Dengbêjê min: Miheme Salihê Beynatî

Dengbêjê min: Miheme Salihê Beynatî
Dengbêjê min: Miheme Salihê Beynatî
Zana Farqînî

Çi kesê ku bi kilamên dengbêjan mezin bûbe û bûbe bengiyê muzîka wan, teqez dengbêjekî wî heye. Yê min jî Miheme Salihê Beynatî ye. Lê mixabin ew zêde nayê naskirin û pir cihkî ango mehelî maye. Ji ber vê yekê, wekî ez deynê wî yê li xwe bidim, dixwazim der heqê wî de çend tiştan bibêjim û yên wî nas nakin piçek be jî bi vê nivîsarê jê agahdar bibin.

Miheme Salihê Beynatî, sala 1938’an li gundê Beynata Farqînê hatiye dinyayê û di 19. 05. 1984’an de jî di ciwaniya xwe de xatirê xwe ji me xwast û serê xwe danî ser axa sar. Mixabin Beynat jî piştre di bin Bendava Batmanê de ma. Qet nayê hişê min ku di zarokatiya xwe de min ew dîtibe.

Di destpêka salên 70’yî de, ku ez êdî fehmberî xwe bûbûm, min ji kasetan li kilamên wî guhdarî kirin. Heta wan salan jî Radyoya Rewanê (Erîwanê) Beşa Kurdî û plak di rewacê de bûn. Eger derfetek nebûya ku bi awayekî zindî mirov li denbêjekî guhdarî bikira, yên li ber dest ev bûn. Helbet wan dewran, li her malê ne radyo, ne plak ne jî teyp hebûn.

Gava em li gund bûn, apekî min radyoya wî û apekî min jî plaka wî hebû. Berê êvarê wexta Radyoya Rewanê dest bi weşana xwe ya kurdî dikir, em gişt li dorê dipiçikîn û me bi hev re, bêyî deng ji xwe derxin, li radyoyê guhdarî dikir. Guhdarîkirina plakê jî, gava mêvanekî şermê, yekî qedirgiran bihata mimkin bû. Ji ber ku plak bi pîlan dişixulî û pîl jî pir biha bûn. Ma plak ne wekî radyoyê bû, pîlan di ber kambaxê nedida.

Piştî mala me bar kir navenda Farqînê, teypa me jî çêbû. Bi saya vê êdî dengbêjên me yên hezkirî li ber destê me amade bûn. Lê kengê dilê me bixwasta me nedikarî bandek bikira teypê û lê guhdarî bikira. Çinku li malê elektrîk tune bû, loma me bi sexbêrî pîl bi kar dianîn. Ez pir lê bûme şahid ku carinan pîlên şarja wan diqediyan, an li ser sobayê germ dikirin, an jî ew dikirin nav laylonekê û di nav avê de dikelandin da ku şarj bibin.

Hîn berî ez dest bi dibistanê bikim, bi saya teypê min li dengbêjan guhdarî kir ku yek ji van dengbêjan M. Salihê Beynatî bû û bi malbatî me jê hez dikir. Helbet dengbêj û hunermendên wê dewrê yên herî hezkirî, ku pir li wan dihat guhdarîkirin, kesên mîna Reso, Şakiro, Huseynê Mûşî, Zahiro û Sidîqê Bozo bûn. Divê em ji bîr nekin ku kaset û plakên hunermendên wekî Mehmûd Kizil, Huseynê Farî, Ayşe Şan, Zilfîqar jî hebûn û ew jî têra xwe xwedî girseyeke heyranan a zêde bûn.

Ji dengbêjan kesê ku herî zêde tesîr li min kiriye dengbêj M. Salihê Beynatî bû. Rengê deng û zelaliya dengê wî yê mîna zingil û nermik, xencere û xulxulîna qirika wî, şirove û tewrê wî yê gotina kilaman û femhbariya dengê wî, bala min zehf dikişand. Bi ya min kalîteya dengê wî bi dengê Karabetê Xaço re xwedî heman hêjahiyê ye. Îcar meseleya bilêvkirina gotinan û fesîhbûna dengê wî ya ji bo min, dibe ji ber wê yekê be ku em ji heman devokê ne. Welhasil êdî ji ber çi sedemî be, ez bi xwe mirîyê dengê wî û terzê strîna wî me.

Taybetmendiyeke wî ya din jî ew bû ku wî ji xeynî kilamên dilan û civakî kilamên “siyasî” yên li ser serhildan û berxwedanên kurdan ên dewra nêzik jî digotin. A hîkariya van kilaman bi xwe gelek li min bû da ku ez xwe zûtir binasim. Jixwe ne mimkin bû ku mirov li wan guhdarî bike û nekeve bin tesîra wan kilaman. Hîn jî her cara ez li hin kilamên wî guhdarî dikim mû li canê min dibin mîna şûjin, bi gotineke din mûyên canê min digijgijîn û pirçûk canê min hiltînin.

Min di dema zarokatiya xwe de çend kilamên wî ji ber kiribûn û digotin. Berî ez kilamên sivik hîn bibim û bibêjim, min dest bi strîna kilamên dîwankî kir û niha jî herî zêde kêfa min ji kilaman û ji gotina wan re tê. Bêguman, yek ji sedema ku min dil berdaye kilaman jî, dîsan bi saya M. Salihê Beynatî ye. Hezkirina min a jê, hîç kêm nabe, her diçe zêdetir dibe. Tew gava li kilamên wî guhdarî dikim, ez çavên xwe digirim û diçim dema zarokatiya xwe. Îcar ez nizanim, gelo ez diçim an hêza kilamên wî min dibe! Heta carinan li ber dengê wî dil li min zîz dibe, bîranîn serî hildidin, çav li min tijî dibin û ez dikewgirim.

Serpêhatiyeke xwe jî bibêjim ku çi tiştekî xerîb e. Em tevî hevalên sinifa xwe û mamosteyan roja 19’ê Gulana 1984’an, li Farqînê çûbûn Gundê Reşo seyranê. A li wê derê ez pê hisiyam ku nan û ava Salihê Beynatî, ku dengê wî dê her bimîne, li dinyayê qediyabû. Gava min ev xebera sar a cemîdî bihîst, wekî tiştek ji min kêm bûbe, ez qasekê wisan bêdeng mabûm û ji cihê xwe qet nelibitîm. Pelê dengbêjê min ji darê ketibû…  

Divê ev dengbêjê hêja yê dengxweş û xwedî sewta xurt baş bê naskirin û bigihîje cihê xwe yê heqkirî. Ji lew re eynî mîna dapîr û bapîrên me, dê û bavên me, dengbêj jî li pêşiya asîmîlasyonê, ji wan astengên asê ne ku nahêlin ew wisan bi rehetî hespê xwe li nav meydanê bi çargavê birewiqîne.

Di dîroka muzîka kurdî de, di nav çanda me ya dengbêjiyê de bi ya min M. Salihê Beynatî bi xwe jî yek ji wan dengbêj û hunermendan e ku divê navên wan bi rêzdarî bê yadkirin. Jibîrbûna wan, veneguhastina wan a li nifşê nû, ku ew hilgir û veguhêzerên çanda me ne, dê bibe şerma me hemûyan.

Ew dengên pêşiyên me, dengê raboriya me, dengê hebûna me û kana dîroka me ya devkî ne. Loma ew ne tenê dengbêj in, her wisan ew dîroka me ya zindî bi xwe ne jî.

Nîşe: Min 1’ê Adara 2014’an, di rojnameya rojane Ozgur Gundemê de bi sernavê “Benim Dengbêjim Salihê Beynatî” (Dengbêjê min Salihê Beynatî), bi tirkî nivîsarek nivîsîbû. Min xwast hema bibêje bi eynî naverokê îcar bi kurmancî li ser dengbêjê xwe binivîsim û wî di hiş û bîra xwe de tim zindî bihêlim.