GGC dê perwerdeya ‘Micadaleya Li Dijî Agahîyên Xelet’ bide

30/11/2023

Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti (GGC) (Cemîyeta Rojnamegerên Başur-Rojhilatê) dê perwerdeya Micadaleya Li Dijî Agahîyên Xelet bide.

GGCyê daxuyanîyek parve kirîye ku ew dê perwerdeya Micadaleya Li Dijî Agahîyên Xelet bide.

Ev perwerde rêyê li ber wê çendê vedike ku şîyanên piştrastkirina agahîyan bihêztir bibin.

Perwerde bi awayekî înteraktîf û pratîk dê bê dayîn ku ev perwerde dê bingeheka xurt dane ji bo ku beşdar li hemberî agahîyî û nûçeyên xelet bisekinin.

Pisporê Medyaya Dîjîtal û Berpirsê Karên Derveyî yê GGcyê Hozan Adar dê li ser mijara Micadaleya Li Dijî Agahîyên Xelet dersa xwe bide.

Hozan Adar dê li ser naverokên wekî Piştrastkirina Metn, Wêne, Lokasyon û Vîdeoyan bisekine.

Perwerde dê li Avahîya Sumerparka GGCyê 16yê Berfanbarê saet 13:00an dest pê bike ku dê çar saetan bidome.

Ji bo forma serlêdanê bitikîne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha