Mûzîkjen Jehrmarî strana xwe ya nû derxistîye.
Jehrmarî li ser hesaba xwe ya Instagramê daye zanîn ku wî strana xwe ya nû weşandîye.
Jehrmarî 24ê Mijdarê strana xwe ya nû ya bi navê Ken derxistîye û li ser platformên dîjîtal bar kirîye.
Gotin û mûzîk ya Jehrmarî bi xwe ye û aranjeya wê jî ji alîyê wî bixwe ve hatîye kirin.
Vîdeo ji alîyê Vedat Atliyî ve hatîye girtin. Atli zêdetir wekî Ezvedat tê nasîn.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.