
Yehya Omerî
Sala 1993yan li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Part-time şair e, û carna freelance gerok û xwendekar e. Du pirtûkên wî yên helbestan hene:Anatomiya Demsalên Zer, Weşanên Evrensel, 2015.Nêrgiza li Defterê Bişkivî, Weşanên Avesta, 2021.
Hemî nivîsên hatîn weşandin
Îtiraza Jehrawî û Bêdeng ya Mencola Yaz Begê
Xişo du caran îxanetê dike lê di her duwan de jî hêza gotina wî, wî ji devê şûr xelas dike. Ev neheqî ye helbet û neheqiyên wisa modayeka berbelav bûn li cîhana mêran ya ku nav û dengê jinan lê tunebû. Edaleta mêran heta demek nêzîk wiha hatiye, heta ku yên wek Mencolê û Şehrazadê […]
Kitêbeka Ebedî: ‘Çîrokên Hezar û Şevekê’
Ziman û naveroka çîrokan gelekî taybet û efsûnî ye, serpêhatiyên jinên bedew, şahzadeyên şêt, feqîrên ku bextê wan ji wan re bûye yar, serpêhatiyên cin û efrîtên qabilê gelek tiştan, eşya û ajalên sêhrdar û helbet yên dîdaktîk têrê dikin ku mirov bibe heyranê wan. Bêguman ev hêleka ron ya vê kitêbê ye. Hêla wê […]
Belkî jî gilî gotinên li ser … ?
Bi dîtina min ev ne helbest e, çiku hê ji serî de her hewla xwendinê ya wekî helbesteka normal nîvçe dihêle û kilambûna xwe li me ferz dike. Baş e ku ne wisa ye jî, di gelek helbestên din de Bahadîn bi şiklên cuda ji kelepora dengbêjiyê sûd wergirtiye û hewl daye tevî edebiyata me […]
Li ser ‘Surra Hisretê û Çend Helbestên Din’
Gava mirov berê xwe dide helbestên Elîxanê Memê tişta ewil ya em ferq dikin, xwezaheziya wî ye ku bi hêmanên çanda gelêrî, amajepêdanên feylesofên Yewnana Antîk yên xwezayê ve mişt e. Ji vê hêlê ve şa’ir bi awayekî serpilkî li xwezayê nanihêre, ji kurahiya dîrokê ta roja xwe her bi hêmanên xwezayê, eşqa xwe bo […]
Mem Ronga, Destên ku Hêj Geriyana Xwe Temam Nekirine û Serpêhatiya Hevpeyvînekê
Ev bo min bûbû kula li ser kulan, barana li benda kulîlkan. Caran min dîsa dipirsî, digeriya bi mebesta ku wê bibînim. Xweşbextane meh û nîvek berê bi şiklekî min pêde kir. Hez dikim bidim pey hin pirtûkan ku pirê caran ev bipêyketin e zewqa ku ji dîtin û nedîtina wê dimîne. Û ev bo […]
Em Dimrin Nayêne Rayê: Dimdim -II
Dimdim li gelek herêmên Kurdistanê bi rêjeyên cuda û bi şiklên cuda beşdarî li bawerî, çand û muzîka wan kiriye. Li herêmekê em bêjin bûbe straneka dawetê û bi navê wê govendek hatibe îcadkirin, li herêma din bûye strana karî û di ber kar de hatiye gotin. *** Di Em Dimrin Nayêne Rayê: Dimdim – […]
Em Dimrin Nayêne Rayê: Dimdim – I
Destana Dimdimê bi hêmanên xwe yên neteweyî û peyamên ku dide nimûneyeka gelek baş ya serdema destanên neteweyî ye ku ne bi handan û hewldana xwendeyan, lê belê bi hestên hurr yên gelêrî ji teref dengbêjan ve hatiye afirandin. *** Şerê mîr û fêrisa ne, Dişbête axir zeman e, Şerê eceman û kurda ne, Dêhê […]
Bijîşkekî kurd di qesra osmaniyan de: Kürd Ozan
Hekîmê me Kürd Ozan jî herçend di navê wî de ozan ku di me’neya şa’ir, şa’irê gel de tê emilandin, hebe jî em nizanin ka bi rastî şa’iriya wî heye an na. Her wiha em nizanin ka navê wî yê rastîn jî çi ye. Li aliyê din îhtimal heye ku hekîmê me bi taybet hatibe […]
Nîvdestpêkek bo haîkûya kurdî
Helbesta Asyaya Dûr, xasma jî ya çînî û japonan wekî albûmên pirbelg, pirreng yên xwezayê ne. Şa’irên van zimanan hê ji heyamên ewil de hevalîniyeka poetîk ligel xwezayê û hemû hêmanên wê danîne ku paşê vê yekê tesîr li felsefe û baweriya wan jî kiriye. Çiya, kevir, çem, asîman, dar, ber, ajal çavkanî û karakterên […]
Şa’ir wekî bengiyê peyvan
Helbest bi şêweya xwe ya emilandina peyvan ve ji cureyên din yên edebî diguhere. Ev, bi taybetî ji wê yekê tê ku li miqabil rehetiya hilbijartina peyvan ya di pexşanê de, helbestkar ji ber taybetmendiya xwe ya binemayî ya helbestê neçar e peyvan bi baldarî hilbijêre. Nişmîtiya di hilbijartin û rêzkirina wan ya di peywenda […]
Destpêkeka Şexsî bo Ciwaniyê û Helbesta Wê
Çend roj berê gava bi hevalek xwe re li ser vê nivîsê diaxivîm, ev gotin ji devê min derket. Di mijara afirîneriyê de cewhereka zêde ya ciwaniyê heye, lê belê ew cewher bi min re nîne ku wê bi şiklekî fesîh îfade bikim. Ev demeka ne zêde ye ku şa’ir im, xwe şa’ir dibînim û […]