Hamit Bozarslan, dîndarên kîndar û faşîzma fehş

Hamit Bozarslan, dîndarên kîndar û faşîzma fehş
Hamit Bozarslan, dîndarên kîndar û faşîzma fehş
Omer Faruk Baran
  • 25 Mart 2023 16:59

Wêne: Murat Bayram

Bi teknolojîya rê dide, rû û rengê wî xuya ji Parîsê bi Diyarbekir re dipeyîve. Silavdayîna wî bi Kurdîya Kurmancî ye, sosyolojî û sîyaseta wî bi Tirkî. Wer xuya ye, kitabên di kadraja kameraya wî de, ji pişt wî ji forseka erzan zêdetir, entelektualîteyeka kûr avêtine dev û lêvên wî. Tesîra akademîyê, tecrûbeya salan e, metnek li ber, metod li ser, bêyî ku bisekine bi zimanekî siwar dibêje û dibêje.

Hamit Bozarslan e, mealen dibêje mesele ne hilbijartin e, ne filan partî û bêvan partî ye, mesele sîstema Tirkîyê ye ku hebûna xwe li ser nebûna Kurdan çêkiriye. Dûra bi referansên ji George Orwell dibêje îqtidarên ku miletên xwe pûç dikin ro tê bi xwe jî pûç dibin û dibêje ewên li sedrê, ew dîndarên kîndar, bi dizekî û heramîyên xwe ji demokrasîyê berê xwe dane kleoptokrasîyê.

Ji geşbînîyê dûr, bi guman li çep û rastê Tirkîyê dinêre Hamit Bozarslan. Li gor wî, ew îş tenê bi hilbijartinê nameşe û bo Kurd li Tirkîyê bi qanûnan heqên xwe bi dest bixin, pedagojîya demokrasîyê lazim e, lazim e rêber û rolmodelên Tirkîyê bêjin ku heqên Kurdan meşrû ne û lazim e Kurd pişt hev bigirin.

Jiber ku heqîqet yek e û îlelebed eynî reng û deng e, aqilên entelektuel yên her dewrekê heqîqeten dişibin hevdû. Metn û metodolojîya Hamit Bozarslan ne kêmî ya George Orwell e û dîsa tu li binêrî Umberto Eco yê faşîzma fehş formulezekirî jî tuyê bêjî qey sed sal in li Tirkîyê dijî û meseleya Kurdan dibêje.

Umberto Eco dibêje ABC partîyeka sîyasî, BCD partîyeka din ya sîyasî, CDE partîyeka din û DEF jî partîyaka din. ABC û BCD jiber ku du herfên wan eynî ne mîna hevdu ne. Dîsa li gor du herfên eynî BCD dişibe CDE û CDE jî dişebe DEF. Ya ecêb çi ye? DEF, partîya çaran, dişibe partîya dudu û partîya sisêyan, lê bi ti awayî naşibe ABCyê. DEF li kû ABC li kû? Bes eger li cîhekî reh û ruhê faşîzmeka fehş hebe, li şûna ABCyê, DEF were îqtidarê jî ewê pir tiştek neguhere.

Li Tirkîyê, di serî de ziman, gava mesele dibe heqên Kurdan, entelektuelên reftar-resmî xwe radikin û li erdê dixin û bo zirar negihîne reh-ruhên faşîst mîna dinênedîyan terka modernî û medenîyetê dikin.

Heqîqet ew e ku Tirkbûna li Tirkîyê bi sekn û sîyaseta dijî Kurdan peyt bûye û wê peytbûnê Kurd nerm kirine, ji zimanê wan, ji kultura wan, ji edetên wan û ya tewrî xerab ji sîyaseta wan jî dûr xistine.

Jêder: 

Axaftina Hamit Bozarlsan li DİTAMê, Zoom – Divan Otel, Paris-Diyarbekir, Adar 2023

Eco, Umberto: Beş Ahlak Yazısı, Can Sanat Yayınları, 2018