Em Dimrin Nayêne Rayê: Dimdim – I

Destana Dimdimê bi hêmanên xwe yên neteweyî û peyamên ku dide nimûneyeka gelek baş ya serdema destanên neteweyî ye ku ne bi handan û hewldana xwendeyan, lê belê bi hestên hurr yên gelêrî ji teref dengbêjan ve hatiye afirandin.

***

Şerê mîr û fêrisa ne,

Dişbête axir zeman e,

Şerê eceman û kurda ne,

Dêhê Dimdimo Xan tê da.

 (Ji varyanta Hikayeta Kela Dimdimê)

Sernavê nivîsê gelekî provokatîf dixwiyê, bes ev ne sûcê min e. “Em dimrin nayêne rayê” risteyeka şa’ir Feqiyê Teyran e ku bi texmîna min herî zêde 15-20 sal piştî têkçûna serhildan/şerê Dimdimê nivîsiye. Ez dê di vê nivîsê de ji çend aliya ve şaxên zargotinî yên vê destanê binirxînim. Lê beriya wê destpêkek divê.

Sedsala nozdehem bo temamê cîhanê û jîndaran ji gelek hêlên xwe ve bû bingeha gelek pêşketin, serkeftin û têkçûyînên ku îro em dijîn. Bingehên pêşketin û zanyariyên bêserûber, yên gelek qadên zanistê û huneran di vê sedsalê de hat danînn, yên ku berê hebûn dîsa di vê sedsalê de hatine qayîmkirin. Netewe diyardeyeka xwedî reh û rîşalên dêrîn e, belê, her di wê sedsalê de bi alîkariya dîrok, folklor û edebiyatê ve bi şiklekî gelek radîkal û bi xebat û tevkariyên gelek kesên navdar û nenavdar, hunermend, dengbêj, şervan, gundî, karker û hwd. ve bi awayê xwe yê îro hate rêkxistin. Encamên vê dîzaynê ta îro jî berdewam in û wisa dixwiyê ku heta tiştekî jê cazibtir nekeve şûnê dê her li ser textê xwe be. Li gor Benedict Anderson bingehên vê cimaeta xeyalî hêj di sedsala 15an de bi îcada matbayê re û pê re jî bi xurtbûna zimanên herêmî li miqabil latîniyê, li ewrûpayê hatibû danan. [1] Şoreşa Frensî ev yek xurttir kir. Dîrokê bi bûyer û şexsiyetên giring yên neteweyê ku di bîra xwe de parastibû, tevkarî li çêbûna hizrên neteweyî û neteweyê kir. Folklorê jî bi cureya xwe ya herî neteweyî bi destanan ev yek kir ku folklor bi xwe jî encama lêgerînan bû bo çêbûna neteweyan û kevneşopên wan.

Di vê sedsalê de li nav neteweyên ewrûpî pêşbirkeka destanên dêrîn çêdibe ku îlhama xwe ji berhemên Homeros û Vergilius sitendiye. Di wan de asasên netewetiyeka tekmîl û pêwîst hebûn, rabirdûyeka zêrîn û pêşiyên şervan û zana dibûn îlham bo van komên ku bi kêmanî zimanekî wan yê hevpar heye ku ew jî di bin xubara demê de kevn bûye, ji qidûm ketiye. Pêşeng û îdealîstên ku axlebe xwende û edîb bûn bo yekkirina civakê li dor rabirdûyeka hêja û bêrîkirî, dest pê kirin li nava destxetên kevn li destanên dêrîn geriyan, gava ku nedîtin jî wekî ku em ji mînaka fînlendî û estoniyan dizanin, wan bi xwe ew afirandin. Hebûna destanekê bo civakan xwedî wateyeka giring bû, prestîja kevnbûn û dêrîniyê dida wan ku ew li cem kêm civakan hebû, destanê ew li dor wê rabirdûyê bo dahatûyeka çaktir dicivand û motîve dikir. Civakên bêdewlet yên bindest û dewletên serdest yên li miqabil dewletên serdesttir bi çapkirina destanan, xwe pîroz dikirin, li rêza neteweyan cihê xwe qayimtir dikir.

Di mînaka fînî û estoniyan de ev gelek diyar e, ez ê nimûneyekê ji bo vê bidim, roja weşandina destana Kalevalayê ji aliyê Dr. Elias Lönnrot ve, ji bo fîniyan wekî cejneka neteweyî ta îro jî tê pîrozkirin. Civak û axa fînî ya ku di navbera Swêd û Rûsyayê de hatibû parvekirin û bi taybet ji aliyê swêdiyan ve dihat kêmkirin ji ber nebûna kevneşopeka xurt ya nivîsê û çanda wê, ji hemû civakan zêdetir pêdivî bi destanekê didît ku bi zimanê wan be û wan li dor heman daxwazê li hev bicivîne, xewneka serxwebûnê ya heta hetayê bide wan. Estoniyên ku di heman rewşê de bûn jî bi îlham û motîvasyona ku ji cîranên xwe yên fînî sitendin, bo xwe destana Kalevipoegê îcad kirin û bo xwe rêya ku berê wê li azadî û serxwebûnê ye danîn. [2] Sermerselê neteweperwerên estonî gava ku Estonya di sala 1918an de serxwebûna xwe bi dest dixe, di metna îlankirina dewleta xwe de amaje bi vê destanê û lehengê wê dikin: Tevî ku estonyayî ji nifşekî bo nifşê din ji teref neteweyên din ve dîl in û di bin zextan de hatibin girtin jî, wan hêviya ku dibêje Kalev dê rojekê bo ku bexteweriyê bo zarokên xwe bîne malê, zindî hiştine.. Niha ew roj hatiye. [3]

Ev destan bi tenê nebûne palpişt ku di nava van gelên bênivîs û bêdîrok de fikra neteweperweriyê zîl bide, bibe dareka mezin ku temamê cemaeta xeyalî li bin wê bihêwire. Di heman demê bûne çavkaniya hunerên wekî resim, muzîk, şano û peykerê ku pêdiviya neteweyê pê hebû. Sehneyên bêsînor ên xweşiyên xwezaya welêt, sehneyên şerî yên pêşîyên qehreman yên neteweyê û çîrokên wan ên rûmetyar hem bi serkeftinan hem jî bi têkçûyînan mijarên van huneran pêk tînin. Bi vî awayî destan dibin hîmê sazkar yên van neteweyan ku peywira xwe û tişta ku ji wan hatiye payîn bi serkeftî bi cih anîne.

Her di van salan de li Kurdistanê varyanteka ji her hêlê ve tekûz ya destana Dimdimê hatiye berhevkirin ku heta niha li Bakur nehatiye naskirin û weşandin. Çendek berê Weşanên Wardozê pirtûkeke bi navê Kela Dimdimê: Xanê Lepzêrîn belav kir ku tevî ya Feqiyê Teyran ji 13 varyantên cihê pêk tên û hinek ji wan cara pêşî di vir de hatine weşandin. Xeyn ji ya Feqiyê Teyran û ya ku ez dê li jêr behsa wê bikim, hemû varyant ji aliyê Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl ve di demên cihê cihê de ji herêmên cuda hatine berhev kirin. [4] Varyanta ku bi navê Hikayeta Kela Dimdimê hatiye qeydkirin ji 110 çarîn û 464 rêzikan pêk tê.

Li gor ku di beşa nivîsarnasiyê de tê gotin ev destxet ji aliyê Ordîxanê Celîl ve tesadûfen tê dîtin. Destnivîsa vê varyantê beşek ji koleksiyona Alexander Jaba bûye ku ev yek ji wan e ku wenda dibe û di salên 60î de li nav arşîva profesorekî rûs tê dîtin. Hewce ye bibêjim ku ev qedera gelek metn û çîrokên me ye ku li bendê ne em wiha bêhemdî jî rojekî pêrgî wan werin!

Vegêrê destanê kî ye em nizanin, her wiha di kûnyeya wê de navê dengbêjê wê û yê ku ew derbasî nivîsê kiriye jî nehatiye dayîn. Hikayeta Kela Dimdimê bi vî awayî dest pê dike:

Xurmîn e, we xoş xurmîn e,

Bikin qiseta Xanê Lepzêrîn e,

Ya Xuda kirî, çare lê nîne.

Şêrêd Xane girt dîwan e.

Destpêka bi vî awayî di hindek vegêranên dirêj û helbestî yên kurdî tê dîtin ku bi dîtina min ew bermayiyên kevneşopeka xurt ya çanda devkî ye ku bi şiklekî tesîr li hikayetên helbestî yên Feqiyê Teyran jî kiriye. Destpêkên bi vî rengî berî herî tiştî bala guhdaran, û ya me xwîneran dikşîne ser vegêraneke giring. Her wiha ew amadekariyeka biçûk e bo destpêkirina berhemê. Em bînin bîra xwe destpêkên bi vî rengî berê pêşîn di destanên yewnanan de dixuyê ku di wir de rapsod an jî dengbêj bi kurdiya me, bo performanseka baş alîkariyê ji xwedawendên îlhamê, Musayan dixwaze. Û ev kevneşop ji Homeros bi rêya Vergilius derbasî wan şa’iran bû ku helbestên epîk nivîsîn. Bo nimûne Vergiliusê Romayî wiha dest bi magnum opusa xwe, Aeneisê dike:

Strana şeran û ya egîdekî distrêm

Bêje Musa, bi bîra min bixe hemû sedemên wê. [5]

Ez vegerim behsa ku min li jor navbirî dayê, ev varyanta destana Dimdimê bi hêmanên xwe yên neteweyî û peyamên ku dide nimûneyeka gelek baş ya serdema destanên neteweyî ye ku ne bi handan û hewldana xwendeyan, lê belê bi hestên hurr yên gelêrî ji teref dengbêjan ve hatiye afirandin. Di dema ku Elias Lönnrot û hevçaxên wî yên estonî, bretonî, rûs û hwd. li pey dîtin û afirandina metnên wiha bûn, hebûna metneke wisa li ba kurdan gelek giring e, bes zehmet e em bibêjin ku vê destanê di serdema ku pêdivî pê dihat dîtin rola xwe geriya û wekî ku Miroslav Hroch dibêje, bi destê ajîtatorên neteweyê wekî metneka avaker ya kurdan hatibe pêşkêşkirin. [6] Lê belê ez ne reşbîn im, van salên dawî xebat û weşanên li ser Dimdimê zêde dibin [7] û hêj di salên şêstî de bûye mijara romanek du romanên ji lehçeyên cuda yên kurdî. Her wiha Jan Dost jî ew bi şêweya mesnewiyê ji nû ve nivîsî. [8] Hêjayî gotinê ye ku ev tev li gel projeyên edebî, beşek ji xebatên ajîtasyona neteweyî tên hesêb.

Bingeha neteweyî ya vê destanê evçend xurt e ku şa’irekî wek Feqiyê Teyran ku îhtimal e beriya dengbêjan cara pêşî wî ev berxwedan ristiye, lê belê wî ew wekî şerekî olî yê di navbera şiî û suniyan de pêşkêş dike, zêde tesîr lê nekiriye. Çima min wisa got? Feqiyê Teyran belkî tekane şa’irê me be ku bi gelek helbestên xwe yên sade û bi destê feqî û derwêşan dîwan bi dîwan, gund bi gund li nav zar û zimanan geriyaye û ji helbestên wî helbestên nû yên gelêrî derketine, şaxên wan ên nû derketine, belavbûne. Her wiha wî bi jinûvenivîsandina hikayeta Zembîlfroşê ve û destpêka wê ya muhteşem ve bi awayekî radîkal tesîr li hemû şaxên vê hikayetê kiriye ku destpêka hemûyan wekî şaxên destpêka Zembîlfroşa wî dixuyên. Di varyanteka soranî ya Zembîlfroş de jî destpêk her vê tesîra Feqiyê Teyran nîşan dide. Wisa dixuyê ku hêza şa’irî ya Feqî nekariye tesîrê li hestên xurt yên qewmê Xanê Lepzêrîn bike ku li pêş çavên gelek xanedan û eşîrên kurdan û îhtimal e bi beşdariya gelekên wan, şikest, têk çû. Ev varyant jî di nav de gelek varyantên vê destanê wekî şerê kurd û eceman û li kêleka vê, şerê şiî û suniyan derbas dibe. Di varyanta ku bûye mijara vê nivîsê de jî vegêr, di cihekî de dibêje şerê eceman û kurda ne, di cihekî din de jî dibêje şerê şîa û sûnîa ne. Ligel vê ez ji sedî sed nabêjim û înkar nakim ku di afirandina metna xwe de hestên Feqî yên kurdîniyê jê re nebûbin motîvasyon.[9] Lê belê wisa dixuyê wî dijberiyên olî giringtir dîtiye û metna xwe li ser vê saz kiriye.

Nîşe: Ev nivîs wekî du beşan hate plankirin, beşa duyem ya vê nivîsê dê di demên pêş de bê weşandin.

Çavkanî:

[1] Benedict Anderson (2015). Hayali Cemaatler, Milliyetçiliğin Kökenleri ve Yayılması. wer. İskender Savaşır. Stenbol: Metis.

[2] Anne-Marie Thiesse (2021). Ulusal Kimliklerin İnşası, 18.Yüzyıldan 20. Yüzyıla Avrupa. wer. Selim Sezer. Stenbol: Babil Kitap.

[3] Utku Yapıcı (2009). Sovyet Sonrası Coğrafyada Devlet ve Milliyetçilik: Estonya, Ukrayna ve Kazakistan Örnekleri. Zanîngeha Ankarayê: Teza Doktorayê ya Neçapkirî.

[4] Ordîxanê Celîl & Celîlê Celîl (2023). Kela Dimdimê Xanê Lepzêrîn. Enqera: Wardoz.

[5] Publius Vergilius Maro (2022). Aeneis. wer. Türkan Uzel. Stenbol: Jaguar.

[6] Li şûna vê ajîtatorên kurdan giringî bi Memê Alan dane, heta Evdirehîm Rehmî Hekarî, straneka navdar ya kurdî jî kir şano û ji ber ku navê leheng Mem bû, bi awayekî ajîtatîf navê wê kir Memê Alan, bi naverokeka neteweyî helbet.

[7] Bnr. li xebatên Ordîxanê Celîl, Yaşar Kaplan, Hikmettin Atlı, Reşo Zîlan û hwd.

[8] Wisa dizanim pirtûka Jan Dost, cara pêşî di sala 1991an de ji nav weşanê Melsayê der çû û berê pêşî wî ew diyarî Mazlum Doğan û şehîdên doza serxwebûna Kurdistanê kiribû.

[9] Bo xwendineka li ser Dimdima Feqiyê Teyran li nivîsa Fırat Aydınkaya bnr.  https://www.nupel.tv/firat-aydinkaya-feqiye-teyranin-serre-dimdim-siiri-uzerine-notlar-251850.html hemin li vê derê me, divê bibêjim ku di xwendina Aydınkaya de hin şaşiyên xwendin/têgihiştinê hene ku rê li ber şiroveyên şaş belkî bêhed/aşırı vekirine. Yek jê ev e ku wî risteya “Xelîfe çûn nişan de” wekî xelîfetiya Evdal Xan ya ji çavê Feqî xwendiye ku ev şaş e, di vir de peyva “xelîfe” amaje bi saziya xelîfetiyê nake. Ber’eksê wê wekî ku ji metna Feqî jî û ji varyantên devkî yên vê destanê jî tê fêmkirin Xelîfe yek ji zilamên herî hêzdar yê Şah Ebbas e ku wî li miqabil Xanê Kurdan sor dike.