şehriyar li heyatê bimîne û neyê kuştin dê daxwaza wê bi cih were û jinên din ên ku roj bi roj berdestê sibê dê mirina xwe ramûsin, bi jînê xelat dike. Ji ber ku problema Mencolê ewçend ne mezin e lê ne kêmtir e jî ji ya Şehrazadê, ew bi tenê li dij kuştina wan her sê jinan derdikeve ku mirov dikare wan wekî temsîla hemû jinan bibîne, lew kuştina jinekê, wekî kuştina temamê jinan û aleman e û tevî ku ew bi awayekî gelekî normal (?) reqîb û girêdayî vê xêrnexwazên wê bûn, xwe dikuje. Di kiryara Şehrazadê de herçend eşkere neyê diyarkirin jî di encamê de xelatek û serkeftineke muhtemel heye ku ew jî berî her tiştî xelasiya jinan e û paşê zewaca bi qiralekî re ye. Di hikayeta Mencolê de çu xelat nîne lew ew wekî bertek û cezadayînekê xwe dike qurbanî. Belkî xelata wê ew be ku neyê jibîrkirin.

Her du jî bi kiryarên xwe, bi awayekî parastina xwe dikin, Şehrazad wekî keça wezîrekî xwedî amrazeka balkêş e, ilm û xwendina wê ya ji heddê xwe zêde. Di destpêka çîrokê de vegêr, gava Şehrazad ji bavê xwe re behsa niyeta xwe dike, haya me pê dixe ku Şehrazad jineka çend zana, xwende û tegihiştî ye. Wê gelek pirtûkên çîrokan, dîrokan, ilman û zemanan xwendiye û baweriya xwe bi wan tîne. Gotin aşt dike. Mencolê çu amraz nîne ji bilî tozek jehr û fîncanekê. Bes bila miradê wî, miradê Ûsibê Hesen Paşa bi wê nebe. Piştî ku Paşa ji qeweta gotinên mêran/aşiq/dengbêjan tirsiya û xulam û mirtibê xwe, Xişo efû kir, çu gotin bo Mencolê namîne ku bibêje, jixwe qedrê gotina wê û yên din jî qet nîne. Mirtib, aşiq an jî dengbêj bi gotinên xwe, dengên xwe, qedrê desthiladaran û navên wan bilind dikin û ji loma kuştina dengbêjekî kêmanî tê dîtin anku desthilatdar zû bi zû newêrin bi kuştina dengbêjekî dengbêjên din bikin dijminê xwe û desthilatdarên din bi xwe bikenînin. Desthilatdaran berî her tiştî bo berzkirina prestîja xwe û çêkirina îmajeka cazib û xurt dengbêj û mitirb li ba xwe digirtin, qedir didan wan. Xelata wan ne tenê guhdarkirina stranên baş bûn, belê van kesan derheqê wan de stran û çîrok jî diafirandin û heger her du jî di warê xwe de jêhatî bûna, nav û dengê destilatdaran diçû heta deverên dûr ên welêt, li dîwana desthilatdarên din methê mêranî û camêriya wan dihat dayîn. Di hikayetên gelêrî yên kurdî de nimûneyên vê yekê zahf in.

Ez vegerim ser mesela xwe. Hêza gotinê, tekane hevparî ye di navbera Xişo û Şehrazadê de, yek bi gotinên xwe ji sûcên xwe pak dibe, ya din bi gotinên xwe ne tenê xwe, belê bi hezaran jinên din xelas dike. Xişo tevî ku mitirbekî dengxweş û jêhatî ye û ji teref Ûsibê Hesen Paşa ve tê hezkirin jî ew dibe dîlê arezûyên xwe. Îxaneta Xişo dike ku çîrok şax bide û di encamê de bibe trajediyek. Di vegêranên gelêrî de tesîreka wiha giring ya van şaşî/xerabiyan heye. Aksiyon an jî girêka ku ew li vegêranê dixin, berê bûyeran bi deverên cuda vedikin, çîrokê temam dikin. Ûsibê Hesen Paşa hêj beriya ku wê bibîne dil dide Mencolê û wisa dixuyê ku Mencolê jî piştî serdana Xişo, îhtimal e piştî ku Xişo jê re qala paşayê xwe dike û methê û hêz û qeşengiya wî dide, dil dide wî. Di hikayetê ev tişt yekser neyên vegêran jî em ji metnê dikarin va encaman derxin û heger wisa be Xişo bi xanimên paşê re jî xayîn ketiye. Lew tevî ku xaniman jê xwestiye ku bi tenê di vegera xwe de bi nexweşî behsa Mencolê bike û wê li ber çavê wî reş bike jî, mantiqen divê heman tiştî bo Ûsibê Hesen Paşê jî bike û bi xerabî behsa wî bike da ku Mencolê bi bedewiya wî nehise û wî bi bedewiya xwe jî nehisîne. Xişo du caran îxanetê dike lê di her duwan de jî hêza gotina wî, wî ji devê şûr xelas dike. Ev neheqî ye helbet û neheqiyên wisa modayeka berbelav bûn li cîhana mêran ya ku nav û dengê jinan lê tunebû. Edaleta mêran heta demek nêzîk wiha hatiye, heta ku yên wek Mencolê û Şehrazadê bi şêweyên nû û cudatir li ber xwe dane, dengê xwe bilindtir kirine.

Çavkanî:

Ordîxanê Celîl&Celîlê Celîl, Destanên Me, Wardoz, 2021.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir