Tê gotin ku ger em her roj porê xwe bişûn dê rûnê porê me yê xwezayî biqede, dê porê me ziwa bibe û dê çermê serê me biherişe. Gelo ev teorî rast in? Ji zanîngeha Northwesternê Dr. Murad Alamî û Dr. Shereene Idriss bersiva van pirsan ji bo The New York Timesê dane.
Dema serşûştinê ew şampûana mirov bi kar tînin, qirêjî, kepek û xwêydana porê mirovan paqij dike.
Dr. Murad Alam dibêje ku ew kesên ku di nav porê wan da rûnê xwezayî zêde ye, herwiha kesên porzirav û kesên ku jel û spreyan diemilînin maqûl e ku ew rojane serê xwe bi şampûanê bişûn.
Gelo divê kî rojane bi şampuanê serê xwe neşo?
Berevajî Dr. Murad Alamî, Dr. Shereene Idrissa ku ew bi xwe avakara Idriss Dermatolojiya New York Cityê ye pêşîyazên tûj û sexttir kirin.
Dr. Shereene Idriss dibêje ku ji bo saxlemîya porê xwe, divê hûn her roj serê xwe neşûn. Dr. Idriss vê pêşnîyaza xwe dispêre wê çendê ku eger hûn rojane serê xwe bi şampûanê bişûn, ew îhtimal heye ku di nav porê we da îltihab, herişîn û nexweşiyên din yên porî peyda bibin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Dermatolog Idriss pêşnîyaz dike ku li şûna şûştina porî ya rojane ya bi şampuanê, em dikarin du rojan bêyî şampûanê bi avê jî porê xwe jarav bikin . Ev yek jî dê nêhele ku rûnê porê me zûwa bibe.
Dr. Murad Alam, pêşniyazeka herî dawî dike û dibêje ku eger hûn porê xwe her roj bişûn û çi tişt pê neyê, wê çaxê bi heman rûtîna xwe berdewam bikin.
Wergera ji îngilîzî Yonca Sarsılmaz