Mehmet Atlıyî 6 helbestên Arjen Arîyî jinûve gotin

20/12/2023

Hunermend û muzîkjen Mehmet Atlıyî 6 helbestên Arjen Arîyî jinûve gotin û bi pêşgotina Kemal Varolî weşand.

Mehmet Atlıyî heta niha 6 helbestên Arjen Arîyî kiribûn stran û di albûmên cuda da weşandibûn ku Atliyî her 6 stran jinûve gotin û di bin navê Min Dil Daye da kom kirin û jinûve weşandin.

Min Dil Daye ji helbestên wekî Mihemedo, Wey Gidî, Bi Tena Serê Xwe, Heyrano, Megrî û ji Kolî Poşman pêk tê.

Pêşgotina Kemal Varolî bo stranên Mehmet Atliyî

Ji hêlekê ve damareke helbestê ya nûjen û orijinal ku ji hemû îmkanên helbesta kevneşopî ya kurdî derdixist û ji aliyê din ve terciheke mûzîkî ya ku ji destpêkê ve dixwest rêyek cuda ji muzika nûjen a kurdî re bide çêkirin: Arjen Arî û Mehmet Atlı. Dîtina herduyan li kêleka hev hîn jî heyecan e. Ez dîsa jî dibêjim, ji ber ku Arjen Arî ku di sala 2012an de koça dawî kir, êdî derfet nemaye ku helbesta ku li dû xwe hiştiye bidomîne, belkî wê helbestê bigihîne astên tundtir. Dema mirina ku di hel- bestên xwe de tim behsa wê dike, ev helbestvanê hosta yê helbesta kurdî ji me girt, gotinên xwe yên neqediyayî li pey xwe hişt.

Mehmet Atlı di jiyana xwe ya muzîkê de gelek caran nêzî helbestê bûye û helbestên gelek helbestvanan çêkiriye û bi Koma Dengê Azadi dest pê kiriye û piştre jî weke hunermendekî solo berdewam kiriye. Ji bili vê, ev helbest ne hêsan bûn ku bêne çêkirin. Di nav van helbestvanên bêhejmar de, belkî herî nêzîk têkiliya Mehmet Atlı bi Arjen Arî re hebû. Bi awayekî peyvên li dengê wî digeriyan di stranên wî de jîn dibûn. Êşên demên dûr û nêzîk, derdên ferdî û civakî, ku gelek caran di helbestên Arî de derdikevin pêş, belkî sedema sereke bû ku van herduyan gihand hev.

Niha jî Mehmet Atlı ji helbestên Arjen Arî yên ku di albûmên curbecur de belav bûne, di yek albûmê de bi navê Min Dil Daye berhev dike. Di albuma rêzgirtinê ya Arjen Arî de, stranên wekî Mihemedo, Heyrano û Wey Gidi ku gelek behsa wan tê kirin, bi aranjmanên nû ji nû ve zindî dibin. Mehmet Atlı van helbestan careke din bi xemeke hêniktir, gihîştîtir ku li gorî Arjen Arî tê jiyîn.

Min Dil Daye ku şeş stranan di nav xwe de dihewîne û dê careke din were guhdarîkirin, berhemeke gihîştî ya helbestvanekî ku bê wext koça dawî kiriye û herwiha muzîkjenekî şanaziya muzika kurdî ye. Dengê ku li peyvên xwe digere, peyva ku li dengê xwe digere, di dawiyê de bi albuma Min Dil Daye re tê cem hev.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran

Rapbêj dê “Kurdish Rap Nights”ê pêk bînin

Hunermendên rapa kurdî XEM, Pîroz û Ronî Artîn piştî 4 salan dê

Protestoyên li Wanê – Hevgirîyeka germ û hewayeka sar heye

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat