Senaryoyên Bindestan, Fantaziyên Serdestan

Senaryoyên Bindestan, Fantaziyên Serdestan
Senaryoyên Bindestan, Fantaziyên Serdestan
Serdar Şengül
  • 8 Nisan 2023 07:30

Di sala 1966ê de Mihemed Elî Clay ji ber ku nexwest li hemberî Vîetnamê şer bike peywira leşkeriyê red kir lîsans, pasaport û nasnavên (unvan) wî hatin desteserkirin. Her çiqas ji ber wê helwesta xwe gelek zehmetî kişandibin jî di nezera gelek insanan de bi vê helwesta wî ya li hemberî pergala nijadperest bûye yek ji sembolên berxwedanê.


Di sala 1976ê de bi navê Rocky fîlmek hat kişandin. Di fîlmê de boksorekî spî bi navê Rocky yê ku li kolanan bi keda destên xwe debara xwe dike, li hemberî boksorekî reş bi navê Apollo Creedê derdikeve maçekê. Di wê maça nasnavê de Rocky reqîbê xwe ya “reş” Apolloyî mexlûb dike.   

Di sala 1977an de fîlma Rocky sê xelatên Oscarê wergirtin. Senarîst û aktorê fîlmê Sylvester Stallone ji bo ku hatiye xelatkirin û spasiyên xwe pêşkêş bike derdikeve ser dikê. Gava ku dest bi axaftinê dike Mihemed Elî bêyî ku Stallone wî bibîne derdikeve ser dikê û li pişt wî xuya dibe Stallone gava  Mihemed Elî dibîne mat dimînê. Mihemed Elî li hemberî Stallonê sekinî, lê nêrî û piştre tilîya xwe dirêjî wî kir û bi hêrs jê hesab pirsî: “Apollo Creedê rastîn ez im. Te senaryoya min dizîye!” Piştre Stalloneyî dawetî şer kir û du caran li ser hev got: “De ka nîşanî min bide, tu dikarî çi bikî?” Stallone jî kulmên xwe rakirin. Her du jî bi henekî bi hev ketin. Di maça wan a bi henekî de Mihemed Elî hem li kulmên xwe dixist hem jî jê dipirsî: “De ka nîşanî min bide, tu dikarî çi bikî?”


Piştî çend saniyeyan, Stallone ji ber Mihemed Elî direve û maç di raunda ewil de diqede. Rocky li ser dikê şerpeze dibe. Piştre Stallone axaftina xwe wiha temam dike: “Tenê dixwazim tiştekî bibêjim. Ji bo min şanaziyeke mezin e ku li kêleka efsaneyê rastîn disekinim. Ew ê heta dawiya jiyana min wekî xezîneyeke heqiqî bibe mîrat ji bo min.

Ger wê şevê Mihemed Elî derneketa ser dikê û daw û doza senaryoya xwe ya ku hatiye dizîn nekira em nizanin dê Sylvester Stallone wekî Rocky axaftineke çawa bikira. Lê di bin hikmê darê de rastî derket holê. Mihemed Elî efsaneya Rockyê û endustriya Sînemaya Hollywoodê bi sekn û kulmên xwe hilweşand, çawa ku çend sal berê îtibara dewletê hilweşandibû.

Ew mîzansena du deqîqeyê di dîroka merasîma Oscarê de zêde berbelav nebû û derneket pêş. Dibe ku du sedemên wê yekê hebin. Mihemed Elî ne tenê Stallonê tawanbar kir lê di heman demê de, endustriya sînemayê ku girêdayî dewletê bû û sîyaseta xelatdayînê jî îfşa kir. Dewlet, piyase û huner bi hevkariyê çawa texeyula insanan kolonîze dikin û bê çawa senaryoyên gelên bindest didizin û li şûna wan temsîlên çewt bi cî dikin nîşanî me da.

Pergala kolonyalîzmê tu çîrokeke serfiraziyê nahêle ku gelên bindest bi wê texeyûl bikin û pê serbilind bin. Bi vê armancê, ne tenê dest danîne ser stran û destanan herwiha jînenîgarî û çîrokên jiyanên rastîn jî dizîn û ew kirin milkên xwe. Di destpêka sedsala bîstan de giringiya “jiyana rojane”,“hêza fantazî, îmaj û texeyûlê” hatibû keşf kirin. Piştî erd û zeviyan, zêr û zîvan dor hate ser mêjî û texeyûlan. Dewlet û hêzên sermayedar xwestin qadên çand û hûnerê; tevî edebîyat, televîzyon, sînema û şanoyê, bi şêwazake endûstrîyî dizayn bikin. Da ku ne tenê bikevin nav malan lê bikevin nav hiş û mêjiyan jî.  

Kolonyalîzm bi senaryoyên diziyê, bi lehengên çêkirî û sexte û bi temsîlên şaş heqîqetê xera dike û li şûna wê, fantezîyên xwe bi cî dike. Gelên bindest ên ku senaryoyên wan hatine dizîn, piştî demekê rastiya xwe wenda dikin, îmajên xwe di senaryoyên serdestan de dibînin, çi rolê bidin wan, ew wê rolê dilîzin. Fantezîya serdestan dibin senaryoyên wan. 

Di kemilandina kolonyalîzmê de çand û huner roleke giring dilîze. Romana Daniel Defoe ya Robinson Crusoe, şanoya Shakespeare ya Bahoz di qada edebiyatê de du mînakên sereke yên temsîla kolonyalîst in. Ew çend salên ku nivîskarên dij-kolonyal li hemberî temsîla “Cuma” û “Caliban” di wan berheman de, berhemên din nivîsandine û ji çavên bindestan fanteziyên serdestan îfşa kirine. Di warê sînemayê de jî ew “şerên senaryoyê” hê berdewam in.

Li seranserê dinyayê têkoşîna ji bo temsîlê di her qadê de berdewam dike. Encax yên ku li senaryoyên xwe xwedî derkevin dikarin bi navên xwe li dinyayê cih bigrin, li ser navên xwe bi dinyayê re biaxivin û tecrûbeyên xwe bi dinyayê re parve bikin da ku edalet hem di heqiqetê û hem jî di temsîlê de pêk were û senaryoyên bindestan nebin milkên serdestan û qurbana fantaziyên wan.


Xwendina dawîyê: Mevlud Oguz