Bingeha kurmancî ya nivîskî kîjan devok e?

26/06/2023

Gotineke berbelav heye ku tê gotin zimanê nivîskî yê kurmancî li ser devoka Botan ava bûye. Sedema çêbûna vê ramanê ya bi hin kesan re dibe ku ji ber botîbûna Celadet Bedirxan be loma. Ne tenê ev jî. Ji ber ku ew hem hîmdarê alfabeya kurdî ya latînî (ya ku em niha wê bi kar tînin) hem danerê rêzimana kurmancî hem jî pêşengê kurmanciya nûjen e. Jixwe wî ev hemû pêşî di kovara Hawarê pêk anîne. Lê ne ji ber esilzadebûna wî, botîbûna wî kiriye ku ev bawerî bi hin kesan re çêbe. Eger Xwediyê Hawarê botî be, nexwe zimanê Hawarê jî xwe divê dispêre devoka Botan! Lê na, ev ne rast e.

Em bên ser gotina bê çima ne rast e. Belê, Celadet Bedirxan neviyê Mîrê Botan Bedirxan Begê Botî ye û ew li Stenbolê hatibe dinyayê jî, lê ew bi xwe di nav devoka Botan de mezin bûye. Jixwe mirov dikare di nivîsarên wî de têra xwe tesîra vê devokê û bilêvkirina peyvên wê devokê bibîne. Wekî van nimûneyên hanê: birih (birû), dişwar (dijwar). eşkere (aşkera), êxistin (xistin), feqeh (feqî), gehiştin (gihîştin), hiner (huner), îrû (îro), ne lo (na lo), qeyde (qayde), (pey), rûj (roj), rûwê wî (rûyê wî). Ev ên nav kevanê min danîn, ku em roja îroj di zimanê nivîskî de wan tercîh dikin.

Me got ku hîkariya devoka Botan a li ser zimanê wî heye, lê belê wî ne bi botîkî, bi “kurdmancî” dinivîsî. Sedema ku Celadet Bedirxan bi “kurdmancî” dinivîsî, werin em serî li gotinên wî bidin û wî bi xwe bikin guwahê (şahidê) vê yekê bê ka wî kurmanciya nûjen, bi gotina din, kurmanciya nivîskî ya standard li ser çi ava kiriye, yan jî qet nebe ramana wî ya li ser vê mijarê çi ye, ka em jê xwe bihewisin.

Celadet Bedirxan hem di Hawarê de hem jî di Ronahîyê de diyar dike ku ew li pey pêkanîna zimanekî standard ê kurmancî ye. Em serê pêşî ji nivîsarên wî yên Hawarê du jêgiranan bikin, ku wî di destpêka “Bingehên Gramêra Kurdmancî” de, der barê pênaseya rêzimanê de gotiye“Gramêr tevayiya qeydeyên rastaxaftin û rastnivîsandina zmên e.” [1] Dîsan di hejmara pey de, di bin navê “Bingehên Gramêra Kurdmancî 2” de, têkildarî mijara vekîtê jî aşkera kiriye ku “Qeydeyên vekîtê ji tevayiya gramêrê dertên.” [2]

Di Ronahîyê de jî, li ser daxuyaniya Kovara Gelawêjê, ev raman derbirine:

Belê Gulavêjê gotiye: «bi zimanî kurdî Botan». Gelo ji gotina <kurdiya Botan> mexsed çi ye? Bê şik mexsed kurdiya ko di cihê Botan de pê tête axaftin e.

(…)

 Zimanê xelkê Botan kurdî ye, zarê wan kirdmancî ye ù wan zaravakî xweser heye. Ji lewre botî di nav kurdine de din ji zimanê xwe kifş dibin ko botî ne.

Herçî zimanê kovar û rojnameyên Sûriyê: Ew kovar û rojname bi zarê kurdmancî têne nivîsandin û nivîsevanên wan dixebitin ko zimanekî yekbûyî bînin pê. Ji lewre guh nadin zaravayên xwe û ji ber vajî ve wî bi şûn de dihîlin ù berê xwe didin zimanekî ayendê î gelemper (imûmî) û di vê xebatê de ji pirsên zarine din jî dixwazin fêdemend bibin.

Botîtiya van kovar ù rojnaman di xwediyên wan de ye.

Belê xwediyên wan kovar û rojnaman bi xwe botî ne. Lê ew jî di nivîsarên xwe de zaravayê xwe tucaran eşkere nakin. Eşkere bikirina diviya bû li şûna (rabû û çêbû) (rabî û çêbî) binivîsandana.” [3]

Gava di van daxuyaniyan baş bê fikirandin dê bi hêsanî bê dîtin ku Celadet Bedirxan bi awayekî zanyarane nêzikahî di ziman û mijara devokên kurdî daye. Ji bo wî ya esas qaydeyên ziman e ku jixwe gramer yek ji kilîdên zimanê nivîskî ye jî.

Em dîsan dubare bikin ku li gel Celadet xwedî helwesteke zanistî ye jî, mirov di Hawarê de bi tesîra devoka wî ya Botan dihise, lê ev hîkarî ne ji aliyê gramerê ve, ji aliyê form û bilêvkirina peyvan ve ye.

A rast gava ji aliyê zimên ve  xwendineke baş û analîzeke kûr li ser Hawar û Ronahîyê bê kirin, dê bê dîtin ku zimanên wan weşanan ji aliyê rastnivîsînê ve her ku çûye sererast bûye, hîkariya devokan kêmtir û rastnivîsîn jî cihgirtir bûye.

Ew qas sal in ez li ser kurmancî dixebitim, tevî komxebatên ji bo standardkirina kurmancî dibim, ez bi xwe rast lê nehatime ku ji me hatibe xwastin divê em li gorî devoka Botan tev bigerin û rêzikên wê devokê ji kurmanciya standard re bikin bingeh. Em tim rêgezên mîna rêzikên rêzimanî, fonetîka/fonolojiya kurmancî, morfolojî û etîmolojiya peyvên kurmancî, gireyên dariştinê û pevguherîna dengan, fonotaksa kurmancî û kevneşopiya rastnivîsîna hin peyvan li ber çav digirin, her wisan serî li zaravayên xwe û zimanên îranî yên berê jî didin. Wekî avesta, partî, pehlewî û heta zimanên hind-ewrûpî.

Tevî van yekan, eger em ji hev nehatina parçekirin û bindestkirin, ziman li me nehata qedexekirin û eger dewleteke me yan jî statûyeke me hebûya û ev qutbûn çênebûya, bi îhtimaleke pir zêde û xurt devoka Botan û Hekarî/Behdînan, ku şair û derçûyên medreseyan bi wan berhemên xwe nivîsîne dê ew bibûna binyada zimanê me yê nivîskî û ew nerît jî dê her bidomiya.

Em şêkirdarên Celadet Bedirxan in ku wî xwe nespart devokeke tenê ya kurmancî û bi helwesteke zanyarane dest avêt karê zimanî ku loma em jî îroj bi rehetî dikarin li gorî prensîbên zanstî yên zimanî nêzikahî di xebatên li ser zimên bidin û di warê standardkirina zimên de gavinan biavêjin. Helbet haya me jê heye ku devokên kurmancî hene, prosesa zimanî bi temamî pêk nehatiye û cudahiyên rêzimanî yên kurmancî yên ji ber devokan jî hene.

Wek encam: Kurmanciya nivîskî ya standard, ne li ser devokek bi tenê tê sazkirin û edilandin û xwe naspêre devokek bi tenê. Ji lew re hemû devokên me, rêzikên rêzimanî yên zimanê me gişt tevahiya zimanê me pêk tînin û kurmanciya standard jî ji van tê holê.

Çavkanî:

[1] Hawar; hejmar 27, 1941. r. 13-14.

[2] Hawar; hejmar 28, 1941. r. 11-12.

[3] Ronahî; “Bo Agadarî”, hejmar 23, 1944, r.14, 15.

Zana Farqînî

Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.

Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye.

Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.

Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin.

Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.

Berhemên wî:

Ferhenga Tirkî-Kurdî
Ferhenga Kurdî-Tirkî
Ferhenga Kurdî Tirkî – Tirkî Kurdî
Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve)
Xebatên kolektîf

Em Zimanê Kurdî Binasin
Muzîka Sarayê ya Kurdî
Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî
Rêbera Rastnivîsînê
Wergerên wî yên ji zimanê tirkî:
Mamosteyê Sêyemîn Xanî
Rastiyên Destana Memê Alan
Xanî û Newroz
Xanî û Memzayên Wî

Weşana berê

Peyam, lê ji bo kê?: Fikarek li ser mîzaha kurdî

Weşana paşê

Li ser sînorê Colemêrgê bi lerza 4.6an erdhejek çêbû

Te hay ji vê heye?