Qedrîcan, Orwell, kurd û futbol

Qedrîcan, Orwell, kurd û futbol
Qedrîcan, Orwell, kurd û futbol
Înan Eroglu
  • 14 Mart 2023 11:16

Wêne: Diyarbekir, Murat Bayram

Yek ji metnên ewil ên kurmancî ku peyva “futbol”ê (bi awayê “fotbol”ê) tê de derbas dibe, wergeranek e ji Grigory Petrov.

Di Welatê Zembeqê Gewr de. Qedrî Can gava ev roman (“wergerandok” gotiye ji bo xwe) sala 1943yan di rojnameya Roja Nû de bi çendîn beşan tefrîqe kiriye, lê temam nekiriye mixabin, bêguman dê ne dûrî wê fikra di romanê de be, ya li hemberî futbolê.

Qet nebe ev gumana min e û ev guman, fikra serdest a civata me ya wê çaxê, riwangeya rewşenbîran di nîveka ewil a sedsala bîstan de, bi xumamî be jî, diyar dike. Tevî ku ev fikra han hê jî bi awayekî berdewam e.

“Miletê ku bi îlm û îrfan kêm mabûn,” dibêje Petrov, “ji Îngîlîzan hinek adetên kirêt girtin.” Yek ji wan adetan jî futbol e. Xortên nexwende û tiral bi futbolê diperist, nivîskarên totikvala di rojnameyan de li ser futbolê dinivîsî û xelk bi heyecanê dixist.

Di demekê de ku bengîtiya futbolê li cem fîniyan jî zêde dibe û hisa “heyf-stendin”ê ya ji swêdiyan kêm dibe (em dê piştre bibînin futbol ne ku tenê dikare hisa heyfstendinê kêm bike, lê herweha dikare zêde jî bike), dîplomat û feylesofê fînî Snellman û hevalên wî naxwazin çîpên stûr (futbol) bikevin şûna serên mezin (ilm û irfan).

Snellmanê ku piştî salan ji van fikran hinekî dûr dikeve, qala qenciya sporê dike û bi xwe jî dibe serekê fexrî yê civateke sporê, lê hê jî qebûl nake ku çîpên stûr di ser serên mezin re bin. Dibêje, “ey xortên Fîn!” û lê zêde dike: “Wezîfa we ne bilindkirin û firandina fotbolê ye. Divê hûn, şerefa miletê Fîn bilind bikin û bi hewa bixin.”

Futbol û “milet”

Miletek çawa bilind dibe? Derdê min û derdê vê nivîsarê jî ne ew e li dû bersiva vê pirsê biçe. Li ser wê fikrê me ku futbol ji bo miletekî bindest, mêtingehkirî, ne tenê alaveke kêfê û xurtkirina çîpan e.

Ew dikare bibe çirîskeke rizgariyê jî gava di dest “serên mezin” de be. Dikare bibe stargehek ji bo ku pena bibî nav wê û tê de bistirî. Dikare bibe derfeteke têkbirinê di qadeke sembolî de ji bo kesê li koloniyê da ku derzekê li kolonîsaziyê bixe û belkî cara ewil li vê qadê qayîşê bi kolonyalîstê xwe re bikişîne. Dikare meriv bi nasnameya xwe bihesîne, bi hebûna xwe. Dikare bibe şerekî berxwedanê, şerekî ku George Orwell ji bo wê dibêje “şerê bêsîleh”.

Orwellê ku piştî wergerana Qedrî Can bi du salan li ser maça futbolê ya rûsan-îngilîzan dinivîse, hemû nefreta xwe ya ji bo wê tê de qal dike, diyar dike ku hem futbol rê li ber neteweperestiyê vedike hem neteweperestî rê li ber futbolê vedike û ji bo misabeqeyên navneteweyî dibêje “provaya şer”. Bêguman Orwell rast dibêje, lê mimkin e tenê ji bo xwe dibêje, ne ji bo me, ne ji bo neteweyên ji hemû mafên xwe bêpar, ne ji bo kurdan. 

 Herçî şerê bêsîleh e, ew ji bo futbolê timî ne li dar e. Maça Amedspor û Bursasporê ya vê dawiyê du şerên din ên bisîleh jî anîn bîra min. Maça tîma Honduras û ya El Salvadorê di 1969an de ku wekî “Şerê Futbolê” tê zanîn û maça tîma Cîhadê ya Qamişloyê û tîma el-Futuwayê ya Dêrezorê di 2004an de. Ev herdu maçên han û bûyerên berî wê û piştî wê qismek be jî bi bûyerên Amedspor û Bursasporê re li hev dikin. Berî ku meseleyê bînim ser van herdu maçan, em bînin bîra xwe bê çi di maça Amedspor û Bursasporê de qewimî.

Êrîş ne bi tenê meseleya îro ye

Amedspora ku 5ê Adarê bi Bursasporê re li Bursayê maça wê hebû, hê berî maçê rastî êrîşên Bursayiyan û Bursasporiyan hatibû. Bi sedan mirov çûbûn ber otela ku lîstikvanên Amedsporê lê bûn, dirûşmeyên nijadî li dijî wan berz kiribûn, marş xwendibûn, dabûn çêr û xeberan û fîşekên hewayî li ber serê wan teqandibûn. Dirûşmeya “bextewer e yê dibêje ez tirk im” jixwe vê yekê dibêje: Hûn çi jî bikin, hûn kurd in! Lê êrîşa mezin di roja maçê de, dema maçê qewimî. “Tirkên bextewer” hildabûn kêr û kevirên xwe, posterên qatilên kurdan û bi devjeniyeke nijadane bi ser Amedsporê de ajotibûn, posterê endamê JITEMê Mahmut Yıldırım (bi navê xwe yê kodî Yeşil), yê Pala (ku qerekterek e di rêzefîlma tirkan Kurtlar Vadisi de û rola Mahmut Yıldırım dilîze) û yê “torosa spî” (ku bûye nîşaneya kuştina kurdan di salên 90î de) bilind kiribûn, û kevir, berikên sîlehan û şûşeyên avê bi ser lîstikvanên Amedsporê de firandibûn. Ne tenê alîgir, lîstikvanên Bursasporê bi xwe jî êrîşî lîstikvanên Amedsporê kiribû û piştî maçê lîstikvanên Amedsporê rastî êrîşa polîsan jî hatibûn.

Êrîşa Bursasporê ne tenê ev e, zêdetirî deh salan e ku bi Amedsporê (Diyarbakırspor) re di nav şerekî de ye û xuya ye naxwaze bibe “şerekî bêsîleh”.

Lê êrîşa li tîma kurdan a Diyarbekirê ne tenê meseleya îro ye, xwedî dîrokeke kevntir e. Gotinên Veysi Gönenç, lîstikvanê tîma Diyarbakırsporê, vê yekê piştrast dikin. Diyarbakırspor piştî ku di 1968an de ava dibe bi demeke kin diçe Kırıkkaleyê, û dema maçê ji hoparlaran dirûşmeyên wekî “kurdno derkevin” berz dikin, lîstikvanên Diyarakırsporê çar saetan di sehayê de asê dimînin. 

Piştî vê maçê bi salekê, di 1969an de, li parzemîneke din, li Amerîkaya Latîn, maçek îcar di navbera Honduras û El Salvadorê de pêk tê.

Tîma El Salvadorê ya ku tê Hondurasê, li otela ku lê dimîne rastî êrîşa alîgirên tîma hember tê. Alîgirên Hondurasê dora otelê digirin, keviran diavêjin paceyên otelê, patpatkan diteqînin, li tenekeyanê didin, dirûşmeyan berz dikin. El Salvador di wê maçê de têk diçe. Piştî hefteyekê îcar Honduras diçe Salvadorê. Alîgirên El Salvadorê vê carê camên otelê tînin xwarê û mişkên mirî diavêjin lîstikvanan, dema maçê alaya Hondurasê tê şewitandin. Vê carê jî Honduras têk diçe. Alîgirên El Salvadorê êrîşî alîgirên Hondurasê dikin, du ji wan dimirin û bi sedan birîndar dibin. Ev yek şerê herdu welatan dide destpêkirin. Şerê ku sed saetan didome, rê li ber kuştina çar hezar kesan û birîndarkirina dozdeh hezar kesan vedike. Piştî vî şerî hesta neteweperestiyê li Hondurasê zêde dibe, Salvador axa ku dagir kiriye bi şûn de dihêle. Ev şerê navbera wan ne ji ber mêtinkarî-dagirkeriyê ye, ji ber pêla koçberiyê ye ku dike di navbera wan de dijminatiyek dest pê bibe. Lê em fam dikin futbol çawa dikare ruhê bindestan geş bike, herweha dikare zilma serdestan jî zêdetir bike. Çawa ku dikare nasnameyê û netewetiyê bi bîra ruhê bindest bixe, dikare dagirkirinê û mêtinkariyê jî bi bîra darê serdest bixe. Û dikare du serdestan jî bîne yek meydana şerî. 

Em vegerin ser parzemîna me. Li parçeyekî din ê welatê me, li Rojavayê Kurdistanê, li Qamişloyê maçek di navbera tîma Cîhadê ya kurdan û tîma el-Futuwa ya ereban de pêk tê. Sal 2004. 12ê Adarê. Berî wê bi çar rojan, 8ê Adarê xweseriya Kurdistana Başûr bi awayekî fermî hatiye ragihandin. Alîgirên el-Futuwayê bi sîlehên xwe tên Qamişloyê, dema maçê ji kurdan re didin çêran, dev diavêjin Mesûd Barzanî û Celal Talabanî û posterên Sedam Huseyin bilind dikin, keviran diavêjin kurdan. Şer di navbera kurd û ereban de derdikeve, çar kurd ji aliyê eskeran ve tên kuştin. Ev şer û kuştinên han dikin ku kurd li Qamişloyê û bajarên din ên Rojava serî hildin, hêzên Sûriyê ji van bajaran derdixin û nahêlin çend rojan hikûmeta Sûriyê bajaran zevt bike. Encamên vê maçê kurdan bêtir dike yek, wan li dor mafên netewî digihîne hev û hemû zilm û zexta li wan hatî kirin bi bîra wan dixe. Tesîra vê maçê bi salan didome û bêguman qismen rast e gava ku şahidên vê rojê dibêjin “şoreşa Rojava encama serhildana 12ê Adarê ye.”

Tevî ku daxwaza rizgarbûna neteweyekê ne tenê ji ber fakterekê ye, lê fakterek mimkin e ku bike neteweyek zûtir hewl bide bigihîje rizgariya xwe. Ev maça han jî yek ji fakterên serekî ye di rêya wê ya rizgariyê de.  

Ev maçên han û gelek maçên din fikreke weha bi min re çêdikin: Futbol bi qasî ku kêrî bindestan tê, bi kêrî serdestan/dîktatoran jî tê. Gotineke meşhûr heye, gava ji Salazarê dîktatorê Portugalê yê salên 1932-1968 tê pirsîn ka çawa ewqas salan kariye vî welatî bi rê ve bibe, dibêje “Tres F.” Futbola ku yek ji van “F”yan e (herdu Fyên din fado û fatima/fiesta ne, bo têkiliya fadoyê ya bi desthilatê re hûn dikarin guh bidin beşa ewil a podcasta min li ser fadoyê), êdî alavek e ji bo Salazar da ku desthilata xwe xurt bike û mirovan bitevizîne, wan ji tevger bixe. Rewşenbîrên ku digotin futbol afyon e û li dijî wê derdiketin, qismen îşaret bi vê rewşa futbolê dikirin.

Mirovên ku bi futbolê ji ser hişê xwe diçûn bi kêrî desthilatê dihatin û li welatekî din, li Brezîlyayê, Getulio Vargasê dîktator piştgiriya tîma welatê xwe dikir, û her ku tîma welatê wî bi ser diket, desthilata wî xurttir dibû, welatiyên xwe bêtir pêbendî xwe dikirin, hestên wan ên netewî û pêbaweriyê xurttir dikirin. Li Kurdistanê, li Diyarbekirê, dewleta Tirkiyê ku dîtibû dikare bi futbolê kurdan ji lêgerîneke mafên jiyanî û netewî dûr bixe û wan bi kêfeke rojane mijûl bike, di ser karmendên xwe re piştgiriya Diyarbakırsporê kiribû û nexwestibû bê girtin. Ecêb e ne wisa? Belkî jî ne ecêb e gava ku meriv pê dihese xeteke zirav di futbolê de heye û ew top pir zû dikare ji aliyekî xetê biçe aliyê din. Ali Fikri Işık di kitêba xwe ya Amedspor: Kaos ve Direniş (Amedspor: Kaos û Berxwedan) de ji Necat Cemiloğlu neqil dike: “Ji dema 1968an heta 1973yan ku serokê Amedsporê bûm, walî, fermandarên kolorduyê û fermandarên hêzên hewayî eleqeyeke mezin bi min da ji bo ku Diyarbakırspor li ser pêyan bimîne.” Ev eleqeya mezin ne ji ber xêra dê û bavê wan û ji ber çavê me yê reş û belek bû, her wekî ku Işık jî destnîşan dike, li pişt vê yekê û li pişt serkeftina Diyarbakırsporê hewldaneke wisa hebû ku dixwest ciwanên kurdan dûr bike ji siyasetê. Ev piştgirî heta salên 2000an jî dem bi dem domiya. Ali Gaffar Okanê ku dawiya salên nodî bûbû midûrê emniyeta Diyarbekirê, bi eleqeyeke “nedîtî” piştgiriya Diyarbakırsporê dikir, dixwest wê bike şampiyon û derbasî Super Ligê bike, lê ji aliyekî din ve nefret ji partiyeke kurdan HADEPê dikir û li gor gotina wî bi xwe, dixwest rayên vê partiyê ji sedî dehê kêmtir bike, tevî ku gelek kurd (dê ne dûr be ku HADEPî bin) heyranê wî bûn.

Tişta ku Petrov di romana xwe de qal dikir li vir diqewime: Tirkan xwest bi rêya futbolê hisa me ya heyfstendinê kêm bike û bi xwe ve girê bide. Futbola ku di dest bindest û kolonîzekiriyan de çawa ku hem dikare bibe alava xweparastin û berxwedanê û hem bibe alava jibîrkirin û bêtevgeriyê, gava ku dikeve destê desthilat û kolonyalîstan êdî dibe alaveke çewsandin, bişaftin û kolonîsaziyê. 

Li bereya serdestan rewş eve ye, lê gelo li bereya me rewş çi ye? Em dibînin dewleta Tirkiyê destê xwe yê piştgiriyê ji bereya me ya futbolê daye alî û hewl dide pişt lê bişkîne, ji ber ku pişta birîndar li ber qamçiyê xwe radibe êdî, li hember wê. Lê bûyerên dawî yên futbolê li bereya me û gotara humanîzmaya fantastîk (bi gotina Mihemed Şarman) a Amedsporê piştî êrîşa Bursasporê (tirk) li wê (kurd), ez dam ber wê fikrê ka gelo futbola me jî bi ser dirbê siyaseta me ya heyî ve diçe?

Ev gotara ku derzekê li nasnameya Amedsporê dixe û tevî pêdagiriya alîgirên wê li ser kurdayetiyê jî (ku dema pêşwaziya wan bi yekdengî gotin “kî ne em? kurd in em”) hewl dide wê ji pênaseya “tîma kurdan” dûr bixe, dê wê ji xisletê “berxwedan”ê jî bêrî bike ku li gor Ali Fikri Işık ev xislet digel “kaos”ê wê dike tîmeke berra.

Ev gotara ku behs dikim xwe dispêre du daxuyaniyên lîstikvanên Amedsporê yên piştî êrîşa Bursayiyan û Bursasporê û tevî ku ne daxuyaniyên yekser ên Amedsporê jî bin, ji ber ku wê ew belav kirine, ev yek nîşan dide ku bi kêmî be jî fikra wê ewe ye. Yek ji van daxuyaniyan a Muhammet Raşit Yöndem e. Yöndem diyar dike ku ew heqê xwe li wan kesan helal nake ku jê re gotine terorîst û dibêje, “ez kurê vî welatî, dayikeke Bursayî û bavekî wisa me ku li saziyeke dewletê 15 salan xizmet kiriye.”

Yöndemê ku tê bêjî qey ji kirinên vî “welat”î û vê “dewlet”ê bêhay e, dixwaze di ser Bursayîbûna (tirkbûn) xwe re xwe bi wan bide şîrînkirin û qebûlkirin. Ne tenê xwe, dixwaze hevalên xwe yên tîmê jî (kurd), bike “zarokên vî welatî”. Hewla ku berê bi destê karmendên dewletê dihat kirin û dixwest bi rêya futbolê kurdan bi xwe ve girê bide û bike “zarokên vî welatî”, xuya ye êdî bêyî wan, bi saya lîstikvanên futbolê bi xwe bi rê ve diçe. Lîstikvanekî din jî Cantuğ Temel e.

Temelê ku di daxuyaniya xwe de qal dike ku kurê polîsekî ye û di nav wan tiştan de ku alîgirên Bursasporê avêtine ser wan, herî pir bi wî tiştê nexşeya Tirkiyê xemgîn bûye ku alaya wan li ser bûye, ji ber ku ev ala, nirxekî vî welatî ye û nabe ku bikeve erdê. Herî dawî dibêje, “ricaya min ew e ku kes ji ber futbolê nemire, birîndar nebe.” Mesele jî ev e ku kes ji ber futbolê namire û birîndar nabe, mesele ev e ku tîmek ji ber kurdbûna xwe rastî êrîşan tê. Û çima xema tîma kurdan be ku alaya tirkan ketibe erdê ku bi wê êrîşî wan kirine? Eve pirsek e ku bi her awayî li bersiva xwe digere. Û çima tîmeke kurdan mecbûr dimîne kesên di xizmeta vê dewletê û vê alayê de li cem xwe bihewîne? Qey dixwaze bibêje em jî ji we ne, em jî zarokên vî welatî ne, hewce nake hûn êrîşî me bikin. Nexêr! Tevî vê humanîzmaya fantastîk jî, ne cihê îhtimalê ye ev qamçî ji ser vê piştê rabe. Nexwe lazim e em zêdetir li vê îhtimalê bifikirin: Ev pişt çawa dikare zêdetir li ber qamçiyê xwe rabe?

 Futbola ku xwedî şiyan e bi humanîzmekê mirovan û neteweyan di stadyûmekê de li hev bibane, xwedî şiyan e halana hestên netewî jî di wan de bide û di fersendeke herî biçûk de jî wan tûşî berberiyê bike, daxwazeke (sembolî be jî) biserketinê/têkbirinê (dekolonîzasyon) an jî binpêkirineke hê zêdetir (kolonîzasyon) bi wan re çêbike. Dîmenekî balkêş û karakterîstîk di fîlmê Kick Off Kirkuk (2009) ê Şewket Emîn Korkî de xwe dide der. Kurd, ereb û tirkmenên ku ji ber şerê Sedam Huseyin direvin û tên di stadyûmê de bi cih dibin û ev stadyûm ji bo hemûyan temsîla “stargeh”ê ye, gava ku li ser perdeya sînemayê li maça/fîlmê futbolê temaşe dikin, her wekî ku li maçeke zindî temaşe bikin, hildidin li kêleka hev alayên xwe li hember vê perdeyê bilind dikin: kurd alaya Kurdistanê, ereb alaya Îraqê. Di fîlmê Korkî de aliyekî biserketî nebû lê yê binketî hebû: Laytmotîfa hespê bêsiwar ê ku di temamê fîlm de, di nav sehayê de dida bezê, bêxwedîtî, bêwelatî û bêserweriya kurdan nîşan dida. Lê 25ê Îlona 2022yan, gava endamên CNKyê li Diyarbekirê, di maça Amedspor-Bursaporê de alaya Kurdistanê bilind kirin, dîmenekî berevajî fîlmê Korkî nîşanî me dan: dîmenekî serkeftinê/têkbirinê yê kurdan. Têkçûyên vê maçê ku destvala ji Diyarbekirê vegeriyan, ev serkeftin ti carî ji bîr nekir. Bûyerên li Bursayê, qismen encama vê serkeftinê ne.

Baş e, lê Amedspor li kû dera vê serkeftinê disekine? Bê guman e ku ew di dilê kurdan û alîgirên xwe de her serkeftî ye û xwedî nasnameyeke kurdî ye. A ku ji Amedsporê jî tê xwestin ev e ku ew bêtir li vê nasnameyê xwedî derkeve û nehêle ku derz lê bikeve.

Ne ku bi daxuyaniyên jorbehs gotareke belengaziyê saz bike û xwe bi serdestên xwe bide qebûlkirin, lê nasnameya xwe bêtir li ber çavê wan eşkere bike û ruhekî kurdî û neteweyî yê tîmekê bide wê. Zehmetiyên vê nasnameyê gelek in helbet, lê eger ev yek pêk neyê, futbola me jî her dê bişibe siyaseta me ya heyî û li wê “zirtxane”ya ku Celadet Alî Bedirxan di şûna “stadyûm”ê de bi kar tîne, em dê her zirtan bidin xwe û reqîbên xwe. 

Belkî jî divê rêveberiyê Amedsporê kumê xwe deyne ber xwe û ji vir dest bi meseleyê bike.