Ji Perspektîfa Hîpoteza Sapir-Whorf: Raman û Ziman

Hîpoteza Sapir-Whorf, bi salan e eleqeya zimanzanan, antropologan û derûnasan dikişine. Li gor vê terorîyê, bastûra zimanekî, bandorê têgihiştin(cognition), nêrîna jiyanê û heta çanda axaftvanên wî zimanî dike(Sapir, 1929; Whorf, 1956). Her çend ev teorîyê di nav zanyaran de bê nîqaşêkirin jî, çarçoveyek balkêş ji bo analîzkirina zimanên cihêreng pêşkêşî me dike. Ez ê jî […]

Ji Perspektîfa Hîpoteza Sapir-Whorf: Raman û Ziman
Ji Perspektîfa Hîpoteza Sapir-Whorf: Raman û Ziman
Canan Yalçın
  • 16 Nisan 2023 07:25

Hîpoteza Sapir-Whorf, bi salan e eleqeya zimanzanan, antropologan û derûnasan dikişine. Li gor vê terorîyê, bastûra zimanekî, bandorê têgihiştin(cognition), nêrîna jiyanê û heta çanda axaftvanên wî zimanî dike(Sapir, 1929; Whorf, 1956). Her çend ev teorîyê di nav zanyaran de bê nîqaşêkirin jî, çarçoveyek balkêş ji bo analîzkirina zimanên cihêreng pêşkêşî me dike. Ez ê jî di vê gotarê de, kurdî bi perspektîfa Hîpoteza Sapir-Whorf vekolinim û li ser pirsa taybetmendiyên yên Kurdî çawa dikarin tesîrê raman û têgihîştinên axêverên (speaker) wê bike, rawastim.

Gelê Kurd, li welatên ku lê dijîn ev demeke dirêj e bi zordarî û cudakariyê re rû bi rû mane. Ziman, çand û nasnameyên wan hatine çewisandin. Ev jî bûye sedema têkiliyeke tevlîhev bi mîratê wan a zimanî re. Kurdî, ji çend zaravayan pêk tê, bi piranî Kurmancî, Zazakî, Soranî û Goranî (Haig & Öpengin, 2014). Hîpoteza Sapir-Whorf destnîşan dike ku ev zarava, her yek bi bastûr û peyvsaziya xwe ve, dikarin bandorê li awayên nêrîna Kurdan ji cîhana li dora wan û pozîsyonên wan yên di hundurê wê de bikin.

Ziman û nasname di xwezayî ya xwe de bi hev ve girêdayî ne û ev yek bi taybetî di nav Kurdan de diyar e. Ji bo gelek kesan, axaftina bi Kurdî berxwedaneke li dijî asîmîlasyon û tinekirina çanda wan e. Ew wekî amûrekî ji bo parastina mîrateyek hevpar û destnîşankirina nasnameyên cihêreng xizmet dike. Bi nêrina Hîpoteza Sapir-Whorf em dikarin bibînin ku Kurdî ji amûreke ragihandinê wêdetir e; ew hişmendiya kolektîfî û nasnameya çandî ya Kurdan nîşan dide.

Mînak, zimanê kurdî li gorî hin zimanên din, ji bo îfadekirina xwedîtiyê bastûreke cuda ya rêzimanî bi kar tîne (Duman, 2011). Dibe ku ev bastûra cihêreng, bandorê axêverên Kurdî, li awayên nêrîna xwedîtiyê, têkilî û girêdanên bi kesên din re bike. Her wiha bikaranîna gotinên pêşiyan û biwêjên taybet ên çanda Kurdî, wek “Mêrikî li hespê xelkê timî peya ye” nirxên civatê nîşan dide û şekl dide awayê ramanên endamên wê.

Hîpoteza Sapir-Whorf di heman demê de li ser berxwedan û adaptasyona Kurdan a li hemberî dijwariyan jî fikrekî dide me. Kurd bi parastina kevneşopîya xwe ya zimanî tevî zextan, hêza ziman ji bo yekkirina civakê û pêşxistina hesta xwedîtiyê nîşan didin. Hîpotez, balê dikişîne ser girîngiya cihêrengiya zimanî û destnîşan dike ku windabûna ziman ne tenê wendakirina peyvan e, her weha windakirina perspektîfên resen û awayên ramanê ye. Ji ber vê yekê, parastina Kurdî ne tenê parastina çandê ye, di heman demê de parastina cîhanbîniyek cuda ye.

Di van salên dawîn de gelê Kurd gavên girîng avêtine ji bo ku li welatên ku lê dijîn bigihêje naskirin û otonomiyeke mezintir. Eleqeya li ser ziman û çanda Kurdî ji nû ve geş bûye, ji bo hînkirin û pêşxistina ziman xebat zêde bûne. Vê vejînê hişt ku gelê Kurd mîrata xwe ya zimanî vegerîne û hesta nasnameya xwe xurt bike.

Li gel vê yeke, cihêrengiya Kurdî jî rê daye ku Kurd bi awayekî bêhempa îfadeyên hunerî, wêjeyî û kevneşopiyên devkî pêş bixin. Berhemên helbestvan û nivîskarên Kurd ên bi navûdeng, wekî Şêrko Bêkas, Cegerxwîn û Bextiyar Elî, li ser mîrata çandî ya dewlemend û serpêhatiyên kolektîf ên gelê Kurd, çavkaniyên giring in. Ev hunermend, bi bikaranîna zimanê Kurdî wekî amûra derbirînê tev li parastina ziman û çanda xwe dibin û dijî têgihîştina ku nasnameya wan ji ya civakên serdest re, di rêza duyemîn de ye an kêmtir e derdikevin.

Hîpoteza Sapir-Whorf ronahiyê dide ser ka Kurdî çawa pêşketiye û li gorî guherîna dîmena siyasî û civakî ya herêmê hatiye guhertin. Kurd, gelek caran di warê bikaranîna zimanê xwe de bi astengiyan re rû bi rû mane û di encamê de awayên ragihandinê yên alternatîf ên wekî kod-guhertin(code-switching) û bikaranîna zimanên veşartî hatine pêşxistin (Sheyholislami, 2011). Ev adaptebûn, berxwedana gelê Kurd a di parastina nasnameya xwe ya zimanî de û hêza ziman a weke amûreke berxwedanê, radixe ber çavan.

Di encamê de, Hîpoteza Sapir-Whorf ji bo têgihîştina pêwendiya tevlihev a di navbera ziman, çand û nasnameya kurdan de çarçoveyeke giranbuha pêşkêşî me dike. Bi vekolîna taybetiyên kurdî û potansîyela bandora wî ya li ser raman û têgihîştina axêverên wî, em dikarin girîngiya cihêrengiya zimanî û rola ziman di pêkhatina ezmûna mirovî de baştir fehm bikin. Hewldanên bênavber ên kurdan ên ji bo parastina zimanê xwe, tevî kêşeyên ku pê re rû bi rû dimînin, wek şahidiya hêza ziman di şêwandin û xurtkirina cîhanbîniya gel û nasnameya kolektîf de ye. Her ku lêkolînên li ser peywendiyên di navbera ziman û ramanê de ber bi pêşve biçin, Kurd û Kurdî bê guman dê wekî lêkolînek balkêş bimîne ku bandora cihêrengiya zimanî li ser ezmûna mirovî radixe ber çavan.

Çavkanî:

  • Sapir, E. (1929). The Status of Linguistics as a Science. Language, 5(4), 207-214.

  • Whorf, B. L. (1956). Language, thought, and reality: Selected writings of Benjamin Lee Whorf. MIT Press.

  • Duman, S. (2011). The Kurdish language and linguistic rights in Turkey. International Journal on Multicultural Societies, 13(1), 71-91.

  • Haig, G., & Öpengin, E. (2014). Kurdish: A critical research overview. Kurdish Studies, 2(1), 99-122.

  • Hasanpour, A. (2008). Language rights in the age of globalization. In B. A. O. Galligan & W. Roberts (Eds.), Globalization and language in contact: Scale, migration, and communicative practices (pp. 125-149). London: Continuum.

  • Sheyholislami, J. (2011). Kurdish identity, discourse, and new media. New York: Palgrave Macmillan.