Zana Farqînî Fotoğrafı

Zana Farqînî

Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye. Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye. Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê. Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin. Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin. Berhemên wî: Ferhenga Tirkî-Kurdî Ferhenga Kurdî-Tirkî Ferhenga Kurdî Tirkî – Tirkî Kurdî Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve) Xebatên kolektîf Em Zimanê Kurdî Binasin Muzîka Sarayê ya Kurdî Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî Rêbera Rastnivîsînê Wergerên wî yên ji zimanê tirkî: Mamosteyê Sêyemîn Xanî Rastiyên Destana Memê Alan Xanî û Newroz Xanî û Memzayên Wî

Hemî nivîsên hatîn weşandin

Dengbêjî: Çavkaniyeke ziman û dîroka me ya devkî

Dîroka me ya sedsala borî ya berxwedan û serhildanan bi awayekî devkî di kilamên dengbêjan de heye û dîroknasên me yên ku li ser dîroka devkî dixebitin, ev kilam jî […]

Dengbêjî: Çavkaniyeke ziman û dîroka me ya devkî

Te ew qas peyv ji ku anîn, ma ev hemû bi kurdî ne?!

Bi rêya analojiyê, bi gireyên heyî yên kurmancî me peyv jî darêştine. Wekî çawan ku zembîlfiroş û gulfiroş di zimanê me de hene em dikarin ji ber wan mastfiroş û […]

Te ew qas peyv ji ku anîn, ma ev hemû bi kurdî ne?!

Rewşenbîriya kurdan a kurdîziman

Gava em bibêjin rewşenbîriya kurdan, hewce ye ew bi zimanê xwe jî kurd bin, kurdîziman bin. A rast niha nifşeke welê rabûye û bi pêş de diçe, alaya vê têkoşînê […]

Rewşenbîriya kurdan a kurdîziman

Ji awayê raderî yê lêkeran çêkirina peyvan

Lêker ne tenê hêmanake sereke ya cureyên bêjeyan û hevokê ye, bi rastî jî ew jêderka hin cureyên peyvan ên wekî navdêr û rengdêran in jî. Ji rayeka dema niha […]

Ji awayê raderî yê lêkeran çêkirina peyvan

Gelo berginda “kolonî”yê mêtin an jî mêtingeh e?

Eger “mêtin” berginda “kolonî”yê bûya, diviya ku “mêtinger” an jî “mêtinkar” jî berginda “kolonyalîst”ê bûna. Lê tiştekî welê nîn e. Jixwe “mêtin” bi awayekî mecazî li şûna kedxweriyê hatiye bikaranîn. […]

Gelo berginda “kolonî”yê mêtin an jî mêtingeh e?

Dermanê sarêjkirina zimanê derbexwarî: Zargotin

Rizgariya ji vê birîndariyê, ji vê şikesteka hanê, edebiyata me ya gelêrî ye. Eger em hawara xwe bigihînê dê derdê me pê derman bibe. Em ê hişê xwe yê birîndar […]

Dermanê sarêjkirina zimanê derbexwarî: Zargotin

Li ser teşeya berê ya lêkera “mirin”ê

Di cureyên berhemên wêjeya devkî de, di qalib, biwêj û gotinên pêşiyan de, di bêjeyên darêştî û yên hevedudanî de bi awayekî fosîlîzebûyî şêweyên kevn, form û morfemên kevnare yên […]

Li ser teşeya berê ya lêkera “mirin”ê

Du têgihên têkildarî hev: Çand û ziman

Gel û neteweyên ku bindest in, li hemberî serdestên xwe ji bo bikarin hebûna xwe bihêvişînin û biparêzin, wateyên din li çand û zimên bar dikin û wan wek diyardeyên […]

Du têgihên têkildarî hev: Çand û ziman

Ez û medyaya civakî

Di serî de bibêjim ku mebesta min a ji vê nivîsê, ne nirxandina medyaya civakî ye. Jixwe pisporên vê qadê kar û lêkolînên xwe dikin û ramanên xwe diyar dikin. […]

Ez û medyaya civakî

Serpêhatiya peyva solê

Ziman çawan ku diyardeyeke efsûnî ye, her wisan ew heyîneke zindî ye jî. Loma em dikarin vê guherbariya zimên di hin peyvan de bi hêsanî bibînin ku bê çawan bi […]

Serpêhatiya peyva solê

Kurdiya akademîk!

Ev gotina hanê ku min ew kiriye sernavê nivîsara xwe, hingî tê bikaranîn ez dibêjim qey kesê nebihîstibe êdî nîn e. Ez bi xwe jî pir bûme mixatebê vê tebîrê. […]

Kurdiya akademîk!

Dengbêjê min: Miheme Salihê Beynatî

Çi kesê ku bi kilamên dengbêjan mezin bûbe û bûbe bengiyê muzîka wan, teqez dengbêjekî wî heye. Yê min jî Miheme Salihê Beynatî ye. Lê mixabin ew zêde nayê naskirin […]

Dengbêjê min: Miheme Salihê Beynatî

Bingeha kurmancî ya nivîskî kîjan devok e?

Gotineke berbelav heye ku tê gotin zimanê nivîskî yê kurmancî li ser devoka Botan ava bûye. Sedema çêbûna vê ramanê ya bi hin kesan re dibe ku ji ber botîbûna […]

Bingeha kurmancî ya nivîskî kîjan devok e?

Hîn ku roja zimanê me li me neçûye ava…

Meseleya zimên li me bûye wekî meseleya hirçê. Dibêjin, heft çîrokên hirçê hene her heft jî li ser hirmiyê ne. A me xemxwerên zimên jî wisan e. Em jî tim […]

Hîn ku roja zimanê me li me neçûye ava…

Zana Farqînî li Botan Timesê ye!

Lêkolîner û zimanzan Zana Farqînî dê her hefte ji bo Botan Timesê binivîse. Zana Farqînî kî ye? Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî […]

Zana Farqînî li Botan Timesê ye!