Tecrube û Zanîn

Xwendin, perwerde, teshîl û enerjîya ciwanîyê gelek muhîm in, lê dîsa jî bi qasî tecrubeyê nînin. Eger meriv bizane bigire, tecrube mezintir e ji zanînê. Lê eger meriv nizanibe bigire, jixwe dar tê darqewan diçe!

***

Peyva “tecrube”yê ji Erebî ketiye zimanê me, ji koka “crb” tê, lê muhtemelen ji Aqadî yan jî ji Sumerî ketiye Erebî. Çimkî gelek peyvên Erebî ku bi dengê c dest pê dikin, ji zimanên din ketine Erebî û esas bi dengê “g” bûne. Lêkera me “ceribandin/cerebnayiş” jî ji eynî kokê tê.

Tecrube, ew zanîn e ku ji ceribandinan hasil dibe û wekî refleks dibe perçeya fikrîyata merivan; derheqê tiştê ku hatiye ceribandin de serwextîyê çêdike. Lewre tecrube mezintir e ji zanînê, çimkî di naveroka tecrubeyê de jixwe zanîn heye û qabilîyeta pratîzekirinê jî zêdebar têde heye; yanî teorî û pratîk bi hev re di tecrubeyê de hene. Zanîn heta ku neyê tecrubekirin nikare xwe îsbat bike, yanî zanîn bi xwe jî muhtacê tecrubeyê ye. Ji alîyê din, zanîn dikare bi hêsanî bi dest bikeve lê tecrube piştî gelek zehmetîyan bi dest dikeve. Belê, dîploma yan jî sertîfîkaya tecrubeyê tune ye lêbelê tecrube di destê xwedîyê xwe de zêra zer e. Tecrube zanîneka taybet e; ceribandin û berhevkirin û qeydkirina wê, herwisa di wextê wext de bi awayekî rast bikaranîn yan jî neqilkirina wê karê her kesî nîne.

Ji bo ku baştir fêm bibe tecrube çi ye, em serborîyeka Îskenderê Makedonî neqil bikin. Îskenderê Makedonî berîya Mîladê di sala 356an de hatiye dinyayê û di emrekî gelek ciwan de, di 32 salîya xwe de, berîya Mîladê di sala 323 de li Babîlê miriye. Navê wî esas Aleksandros e, lê ji ber ku di zimanê Erebî de jê re gotine Îskender, lewma em jî bi vî navî wî nas dikin. Îskender heta şanzdesalîya xwe li ber destê Arîsto perwerde bûye. Li ser mirina bavê xwe qral Filîpê duyem hê di bîstsalîya xwe de jî bûye qralê Makedonyayê. Piştî ku dibe qral dixwaze welatan fetih bike. Qumandanekî cesûr û şareza bûye, tu car şikest nexwariye, tim bi ser ketiye. Lê mirina wî ji ber kêmbûn yan jî guhnedana tecrubeyê bûye! Hinek dibêjin zêde alkol vexwariye, hinek dibêjin ji xwarinekê yan jî ji minasebeta cinsî vîrus girtiye, di xwîna wî de enfeksîyon çêbûye û pê çûye. Li ber mirinê jê dipirsin, bê hela li dû xwe kî wek împarator tayîn dike, cewaba ku dide dîsa ji tecrubeyê dûr e; dibêje “Kî hêzdar e, bila ew be.” Lewre împaratorîya wî di nav çar generalên wî de tê parvekirin û dibe çar perçe.

Îcar, dema ku li Makedonyayê ji bo fetihkirina dinyayê amadekarîyê dike naxwaze kesên temenê wan ji çilî jortir di artêşa wî de cih bigirin. Dibêje nikarin zû hereket bikin, di rêveçûnê de li paş dimînin, nikarin şer bikin, nexweş dikevin, ji me re dibin bar. Lê dema ku artêşa wî amadekarîyên xwe temam dike û dikeve rê, extîyarek tê ji Îskenderî destûr dixwaze ku ew jî bi wan re here. Îskender qebûl nake, dibêje “Nabe! Em nikarin te bi xwe re bigerînin, tu yê bibî belayê serê me!” Extîyar dibêje “Ez li kîderê nikarîm bimeşim, min li wir bihêlin û herin.” Extîyar gelek israr dike, netîce dikeve dû artêşê û diçe.

Piştî ku Misirê digirin artêş ber bi Mezobotamyayê ve dimeşe, lê demekê hew dibînin ku li çolistaneka bêser û bêbinî ne. Li kîjan alîyî dinihêrin, eynî wekî derya sîlikeka xirûxalî. Ne tayek giya peyda dibe ku hespên wan bixwin, ne jî qirşek peyda dibe ku bişewtînin û pê xwarina xwe bipêjin. Erdekî hişk ezmanekî bilind. Îskender jî qumandanên wî jî helbet zana ne, lê zanîna wan nikare wan ji wê çolistanê bi silametî derxîne. Tam wexta ku êdî hêvîya wan namîne, wisa bêçare li derûdora xwe dinihêrin, ew camêrê extîyar diçe ber Îskenderî, dibêje “Ey qralê min ê jîr û zana û jêhatî! Îro roja tecrubeyê ye!” Îskender dibêje “Em çi bikin?” Extîyar dibêje “Ji bo ku hûn xwarina xwe bipêjin, destîyê gurz û bêr û bivirên xwe, rewtên rimên xwe derxin, pê agir hilbikin û xwarina xwe bipêjin.” Îskender dibêje “Artêşa bê rim û gurz ji çi re dibe?” Extîyar dibêje “Dema ku hûn ji çolistanê derketin, dê çiya derkevin pêşîya we. Hûn ê ji daristanan destîyên ji vana baştir peyda bikin.” Îskender bi vê şîreta extîyarî dike, emir dide artêşê ku bi destîyên darîn agir vêxin û xwarina xwe bipêjin. Îskender dibêje “Ev temam, lê em ê çi bidin hespên xwe?” Extîyar dibêje “Bila leşker li derûdorê bigerin, li kîderê kuna kurmorîyan dîtin, bila bi usûl bikolin. Kurmorî gelek bi tedbîr in, kunên wan tim tijî ka û dexil û dan e. Bila derxin bidin hespên xwe.” A bi vî awayî Îskenderê Makedonî û artêşa wî bi silametî ji çolistanê derdikevin, xwe digihînin çiyayan. Destîyên gurz û bêr û biviran, rewtên riman nuh dikin û xwe ji bo şerê bi artêşa Persan û Medan re amade dikin.

Eger ji tecrubeya wî extîyarî nebûya û wî jî tam di wextê wext de tecrubeya xwe neqil nekira, dibe ku Îskenderê Makedonî û artêşa wî li çolistanên ereban helak bibûya. Helbet xwendin, perwerde, teshîl û enerjîya ciwanîyê gelek muhîm in, lê dîsa jî bi qasî tecrubeyê nînin. Eger meriv bizane bigire, tecrube mezintir e ji zanînê. Lê eger meriv nizanibe bigire, jixwe dar tê darqewan diçe!

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir