Dibê çê?

  • 11/03/2023
Dibê çê?
Serdar Şengül Fotoğrafı

Serdar Şengül

11/03/2023

Pîra Qumrî, Eduardo Galeano û Walter Mignolo

Ji vê hefteyê pê ve ez ê bi nivîsên di warê teorî û rexneyên edebiyatê û xebatên çandî de bi we re bim.

Ev çend sal in ku derbarê teoriyên postkolonyal, civaknasiya edebiyatê, teoriyên çandê û perwerdehiyê de dixebitim. Hem dersên ku min tevî telebeyên xwe xwendin û hem jî lêkolîn û nivîsên min li dora wan babetan çerx kir. 

Di wan salan da min behtir fehm kir teorî û rexne çi cewherek e û çawa tesîr li fikrandina me ya derbarê dinyayê de dike.

Mufredatên mekteb û zanîngehehan, bernameyên weşanxane û derdorên nivîskaran bi riya wê cewherê ne tenê sînor û qaîdêyên  rastiyê lê yên texeyûlê jî saz dikin. Kesên û derdên ku bûne mijarên teoriyên wan, karibûn gav bavêjin qada hebûnê û bibin mijarên niqaşê lê yên din bi reng û dengên xwe wekî tune tên hesibandin. Hilbijartina ekolên teorî û rexneyê ji tesadûfî zêdetir bi hişmendiyeke îdeolojîk bi armanca dizayn û kontrolkirina texeyûlên rastiyê hatibû tayinkirin.   

Di vê quncikê de ez ê hewl bidim ekol û kesên ku li derva kanona teorî û rexneyê hiştin û li ser sînorên dinyaya heyî ji bo berfirehkirina pênaseya dinya û mirovahiyê şer dikin bidim nasandin. Ew jî du hewldanek bi hev re hevce dike. Rexneya teorîyên heyî û nasandina yên bêdengkirin. Gelek kes ji derûdorên dinyayê bi jiyan û ramanên xwe îlham da van nivîsan. Lê ji aliyê şewazê û rihê nivîsandinê tesîra Eduardo Galeano ku hewl da “bîranînên agirê” yên gelên latîn emerîkayê binivîse û “damarên wan ên jêkirî” bîne ba hev mezin e. 

Lewra hefteya bê em ê bi latîn emerîkayê dest pê bikin û di şexsiyeta Antonio de Nebrija de “ziman” çawan bûye hevreyê împeratoriyan Ewropî û kolonyalizm di rabûna edebiyatên neteweyên Ewropî û ruxandina yên niştecihan de roleke çawan bi cih anî bibînin. Bi rêbertiya Walter Mignolo em şahidê “aliyê tariyê ronesansê” bin. Pişt re baskên xwe vekin ber bi esmanên nû ku erdên wan ji wan hatine dizîn ji dîrokê hatin qewirandin. 

Pîra Qumrî, pîrka me ya mezin, ku di zarokatiya xwe de min bi riya tercûmanan pê re xeber dida, bi serê tiliyên xwe û bi tekane diranê xwe bi nêviyên xwe re diaxivî. Ew “pîra nod salî û stûna konê kurmanca” beyî ku tiştek bêje tiliyên xwe di nav porê me de digerand da ku me bikenanda, tekane diranê xwe yê ku di devê wê de mabû nîşanî me dida, ku pêlîstoka wê ya yekane bû. Gava me pê re xeber dida jî serê xwe dizivirand û ji yên din dipirsî: Dibê çê?*

Piştî çend salan ez hînî zimanê xwe bûm lê Pîra Qumrî ne dît û ne me fêm kir wê digot çi û ne jî wê em fehm kirin. Li wan erdên hatin dizîn û zemanên ji dîrokê hatin qewirandin em li pey pirsekê bikevin? Pirs jî ev e: Dibên çê? 

*Dibêje çi?

%d