Zimanê me çiyê me ye?

Zimanê me çiyê me ye?
Zimanê me çiyê me ye?
Zana Farqînî

Aya têkoşîneke girseyî û berxwedaneke qewî ya li dijî asîmîlasyonê heye? Gelo em dikarin behs ji hebûna tevgereke hişmendiya zimanî bikin ku tesîr li piraniya kurdan bike, statuya zimanî ji xwe re bike yek ji armancên sereke ya doza kurdî û qadan bihejîne?

***

Çend roj berê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan ji bo Kongreya Yekîtiya Demokratên Navneteweyî vîdeo mesajek şandibû û tê de digot “Vê tu car ji bîr mekin; çeka me ya herî mezin a li dijî asîmîlasyonê ew e ku em zimanê wan ê dayikê, çanda wan û nirxên şaristaniyê hînî zarokên xwe bikin ku ew temînata me ya dahatûyê ne.” Erdogan çend sal berê jî li Kolna Almanyayê, di axiftineke xwe de bal kişandibû ser meseleya asîmîlasyonê û gotibû “Asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye.” Van gotinên hanê kir ku ez rêzika Ehmedê Xanî ya di helbesta wî ya bi navê “Zahidê Xulwetnişîn” de, ya bi awayê “Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye” dibihure, careke din bi bîr bînim.

Xanî ev rêzik herî kêm 300 sal berê gotiye, diviya qet nebûya di dewrên modern de wek guharek di guhê me de bûya. Lê ka li ku?! Em hîn jî bi piranî li ser wî guhê berê radizên. Em hîn jî bawer nakin bê “ji pêxemberan bi vir de her kes daweya nefsa canê xwe dike.” Ew nirxên em bi wan dibin em, gava li ber çavên me tên tunekirin hewce ye em wan neavêjin pişt guhên xwe yan jî divê em xwe li nedîtina wan hewl û kirinan daneynin. Lê divê em hişk bi wan bigirin; ji ber ku ew ên me li ser lingan dihêlin ew bi xwe ne.

Li dinyaya îroj dewlet li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî tev digerin û bi awayekî pragmatîst hereket dikin. Ev ji bo wan siyaseteke rewa û ew çend jî ji bo wan îcabê siyaseteke reel e. Qanûnên navdewletî hene, peyman û lihevkirinên wan ên bi hev re hene. Li gorî van ew heq di xwe de dibînin da tiştan ji hev bixwazin, lê wan mafên ji xwe re heq dibînin, ji bindestan re heq nabînin. Loma ew tiştê li me hatiye heramkirin û qedexekirin, wan li xwe helal û rewa kiriye. Ji ber ku dizanin bê ziman çi ye, bi kêrî çi tê û xwedî çi hêzê ye, loma wisan bi zanebûn tev digerin. Li nav sînorên desthilata xwe ziman qedexe dikin, polîtîkayên asîmîlasyonê disepînin, bi behaneya unîterî, yekîtiya neteweyî ya tekparêz, li dijî mafê zimanî, ku ew mafekî herî rewa yê mirovî, çandî û demokratîk e radibin, lê bêyî şerm bikin û paxav bi tiştekî bikin, li derveyî serweriya xwe jî, ji bo welatiyên xwe yê ji nijada xwe îcar vî mafî ji serwerên welatên din dixwazin. Ev ji bo wan wek nakokiyekê bixuye jî, lê ne nakokî ye. Ji lew re tiştê ji xwe re mîna şîrê dayikê helal dibînin, ji yên ne ji xwe re wê wisan nabînin. Jimebûn û nejimebûn, karekterekî wan ê neteweperweriya wan e.

Îcar du îfadeyên ramana neteweperweriya klasîk hene: Neteweperweriya polîtîk û ya etnîk. Neteweperweriya polîtîk bi berfirehbûna sînorên dewletê çêbûye. Gelên cuda ha dîtine wa ye ew di nav sînorên wê dewletê de ne ku ew dixwaze pêvajoya damezirîna neteweya xwe pêk bîne. Herçî neteweya etnîk e, ew jî ziman û çanda xwe li gelên din disepîne, ziman û çanda wan, bi kurtasî nasnameya wan qedexe dike û feraseta xwe ya tekparêziyê li ser wan ferz dike. Te divê ramana neteweya polîtîk be te divê ya neteweya etnîk be, armanca wan a sereke ew e ku bi îdeolojiya neteweyî homojeniya dewletê û ahengiya neteweyê biafirînin. Palpişta esas a her du ferasetan bêguman ziman e. Zimanê dayikê çawan rukn û hîmê bingehîn ê nasnameyê ye, di heman demê de bingeha çandê ye jî.

Dewleta Tirkiyeyê, ku wê xwe bi awayekî netewe-dewlet dîzayn kiriye, bi etnîsîteya tirk û zimanê tirkî, yên din wekî tune hesibandiye, pê nemaye serî li asîmîlasyonê jî daye û bi awayekî sîstematîk û biisrar vê hîn jî didomîne.

A ji ber vê fehm û ferasetê, li derve jî siyaseta xwe ya ji bo nijad û etniya xwe dewam dike, ji bo mafên wan ên zimanî û çandî bide wan deng li birêveber û karbidestên wan dewletan dike û hem balê dikişîne ser giringiya zimanî û siyaseta asîmîlasyonê hem jî behsa wê yekê dike ku asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev gotin bi rastî jî gotineke rast e. Lê tiştê mirov ji bo xwe dixwaze divê ji bo yên din jî wek heqekî meşrû bibîne. Xala giring ev helwesta hanê ye ku divê mirov baş tê bifikire.

Rast e, di dema pêvajoya aştiyê û ya têketina nav yekîtiya Ewrûpayê de, ji neçarî û bêyî dilê xwe di çarçoveya “qanûnên ahengiyê” de dewleta tirk hin qanûnên xwe guhartin û li prensîpên Yekîtiya Ewrûpayê guncandin. Eger em bi gotina hin siyasetnasan bibêjin, tenê wan siyaseta asîmîlasyonê hinekî sist kir, lê hîç tê nebihurîn û dev jê bernedan.

Heta vir me derzî di helwesta wan re kir, niha em şûjinê di xwe re bikin, bi gotineke din me diduyên wan got îcara em yeka xwe jî bibêjin. Me dît û em dibînin bê ziman ji bo xelkê çi ye. Bera îcar zimanê me çiyê me ye? Em bi bersivên “zimanê me hebûna me ye”, “zimanê me rûmeta me ye”, “zimanê me xwebûna me ye” û hwd. dizanin. Ji bo netewe û dewletên serwer, pir aşkera ye bê ziman çawan hêmaneke damezirîner e, pêkhênerê yekîtiyê ye, çeka herî xurt û sereke ya nasnameyê ye, loma wisan li ser vê yekê jidil û rijd in. Gelo kurd jî wisan in? Em hin sazî û kesatiyan bidin aliyekî, axlebî dam û dezgehên kurdan bi qasî serdest û desthilatdaran xemxwerên vê yekê ne? Aya têkoşîneke girseyî û berxwedaneke qewî ya li dijî asîmîlasyonê heye? Gelo em dikarin behs ji hebûna tevgereke hişmendiya zimanî bikin ku tesîr li piraniya kurdan bike, statuya zimanî ji xwe re bike yek ji armancên sereke ya doza kurdî û qadan bihejîne? Em dirêj nekin, eger mirov ji hindikî fehm neke, ji piranî qet fehm nake. Derd pir e, heta mû bi zimanê me ve bê jî divê em bibêjin û durûtiya serweran bidin rûyê wan ku çawan heqê mirovan hem dixwin hem kitim dikin.

Dem û dewra sloganan çûye, kirinek hêjayî hezar gotinî ye. Her gotina bê gotin hewce ye cidiyeta wê jî bê nîşandan û siyaseta zimanî jî divê bibe siyaseteke sazûmanî. Ew gotin û siyaset jî bibe ya gel. Gel lê bibe xwedî û gel pêwîst e bi girseyî bibe daxwazyarê van daxwazan. Divê ev kar li ser milên çend saziyan û kesatiyan nemîne. Mesele mezin û meseleyeke gel e, loma jî divê gel bi tevahî mil bide ber vî barî û wê bigihîjîne armancê. Ziman navê hebûnê ye, pêkhênerê nasnameyê ye. Nasname jî kurd û ziman jî kurdî ye.