Gelo li Stenbolê haya xwendekaran ji çalakîyên Kurdî heye?

Gelo li Stenbolê haya xwendekaran ji çalakîyên Kurdî heye?
Gelo li Stenbolê haya xwendekaran ji çalakîyên Kurdî heye?
Qesîm Etmanekî
  • 4 Nisan 2023 07:08

Her sal bi hezaran ciwanên Kurd ji bo perwerdehîyeke baş berê xwe didin Stenbolê. Ev jî dibe sedem ku li vî bajarî girseyeke mezin a xwendakarên Kurd ava bibe.

Helbet piranîya van xwendekaran Bakurî ne, lê rêjeya Kurdên Başûr û Rojavayî jî her ku diçe zêdetir dibe.

Li Stenbolê ciwanên Kurd di gelek beşên cuda da, li gorî standardên Tirkîyeyê perwerdehîyeke biqalîte werdigirin.

Bi rihetî em dikarin bibêjin ku ev bajar di vê serdema hanê da jî bûye navenda xwendekarên Kurd.

Wêne: Qesîm Etmanekî, arşîv/ Zanîngeha Stenbolê

Ciwanên Kurd çawa têkelê civakê dibin?

Piranîya çalakîyên ku li vî bajarî çêdibin bi Tirkî tên organîzekirin û ev jî dibe sedem ku çanda serdest di nav xwendekarên Kurd da berbelav bibe.

Di vê babetê da zêdebûna sazîyên Tirkî gelek caran dibe sedem ku xwendakarên Kurd ji çanda xwe û çalakîyên bi zimanê wan hatine amadekirin, dûr bikevin.

Her wiha kêmasîyên sazîyên Kurdan jî cihê daxê ye ku ji ber vê yekê xwendakarên Kurd ji çalakîyên çandî dûr dimînin.

Bikaranîna xirab ya medyaya civakî sedema bingehîn e ku sazî û ciwanên Kurd ji hevdu dûr dixe.

Bünyamin Sevimî li zanîngeha Stenbolê beşa Zimannasîyê dixwîne, ew xelkê Êlihê ye. Her wiha ew zimanê Tirkî û Ingîlîzî ye û Rûsî jî dizane. Wî ji Botan Timesê ra behsa vê mijarê kir.

“Divê platformek bê avakirin

Xwenekarê zanîngeha Stenbolê, Bünyamîn Sevim

Bi qasî ku ez dibînim, li hemberî xwendekarên zanîngehan gelek astengên cihê cihê henin. Ji vana jî ya herî eşkere ev e; sazîyên xebatên çandî, hunerî û perwerdehiyê dikin, ji hêla xwendekaran ve nayên zanîn. Bi nêrîna min çalakîyên hatine kirin an jî yên bên kirin bi rêyên rast ji bo zanîna girseyan nayê pêşkeş kirin.

Platformek bê avakirin û bi rêya vê plaformê, li Stenbolê der heqê Kurdî de, xebatên zimanî, çandî û her tiştê ku Kurdan eleqeder dike bên parvekirin ez bawer im wê bandoreke mezin li vê pirsgirêkê bike.

Her wiha wargeh jî ji bo me xwendekaran pirsgirêkan derdixin. Ji ber ku ji pirtûkxaneyan, cihên şano û sînemayê, navendên çandî û mekanên civakîbûnê gelekî dûr in. Ev jî dibe sedem ku xwendekar zêdetir ji van çalakîyan dûr kevin.

Bünyamin Sevim