Em dê çawa piştguh bikin ka mirovên din derheqê me da çi difikirin?

Wergera ji îngilîzî Yonca Sarsılmaz

Piranîya me meraq dikin ka gelo kesên din derheqê me da çi difikirin. Kêm zêde li ser hemû rewşên me çi baş û çi xirab fikrên kesên din hene. Herwiha fikrên me jî hene.

Psîkoterapîst Jenny Maenpaa li ser vê babetê ji bo CNBCyê nivîsî. Jenny Maenpaa dibêje ku ger hûn gelekî zêde bifikirin ka gelo ez bi çi awayî di hişê xelkê da têm texeyulkirin, ev yek nîşaneya nexweşîya xemgîniyê ya cikavî û fobîya civakîyê ye. Herwiha psîkoterapîst Jenny çend nîşaneyên berbelav ên fobîya cikavî jî destnîşan kirine:

1. Mirov li ser têkilîyên xwe yên berê gelekî serê xwe diêşînin.

2. Însan her tim difikirin ku kesên din ji wan hez nakin.

3. Gelek caran bi şev hişyar dimînin û meraq dikin ka gelo dê çawa bikaribin danûstandinên (interaction) civakî bikin.

4. Dema di danûstandinên civakî da qelbê wan kesan zûtir diavêje, nefesa wan diçike, konsantrasyona wan kêmtir dibe û carna di laşê xwe da nerihetîyan hîs dikin.

Gelo em dê çawa serederîyê li vê nexweşîya xwe ya civakî bikin û fikirîna zêde rawestînin?

1. Xwe biavêjin bextê kognîtîva veçarçovekirinê (cognitive reframing)

Em dikarin rewşekê bi gelek awayên cûda şirove bikin. Îhtimal heye ku vegêrana me ya yekem ne ya herî rast be. Bo nimûne hûn diçin mêvandarîyekê û di mêvandarîyê da hûn kesekî li ser pêyan nas dikin û dema tên malê ji xwe ra dibêjin ku “Ji ber ku ez ne li bendê bûm ku wî kesî nas bikim, dengê min acizker derket.” Ev vegêrana yekem e ku di hişê wan kesan da çêdibe. Lê divê hûn li şûna wê vegêranê wisa bibêjin Belê min ew li ser pêyan dît, jixwe herî zêde pênc deqqe bû û ez dibêm min tiştekî xirab negotiye.

2. Ji bo xwe delîlan berhev bikin

Ji xwe bipirsin ka dema hûn li ser rewşekê difikirin heqîqeten delîlên we hene ku piştevanîya wan fikr û fikarên we bikin. Bo nimûne hûn li cihê xwe yê karî ne û hevkara we di ber we ra derbas dibe, lê tiştekê nabêje û silavê jî li we nake. Wê demê hûn rasterast difikirin: Ew qet ji min hez nake.Lê dema hûn vê tiştê dibêjin hûn ji xwe dipirsin ka gelo hevkara we ji we ra got “Navbera me ne xweş e” yan jî kesekî din gotiye ku “ma tekilîya we xirab bûye.” Ger delîlên we yên bi vî rengî tunebin ku wan nêrînên we piştrast bikin, hingê bînin bîra xwe ku delîleka we nîne û xwe ji wan fikran dûr bixin.

3. Bila pesindankeka we hebe

Gelek ji me di destnîşankirina wextê çareserkirina kêşeyekê da şareza ne, lê belê em ji bo pesindana rewşeka maqûl û serkeftî, qels û lawaz in. Wisa tê pêşnîyazkirin ku wextê ku kesek pesnê we da û derbarê we da tiştekî qenc got wan gotinan arşîv bikin. Wextê ku hûn di têkiliyên civakî de nerehet dibin herin û pesindanka xwe vekin û li wan gotinên arşîvkirî binêrin.

Di wan hemî kêlîyên nexweş û rewşên reşbîn da ne hewce ye hûn xwe biguherin, bi tenê dîd û perspektîfa xwe ya derbarê wan rewşan da biguherin.