Dayika ku hestîyên kurê wê di qutiyekê da hatibû radestkirin jî hatiye desteserkirin

Dayika ku hestîyên kurê wê di qutiyekê da hatibû radestkirin jî hatiye desteserkirin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Duh (sêşem) li 21 bajaran li hemberî zimannas, rojnameger, parêzer, hunermend, aktîvîst û siyasetmedarên kurd operasyoneke hatibû lidarxistin.

Di operasyonan da ji 100î zêdetir kes hatibûn desteserkirin.

Di nav wan kesên da Halîse Aksoya ku hestî kurê wê di qutîyeke da bi rê ya postayê şandibûn jê ra jî hebû.

Polîsan duh bi ser mala Halîse Aksoy û ya keça wê Mizgîn Karataşê da girtine.

Di operasyonê da Halîse Aksoy, Mizgîn Karataş û hevjînê wê Harûn Karataş hatin desteserkirin.

Kurê Halîse Aksoy Agît Îpek li Dêrsîmê dî pevçûna bi leşkeran ra jîyana xwe ji dest dabû.

Termê Îpek bi rê ya kargoyê ji malbata wî ra hatibû şandin.