Roşan Lezgîn Fotoğrafı

Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an da li gundekî Licê hat dinyayê. Tenê çar sal li dibistanê xwend, lê paşî tehsîla xwe ji derve heta lîsansê dewam kir û ji beşa ziman û edebîyatê mezûn bû. Ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Heta niha 19 kitêbên ku wî nivîsîne û 19 jî kitêbên ku wî wergerandine hatine weşandin. Di sala 2009an da li Diyarbekirê malpera înternetî www.zazaki.net ava kir. Di sala 2011an da kovara Şewçila ku safî bi Zazakî diweşe, derxist ku heta hejmara bîstan derketiye. Dîsa, bi alîkarîya çend hevalên xwe yekemîn rojnameya Zazakî Newepel derxist û heta 100 hejmarî dewam kir. Herwisa di sala 2012an da Weşanxaneya Roşna ava kir. Heta niha ji vê weşanxaneyê 77 kitêb hatine weşandin.

Hemî nivîsên hatîn weşandin

Li Diyarbekirê Halê Bajêr

Mezinbûna bajarê Diyarbekirê ji ber îhtîyacê nebû, ji ber polîtîkayên rantê bû. Netîce, hem erazîyên ku têde çandinî dibû hatin qetilkirin, hem jî avahîyên ku di çêkirina wan de xeta hebû nehatin nuhkirin. *** Erdlerza roja 6ê Sibata 2023yan ku merkeza wê Meraş bû, tesîreka mezin li ser bajarê Diyarbekirê kir. Di roja pêşî de […]

Li Diyarbekirê Halê Bajêr

Ruhê Bendetîyê

Mentiq yek e: Îradeyê bişkîne, bêşexsîyet bike û bi xwe ve girêbide. Ji bo vê amancê perwerde, kiryar û reftar çendî westayane û taybet bin, dozaja perwerdeyê çiqas bilind be, mîzac û karakterê muxataban jî ewçend ji hundir ve diguhere û di wan de ruhê bendetiyê ji kûr ve çêdibe. *** Ji bo me kurdan […]

Ruhê Bendetîyê

Astorê Terqnayeyî

Lê di nav me kurdan de edeta nivîsînê, xweîfadekirina bi nivîskî, bi awayekî nivîskî zanîn û neqilkirina tecrubeyên xwe bo neslên pêşerojê gelek kêm e. Lewre hafizaya me ya civakî lawaz e. Lê ev roman, wexta ku di konteksa bûyerên neteweyî de serborîya malbateka sade nîşanî me dide, pê re jî hafizaya me ya tarîxî […]

Astorê Terqnayeyî

Aqilê me Kurdan

Em di halekî wisa reben de ne ku em nikarin li zimanê xwe xwedî derkevin, em kurd bi xwe êdî nizanin “kurdbûn” çi ye. Lê em dibin terefdarên miletên xerîb û li bajarên xwe bêhizûrî derdixin! *** Ji vir bi qasî sîh salê berê li Diyarbekirê nexweşîya tîfoyê gelek zêde bû. Bi sedan însanên me […]

Aqilê me Kurdan

Bi Rêya Fîlman Manîpulekirina Civakê

Piranîya rêzefîlmên tirkan enstrumanên muhendîsîya civakî ne, bi manîpulasyoneka çendalî xelkê dîzayn dikin, eyar didin girseyên mezin. Lewre meriv dikare texmîn bike ku di bingeha çêkirina wan de aqilekî organîze yê polîtîk heye. *** Di perwerdeyê de materyalên dîtbarî yên mîna şema, tablo, fotograf, vîdeo û fîlm gelek kêrhatî ne. Dem û dezgeyên dewletan ji […]

Bi Rêya Fîlman Manîpulekirina Civakê

Qîrîna Naûm Faîqî

Naûm Faîq eynî wekî roşinbîrên me yên îro bi qîrîn dibêje “Korîtîya fikrî ji korîtîya çavan xirabtir e.” Dibêje “Ronahîya malê lamba ye, lê ronahîya dinyayê alim e.” Û dixwaze miletê asûrî guh bide alimên xwe. Lê heyhat! *** Micadele, uslûb û qîrîna roşinbîrê suryanî Naûm Faîqî (1868-1930) dişibe micadele, uslûb û qîrîna roşinbîrên me […]

Qîrîna Naûm Faîqî

Nimûneyek ji Xebatên Ferdî yên Kurdperwerîyê

Di wê demê de tesadufen nivîseka İsmail Beşikci dixwîne ku têde dibêje keç û xortên kurdan dikarin ji devê mezinên xwe berhemên folklorîk berhev bikin, çimkî ew berhem ji bo nasnameya neteweyî û tarîxa miletê kurd gelek muhîm in. Seyda Goyan li ser vê şîretê dest pê dike, ji derûdora xwe berhemên folklorîk berhev dike. […]

Nimûneyek ji Xebatên Ferdî yên Kurdperwerîyê

Xûyê Miletan

Gotineka pêşîyan di nav kurdên me yên rojhilatê de heye, dibêjin “Faris bi pembûyê merivan ser jê dikin!” Xuya ye ku ev xûyê wan ji hezaran salan vir de bi wan re dewam dike. *** Reftarîyên karakterîstîk yên miletan eynî wekî xûy û exlaqê kesan bi awayekî îrsî nesil bi nesil dewam dikin. Dema ku […]

Xûyê Miletan

Derheqê Sentaksa Kurdî de

Di her zimanî de, ji bo ku fikir û hîs rast werin îfadekirin, qeydeyên sentaksê rêberîyê dikin ku divê peyv û komikên peyvan çawa çêbibin û çawa rêz bibin. Lewre sentaks wek qanûna zimên e. *** Xebatên ku heta niha di warê zimannasîyê de li ser Kurdî çêbûne zêdetir di çarçoveya peyvan û îmlayê de […]

Derheqê Sentaksa Kurdî de

Bi Deng Xwendina Metnan

Zimanê Tirkî tenê bi rêya mekanîzmayên asîmîlasyonê kurdan asîmîle nake, rewşa zimanê Kurdî û di lîteraturê de elelusûl bikaranîna Kurdî jî ji serdestîya zimanê Tirkî re zemîn amade dike. *** Bi deng xwendina metnan ji bo her zimanî muhîm e, lê ji bo zimanê me muhîmtir e. Çimkî meriv dikare bi guhdarîkirinê zimanekî baştir fêr […]

Bi Deng Xwendina Metnan

Çîroka Mordexay û Esterê

Eger ji Mordexay û dotmama wî Esterê nebûya mîna gelek miletên ku di tarîxê de winda bûne çûne dibe ku îro qewmê Îsraîl jî li dinyayê tune bûya. *** Kitêba Miqedes bi tevayî ji 66 kitêban pêk tê. Beşa Ehdê Etîq bi zimanê Îbranî û Aramî hatiye nivîsîn û 39 kitêb in; ji pênc kitêbên […]

Çîroka Mordexay û Esterê

Ruhê Welatê Suomî

Refah û bextewarîya welatekî, rûmet û şerefa civatekê, bi îrade û xwestina xelkê wî welatî ve girêdayî ye. Miletekî reben eger xwe di destê ruhê xwe yê pîs de berdabe, temamê lîderên dinyayê ji wî miletî re pêşengîyê bikin jî, xelasîya wî miletî tune ye. Lê eger di ruhê miletekî de xwesteka serfirazîyê hebe, ew […]

Ruhê Welatê Suomî

Tesnîfkirina peyvên kurdî

Peyvên xwerû yên Kurdî hindik bin jî pir bin jî, hîç problem nîne. Tiştê muhîm ew e ku Kurdîya me xwedîyê sîstemeka aîdê xwe ye. Û herçî peyv in, dixwazî yên kokxerîb yan peyvên xwemalî bin, hemî bi hev re repertuwara peyvan a zimanê me tînin meydanê û em gişan li gorî qeydeyên zimanê xwe […]

Tesnîfkirina peyvên kurdî

Di nivîsînê de sîstema zimên esas e

Ziman, sazîyeka muhteşem e. Divê otorîteya me ziman bi xwe be. Wek sazîyekê, ew dikare çerxa xwe bi me bide nasîn û nîşan bide ku kîjan qeyde rast, kîjan xelet e. Tenê divê em bala xwe bidin ser û sîstema wî baş nas bikin. *** Di zimanê nivîsînê de ji bo me sîstema Kurdî esas […]

Di nivîsînê de sîstema zimên esas e

Ziman bi sîstema xwe dibin ziman

Eleqeya ku em nîşanî peyvan didin, esas divê em nîşanî sîstema zimanê xwe bidin. Minaqeşeyên ku em li ser peyvan dikin, esas divê em li ser sîstema zimanê xwe, li ser sentaks û gramer û îmlaya zimanê xwe bikin. *** Ji bo her zimanî tiştê eslî sîstem e, çimkî ziman bi sîstema xwe dibin ziman. […]

Ziman bi sîstema xwe dibin ziman

Di Kurdî de çêkirina peyvan

Di her diyalekteka Kurdî de ji bo tiştekî navên cihê hatine çêkirin. Di nav her diyalektê bi xwe de jî ji bo tiştekî çend peyv hatine çêkirin. Vê jî hem zimanekî çêkirî bi xwe re anîye, hem kaos xistiye nav zimanê me, hem jî diyalektên me ji hev dûr kirine. *** Di zimanê me de […]

Di Kurdî de çêkirina peyvan

‘Ferhenga Kurdî’ ya M. Emîn Bozarslanî

Çi Kurmancî, çi Zazakî yan jî dîyalekteka din ya Kurdî be, di zimanê nivîsînê de, divê em sîstema Kurdî ji xwe re bikin bingeh û pîvan, ne ku zimanê gundîyan, yan zimanê bajarîyan, yan jî zimanê filan herêmê. *** Ferhenga Kurdî ya M. Emîn Bozarslanî safî bi Kurmancî ji çar cildan pêk tê. Her çar […]

‘Ferhenga Kurdî’ ya M. Emîn Bozarslanî

Derheqê ferhengan de

Di vir de ji bo me kurdan xetere ev e. Bitaybetî neslên me yên dawîn dema ku manayên peyvan bi vî awayî ji ferhenga manaya peyvan bi zimanê xwe yek bi yek rast fêr nebin, tenê ji ferhengên hevberkirina peyvên Tirkî-Kurdî bi ser Tirkî re peyvên Kurdî nas bikin, hingê dê nikaribin wan ji hev […]

Derheqê ferhengan de

Roja Newé û yekemîn çîroka zazakî

Rojnameya Roja Newé di roja 15 gulan 1963 de li Îstanbulê ji alîyê roşinbîrê kurd Doğan Kılıçî ve hatiye derxistin. Tenê hejmarek derketiye, çimkî dewletê hem weşana rojnameyê qedexe kiriye hem jî fişar danîye ser Doğan Kılıçî û ew tewqîf kiriye. Di kunyeya rojnameyê de ev agahî hene: ROJA NEWE Ayda bir Kürtçe ve Türkçe […]

Roja Newé û yekemîn çîroka zazakî

Doğan Kılıç Şıhhesenalı

Rojnameya Roja Newé (15 Gulan 1963) ji bo tarîxa edebîyata Kurdîya Zazakî muhîm e. Çimkî hem navê rojnameyê bi xwe bi Kurdîya Zazakî ye (Roja Newé [Roja Newîye] yanî Roja Nû) hem jî di dewra modern de metnên pêşî yên bi Kurdîya Zazakî ku ji alîyê kurdan ve bi alfabeya Latînî hatine nivîsîn di vê […]

Doğan Kılıç Şıhhesenalı

Di ‘Seyahetname’yê de navê ‘Zaza’

Ewlîya Çelebî (1611-1678) di zemanê xwe de qasê pêncî sal li gelek welatan gerîyaye û çi dîtiye nivîsîye. Paşê, ev nivîsên wî bi navê Seyahetname hatine kom kirine. Ji bo zanîna tarîxê Seyahetname ji gelek alîyan ve çavkanîyeka muhîm e. Mesela, ev navê “Zaza” ku ji bo grûbeka kurdan tê gotin cara pêşî bi awayekî […]

Di ‘Seyahetname’yê de navê ‘Zaza’

Gotegotên li derûdora navê “Zaza”

Hem di çarçewaya polîtîkaya serdestan de ku dixwazin grûbên kurdan yên civakî ji hev cihê bikin, hem jî li derveyî wê, li derûdora vî navê “Zaza” gelek gotegot çêdibin. Ji vê çendê li ser me ferz e ku em îdîayên bêbingeh bi delîlên sabît pûç bikin û meseleyên xwe zelal bikin. Bitaybetî ji bo ku […]

Gotegotên li derûdora navê “Zaza”

Di şiîra Kaygusuz Abdalî de navê “Zaza”

Van sih salên dawîn li ser navê “Zaza” gelek spekûlasyon çêbûn, agahîyên bêbingeh û xelet hatin belavkirin. Lewre divê em wan yek bi yek analîz bikin, bi delîlên sabît ewên bêbingeh yan xelet bidin alîyekê. Mesela, gelek kesan îdîa kir ku “berîya Ewlîya Çelebî, di sedsala 15an de şaîrê tirk Kaygusuz Abdalî di şiîreka xwe […]

Di şiîra Kaygusuz Abdalî de navê “Zaza”

Di Tewratê da navê “Zaza”

Tewrat ji 39 kitêban pêk tê. Tekwîn (afirandin) û Zebûr (mezmûr) ne tê da, yên din hema bibêjin tev behsa tarîxa Benîîsraîlîyan dikin. Di kitêba sêzdehan Tarîx-Iê da, beşa ku ji Adem heta Îsraîl (Yaqûb pêxember) navê bavan tê hejmartin, navê merivekî wek “Zaza” derbas dibe. Hin kesên ku pê dihesin navê “Zaza” di Tewratê […]

Di Tewratê da navê “Zaza”

Di Kitabeya Bîhustûn da peyva “Zazana”

Daryûşê Mezin (berî mîladê 549-485) di dema îqtîdara xwe da, li rojhilatê Kurdistanê, li nêzî bajarê Kirmanşanê, li cihê ku niha jê re dibêjin “Bîhustûn” bi farisîya kevin, bi Îlamî û bi Aqadî li ser latekî metnek daye nivîsandin. Ev peyva ku niha wekî “bîhustûn” tê gotin, di eslê xwe da ji peyva “bagastana” çêbûye […]

Di Kitabeya Bîhustûn da peyva “Zazana”