Derheqê Çêkirina Mezelan de

Bi mermer û keviran, bi çîmento û mozaîqê çêkirina serê mezelan dînî nîne, însanan ji xwe re kirine edet. Lêbelê ev edet erdê ku însanên zindî û heywanat dê xwarina xwe jê hasil bikin zîha dike.

***

Ev dinyaya ku em însan û candarên din li ser dijîn tevîhev 510 milyon kîlometreqare ye. Ji sedî 70yê wê av e, yanî gol û derya û okyanos in, ji sedî 30ê wê jî erd e. Erd jî, tenê beşek ji bo çandinîyê kêrhatî ye, çimkî gelek ji erdê dinyayê çolistan e, beşekî muhîm jî lat û zinar û çiya ne. Yanî erdê dinyayê ku em însan û heywan xwarina xwe jê hasil dikin bisînor e. Populasyona însên bilez zêde dibe lê erdê ku têde çandinî dibe, yanî erazîyê ku xwarina însanan jê hasil dibe jî hema bibêjin bi eynî nîsbetî kêm dibe. Faktorê sereke ku erdê çandîniyê kêm dike avahîyên ji beton in ku însan çêdikin. Lê erdên ku dibin mezel jî hindik nînin.

Li navenda Diyarbekirê di sala 2015an de cihê ku mezel têde were kolandin nema, beledîyeyê 90 donim erazî kirrî û li goristana Yeniköyê îlawe kir. Lê ev heta sala 2018an tijî bû. Paşê 70 donimek din jî lê zêde kir. Lêbelê niha ew jî tijî bûye. Îcar niha li alîyê Kehbîyê zêdetirî milyon û şeş sed metreqareyî, yanî 160 donim erazîyekî din hatiye texsîskirin. Ev dê çend sal îdare bike. Gelo paşê dê ji ku erazî peyda bikin? Û wê demê, nifûsa Diyarbekirê dê bibe çiqas?

Erdê Diyarbekirê ji sedî 30 erazîyê bêkêr, ji sedî 21 daristan, ji sedî 9 mer’a û ji sedî 40 erazîyê çandinîyê, bi tevayî 15.355 kîlometreqare ye. Nifûsa navenda Diyarbekirê ji milyon û sed û pêncî hezarî zêdetir e. Em dikarin texmîn bikin ku dê li pêncî salên pêşîya me ji milyon û sed û pêncî hezarî zêdetir mezel çêbibin. Ji bo her mezelek sê metreqare erd îşgal dibe. Hingê di pêncî salên pêşîya me de teqrîben sê mîlyon û nîv metreqare, yanî sê hezar û pênc sed donim erdê Diyarbekirê divê bibe mezel. Bi taybetî li van salên dawîn serê mezelan jî bi beton tê çêkirin û bi vî awayî erdê ku mezel têde çêdibe ji dewrûdaîma xwezayî tê derxistin. Lewre divê em li ser hesabê neslên me yên pêşerojê ji her alîyî ve bala xwe bidin ser vê meseleyê.

Ji ber ku pirranîya miletê me misliman e, em pêşî ji alîyê bawerîyê ve bala xwe bidin ser mezelan. Di axê de veşartina mirîyan ji destpêka însanîyetê ve heye. Kurê pêşîn yê Adem û Hewayê Qabîl, birayê xwe yê piçûk Habîlî dikuje. Ayeta heştan ya beşê Tekwîn (Afirandn) yê Kitabê Miqedes wisa ye: “Paşê, Qayînî [Qabîl] ji birayê xwe Habîlî re got ‘Were em herin çolê.’ Dema ku li çolê bûn, Qayînî êrîşî birayê xwe Habîlî kir û ew kuşt.” Li Quranê jî wisa tê gotin: “Xwedê ji bo ku pê nîşan bide dê cesedê birayê xwe çawa bitemirîne, qijikek ku erdê dikole şand. [Qabîlî] got ‘Heyf ji min re! Qey ez bi qasî vê qijikê jî nînim ku ez ji temirandina birayê xwe aciz im?’” (Maîde: 31)

Li Quranê peyva “qebir” di çend ayetan de derbas dibe. Mesela, Xwedê derheqê fasiqan de li sûreya Tewbeyê ji pêxember re wisa dibêje: “Ji wan kî mir, nebe ku tu li ser nimêj bikî û li ser qebra wî bisekinî! Çimkî wan Xweda û resûlê wî înkar kirin û wekî fasiq mirin.” Dîsa, li sûreya Ebese wisa tê gotin: “Însan nemîne, çiqas nankor e! [Xwedê] ew ji kîjan tiştî afirand? Ji nutfeyekê afirand; paşê şekil da wî. Paşê jê re rê hêsan kir. Paşê ew da mirandin û qebirkirin. Paşê, kengî bixwaze wî zindî dike.” (Ebese: 17-22)

Di zimanê Erebî de peyva “qebir” tê manaya “li çalê veşartin; çalkirin”, dîsa, tê manaya “çal/çixûr”ê jî. Îcar peyva “mezel (mezar)” esas di manaya “cihê ku tê ziyaretkirin; ziyaretgah” de ye. Lê em îro peyva “mezel” di manaya “qebir” de bikar tînin. Ji Quranê fêm dibe ku divê cesed di çalekê de bi axê were veşartin lê îşaretkirin, kêlikan danîn ser, li ser kêlikan nivîsandin yan rismê gul û kulîlkan çêkirin, yan jî wekî abîde çêkirina qube û kumbetan tune ye.

Xweda li Quranê wisa dibêje: “Me hûn ji herrîyê afirandin, em we vedigerînin wê û em we cardin ji wê derdixin.” (Taha: 55) Em ji vê ayetê fêm dikin ku însan ji herrîyê hatiye çêkirin, cardin dê bibe herrî û dê ji herrîyê were derxistin. Lê dema ku însan dê ji herrîyê were derxistin gelo dê bedenê wî çi be, dê bi kîjan şeklî ji herrîyê were derxistin? Di Încîlê de behsa wê dibe. Resûl Pawlos bi îlhama Ruhê Miqedes dibêje “[Însan] bi bedenê nefsanî tê çandin/definkirin, lê bi bedenê rûhanî tê zindîkirin. Çawa ku bedenên nefsanî hene, bedenên rûhanî jî hene.” (Korîntî-I, 15: 44) Wisa fêm dibe ku bedenê însan dê bibe herrî. Lê ew bedenê ku dê ji herrîyê were derxistin û zindîkirin, bedenekî rûhanî ye.

Navenda ku Îslamîyet jê belav bûye Erebistana Siûdî ye. Quran li her du bajarên wê, li Meke û Medîneyê nazil bûye, qiblegaha mislimanan Kabe li wir e. Îro nifûsa Erebistana Siûdî nêzîkî çil milyonî ye. Her sal çend milyon însan ji bo hec û umreyê diçin wir. Hem ji nifûsa Erebistanê, hem ji yên ku ji bo hec û umreyê diçin, her sal bi sedhezaran însan li wir dimirin. Lêbelê digel ku erdê wan çolistanekî bêkêr e, qral û alimên wan jî têde, mezelên çêkirî tune ne. Li Medîneyê tenê mezelê hezretî pêxember û çend xelîfeyan diyar in. Li Mekeyê jî, goristana Cenetul Muala û Cenetul Baqî hene ku ji destpêka Îslamîyetê mane, ew jî diyar nîne kîjan mezel ya kê ye. Ji bo xatirayê tenê her mezelek elelusûl kevirek hatiye danîn. Hewqas.

Gelo Îslamîyeta wan û Îslamîyeta me ji hev cihê ne ku em li ser mezelan qube û kumbetan çêdikin, em serê her mezelekî bi mermer, bi çîmento û mozaîqê çêdikin? Eger referansa bawerîya me Quran e, hingê Quran bi zimanê Erebî ye, xelkê Erebistanê ji me çêtir ji Quranê fêm dike. Gelo çima ew mezelên qralê xwe bîle çênakin?

Li gundên me ji mêj ve erdên qerac ku têde çandînî nabe ji bo mezelan hatine texsîskirin. Û mezelên me yên berê çêkirî nînin, bi demê re di nav axê de winda bûne, yanî tu zirareka wan ji tebîetê re çênebûye. Wek îstîsna, hinek mezelên kesên navdar bi kevir hatine çêkirin, ew jî gelek hindik in. Lê niha, serê hemî mezelan bi kevirên şehkirî, bi mermer, bi çîmento û mozaîq têne çêkirin.

Alimekî wek Ehmedê Xasî çêkirina mezelan mekrûh dîtiye û wesîyet kiriye ku mezelê wî çênekin. Lê gelek sal piştî mirina wî hinek çûne li ser mezelê wî dîwar danîne. Ne ku tenê Ehmedê Xasî, hema bibêjin piranîya alim û mufesîrên dînê Îslamê derheqê mezelan de îtîdal û sadebûn, xwe ji îsraf û numayişê dûr girtin, bi usûl bikaranîna malzeme û mekanê tewsîye kirine. Çêkirina mezelan, li ser mezel avakirna abîde, bîna, tirb, qube û tiştên wek vana, herwisa ayet û hedîs jî têde li ser mezel nivîsandina nivîsan mekrûh, hetta ku heram dîtine.

Hasilî kelam, bi mermer û keviran, bi çîmento û mozaîqê çêkirina serê mezelan dînî nîne, însanan ji xwe re kirine edet. Lêbelê ev edet zirarê dide xwezayê, erdê ku însanên zindî û heywanat dê xwarina xwe jê hasil bikin zîha dike. Cihê însan û heywanên ku heqê wan heye li ser erdê dinyayê bijîn teng dike.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir